Ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê lêpirsîna sûcê şer hat destpêkirin

Êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê berdewam dikin. Ji vê danê sibehê û pê ve li bajaran dîsa dengê sîrenan hat. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî li dijî Rûsyayê ku hat diyarkirin bombeyên xar (mîsket) bi kar aniye lêpirsîna sûcê şer da destpêkirin. Bi sedhezaran mirov li ser riyên koçberiyê ne. Helwesta Tirkiyeyê hê jî cihê nîqaşê ye. Tirkiye dev ji Rûsya jî ji Ukraynayê jî bernade.

Navenda Nûçeyan- Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja 6’an de berdewam dike. Di vê dema ku li seranserê cîhanê xwepêşandanên li dijî şer berdewam dikin de, pêkanînên nû li dijî Rûsyayê zêde dibin. Duh di hevdîtinên Rûsya û Ukraynayê de gera yekem bi dawî bû. Hat diyarkirin ku dê hevdîtinên her du welatan li Belarûsê berdewam bikin. Lê belê der barê dîroka hevdîtina de agahdariyek zelal tune ye. Li gorî hin pisporan Pûtîn dixwaze demê qezenc bike û bê lihevkirine bi ser bikeve. Lê belê hinek kes jî ne di vê nêrînê de ne dibêjin ku Pûtîn bi qasî hêvî dikir bi hêsanî bi pêş neketiye.
Êrîşên li ser Ukraynayê berdewam dikin
Li gorî agahiyan artêşa Rûsyayê gihîştiye bajarê Khersonê. Hevserokê Şaraderiyê Khersonê Igor Kolykhayev, da zanîn ku Artêşa Rûsyayê di ketina bajar de nuqteyên kontrolê ava dike. Îro danê sibê li Kîevê dîsa lêdana dengê sîrenan dest pê kir. Li paytextê hişyariya êrîşa hewayî hat kirin. Dîmenên konvoya Rûsyayê ya bi 67 kîlometreyan ber bi Kîevê ve diçû, hatin weşandin. Hat ragihandin ku dîmen ji bajaroka Ivankiv ê li bakurê Kîevê hatine kişandin. Çînê dest bi tehliyekirina welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir. Balyozxaneyê da zanîn ku koma ewil duh ji welat derketiye. Tirkiye jî xebatên xwe yên tehliyekirine didomîne. Hatibû parvekirin ku 5 hezar kes ji Ukraynayê hatine tehliyekirin.
Pêkanînan û alîkariya çekan
Li aliyê din welat û saziyên navneteweyî li pey hev daxuyaniyan didin. Ji bilî pêkanînan, alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê yek ji geşedanên girîng e.
Herî dawî Avûstralyayê, eşkera kir ku bi bihayê 50 milyon dolarê Amerîkayê dê alîkariya çekan bide Ûkraynayê. Serokwezîrê Avûstralyayê Scott Morrîson ragihand ku ji bo avantajê nedin Rûsyayê der barê çekên bên şandin de agahî neda. Hikûmeta Morrison jî soza 25 milyon dolar alîkariya mirovî da.
Helwesta Tirkiyeyê hê jî cihê nîqaşê ye. Serokomar Erdogan bi gotina "Em ne dev ji Ukraynayê ne jî ji Rûsyayê berdidin" hewl dide her du welatan jî "pêşwazî" bike. Erdogan wiha got: "Em bi biryar in ku ew rayeya ku Peymana Montreuxê der barê trafîka keştiyan de daye welatê me, bi awayekî ku rê li ber mezinbûna qeyranê bigre, bi kar bînin.”
Lêpirsîn li Rûsyayê hat vekirin 
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dê lêpirsînê bide destpêkirin da ku diyar bike ka kiryarên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê sûcên şer in an na. Balyozê Ukraynayê yê li Amerîkayê îdia kir ku Rûsya bombeya vakûm bi kar tîne. Bombeya vakûm ku wekî çekek termobarîk an bombeya aerosolê jî tê zanîn, ji ber ku dibe sedema teqînên mezintir û wêranker oksîjenê ji atmosferê dikşîne. Bikaranîna vakûmê bi navê xwe yê din wek xar (mîsket) tê zanîn, bi taybetî li herêmên sivîlan qedexe ye. Rêveberê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Çekan Stephen Goose, di daxuyaniyekê de got: "Divê hêzên Rûsyayê bikaranîna bombeyên xar rawestîne û bê cudakarî êrîşên xwe yên neqanûnî yên bi çekên ku dikujin û seqet dikin bi dawî bikin."
500 hezar kes koçber bûn
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku heta niha 500 hezar kes koçberî welatên rojavayê Ewropayê bûne. Wezareta Karên Navxweyî ya Polonyayê jî ragihand ku hejmara kesên ji roja pêncşema borî ve ji Ukraynayê derbasî welat bûne nêzî 350 hezarî ye. Ji ber ku li Ukraynayê mêr leşkeriyê dikin jin û zarok bi tenê li ser riyên koçberiyê ne. Di nav agahiyên ku tên girtin de tê gotin ku bi taybetî li bendên deriyê sînor kombûneke mezin heye. Kesên ku nikarin derkevin derveyî welat, li stargehan li bendê dimînin. Jin û zarokên ku îstasyonên metroyê wekî stargeh bi kar tînin bi rojan e bi pisgirêka tunebûna av û xwarinê re rû bi rû ne.