TJA’ê: Dem dema hevgirtinê ye

TJA’yê der barê erdheja Mereş û Dîlokê hat jiyin de daxuyanî da û got, “Di vê pêvajoya ku bi hezaran gelê me di serî de jin û zarok di erdhejê de mexdûr bûn de, dê gelên ku ji aliyê dewletê ve bi tenê hatin hiştin, hevgirtin xwedî derbikeve.”

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 ya ku li Mereş û Dîlokê hat jiyîn û bandor li 10 bajaran kir de, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne û hêj agahî ji gelek kesan nayê girtin.

'Hemû derfet ji bo şer hatin xerckirin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Rûxme ku rayedarên dewletê ji kêliya erdhejê ve dibêjin piştgirî hatiye şandin û di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de tu pirsgirêk tuneye jî, hêj ji gelek bajaran re mudaxele nehatiye kirin. Di şert û mercên zivistanê yên rêş de, di gotin de ji qedera xwe re, di esasê xwe de xemserî û ji ne dîtinê re hatiye terk kirin. Ji ber li hemberî hilweşandinek wiha giran de hemû îmkanên ku divê dewlet ji bo gel bikar bîne, ji bo şer bi kar tîne, îro gel ji ber bê derfetiyê hewl dide xirabeyan bi destên xwe bikolin û xwe bigihînin xizmên xwe. Di vê pêvajoya ku bi hezaran gelê me di serî de jin û zarok di erdhejê de mexdûr bûn de, dê gelên ku ji aliyê dewletê ve bi tenê hatin hiştin, hevgirtin xwedî derbikeve.

Ne xwezayî ye

Şerê ku li Kurdistanê bi giranbûne berdewam dike û çekên kîmyewî yên giran ên di vî şerî de tê bikaranîn, daristanan, ax, av û hemû xweza ji xwazayîbûna vê derxistiye û talan kiriye. Li hemberî van êrîşên ku xweza jî êdî nikare tehemûl bike, hilweşandinek were jiyîn û vê hilweşandinê wek karesatek xwezayî dîtin dê ji şaşitî dîtinek wêdetir neçe. Her çiqas erdheja hat jiyîn ne karesateke xwezayî be jî, piştî hilweşandine negihandina, nebikaranîna derfetan û gel bi zanebûn terkî mirinê kirin jî ne xwezayî ye.

Xebat didomin

Gelê ku bêyî hiştina dilovaniya faşîzma AKP-MHP’ê bi hêza xwe, bikaranîna her firsendê û çi ji destê kî tê dike, dê rastiya hevgirtin dide jiyîn derxe holê. Li ser vê bingehê xebatên me yên ku em weke TJA, DBP, HDP û Rêxistinên Civakî di çarçoveya kampanyaya 'Dem Dema Hevgirtinê' dabûn destpêkirin, dewam dike. Em hemû jin, ciwan û mirovên hestiyar vexwiynîn vê hevgirtinê.”