TJA: Divê di pêvajoya nû ya destûrê de jin hebin
TJA'yê bi daxuyaniyek daxwaz kir ku di dema nivîsandina Destûra Nû de jin jî di komîsyonê de cih bigirin û bi gotinên: “Tevgera Jinan a Kurd xwedî bingeh e ku van nîqaşan birêve bibe” banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qesra Cemîl Paşa civîneke çapemeniyê li dar xist û banga beşdarbûna jinan di komîsyona nivîsandina Destûra Nû de kir.
Aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Jinan a Rosa, aktîvîstên ekolojiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Pankarta bi nivîsa "Bê qanûn çareserî tune ye, bê jin qanûn tune ye" bi zimanên Kurdî û Tirkî li cihê daxuyaniyê hat daliqandin. Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata metna Tirkî ya daxuyaniyê, ji MED-DER'ê Dîlan Şeveşoglu jî metna Kurdî xwend.
Ayla Akat Ata da zanîn ku 40 salên dawî yên dewleta Tirkiyeyê bi pevçûnên li derdora meseleya Kurdan derbas bûne. Ayla Akat Ata diyar kir ku tevahiya tevna siyasî, civakî û çandî ya Tirkiyeyê li gorî pevçûnên heyî hatiye biteşekirin û wiha hat gotin: “Serhildana dawî ya gelê Kurd bandoreke kûr li ser hemû têkoşînên siyasî, tevgerên civakî û hevpeymaniyên li Tirkiyeyê kir. Tevgera azadiya jinan li Tirkiyeyê, bi gelek pêkhateyên xwe yên cuda, di warê avakirin û belavkirina soza aştiyê de li dora pirsgirêka Kurd û di têgihîştina aştiyê de ne weke mijareke ewlehiyê ku tenê li jor tê nîqaşkirin wekî mijareke siyasî û civakî, pêvajoyeke ku were avakirin, destkeftiyên girîng bi dest xistiye.”
Ayla Akat Ata anî ziman ku îro, têkoşîna civakîkirina aştiyê û avakirina wê ji jêr ve ji her demê bêtir ji bo jinan girîng, bihêztir û lezgîntir e û wiha got: “Pêvajoya civakîkirina aştiyê ne pêvajoyeke ku tenê di derbekê de û di carekê de pêk were; têkoşîn û xebateke domdarî û demdirêj dixwaze. Jinên li ser vê erdnîgariyê, ji ber hevgirtina zîhniyeta serdest a mêr, kapîtalîzm, mîlîtarîzm, şovenîzm û feraseta olî, rastî tundiyeke mezin hatine û li dijî wê jî li ber xwe dane. Ji kuştina jinan heta xizaniyê, ji êrîşên nefretê heta paşguhkirinê, ji desteserkirina keda jinan heta dijwarbûna zayendperestiyê di her warî de, me 10 salên pir dijwar li pişt xwe hiştin. Ji ber ku piştî her pêvajoyeke aştiyê ya têkçûyî rê li ber pêlek bihêztir a mîlîtarîzm, şer, tundûtûjî, şovenîzm û neteweperestiyê vekir.”
‘Em aştiyeke mayînde ava bikin’
Ayla Akat Ata di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Jixwe ji ber vê yekê ye ku di van 10 salên dawî de em di pêvajoyeke xirab de derbas bûn. Li gel vê yekê jî tenê kêliyek jî me dev ji berxwedana xwe berneda. Li ser vê bingehê, hinek daxwazên me yên li hemberî polîtîkayên şer ji bo ku em aştiyeke mayînde ava bikin hene. Ji vekişîna hemû qeyûman û bidawîanîna pratîka qeyûman bigre heya betalkirina Qanûna Terorê, azadiya hemû girtiyên siyasî, nemaze girtiyên nexweş, heya krîmînalîzekirina siyasetê û vegera Peymana Stenbolê… Ev daxwaz, daxwazên me yên ku ji hêla têkoşîna me ya hevpar ve hatine kirin in.
Tevgera jinên Azad hem van xwedî van daxwazan e û hem jî di pêvajoya aştiyê de aktoreke sereke ye. Di vê çarçoveyê de, ew girîngiya giran a banga aştî û civakeke demokratîk a ku ji hêla sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destnîşankirin, nas dike û hewldana civakîkirina aştiyê wekî erkê xwe yê siyasî yê sereke dibîne. Her wiha em dizanin ku avakirina aştiyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar e. Tevî Rojava, ew bi jiyan, îradeya siyasî û bi taybetî ewlehiya Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, em ê bi hemû mutefîkên xwe re, bi perspektîfeke navneteweyî ji bo aştiyê; li dijî hemû nêzîkatiyên milîtarîst û operasyonên leşkerî, hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînorên wê, ji bo avakirina hevpeymaniyek aştiyê têbikoşin. Em di wê zanebûnê de ne ku avakirina aştiyê pêvajoyeke demdirêj e. Bi berçavgirtina mîrata kesên ku me ji bo aştiya bi rûmet winda kirine û bi hesreta avakirina cîhaneke wekhev em ê hewl bidin û vê peywira xwe bînin cih. Em dizanin ku barê me giran e û em xwe li gorî vî barê giran û riya dirêj amade dikin.
Îro li Tirkiyeyê; ji jinan heta kedkar û xebatkaran; ji Elewiyan heta civaka Kurd, ji girtiyên siyasî heta ciwan, LGBTÎ û tevahiya komên kêmar, pêdiviya her kesê bi aştiyê heye. Tevgera Azadiya Kurd, wekî her carê, bi biryar e ku plana aştiyê weke xeteke çep-sosyalîst a hevpar ji bo hemû gelên bindest û hemû têkoşerên Tirkiyeyê ava bike. Ji ber ku jin, di esasê de, yek ji komên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Ji ber ku jin her dem bi yên ku li dijî şer, mîlîtarîzm, kapîtalîzm, zîhniyeta serdest a mêran re bûne. Her dem bi feraseta olî, cudakariya li ser bingeha nasnameya zayendî û meyla cinsî û yên ku li dijî kolonyalîzmê li ber xwe dane û hesreta dinyayeke azad û wekhev têkoşiyane. Ji ber vê yekê jî em jin; ji bo qenela siyasetê vebe, ji bo avakirina zemîna hiqûqî û ji bo gavên wêrek û biryarên polîtîk bên avêtin, em ê dengê xwe bilind bikin. Em dizanin ku aştî, bi civakeke demokratîk û avakirina bingehek nû ya demokratîk pêkan e û gelek beşên civakê bi awayên cuda vê yekê daxwaz dikin. Armanca me ew e ku em van dengan bikin yek.
‘Divê makeqanûna 82’an were guhertin’
Daxwaza Makeqanûneke nû li Tirkiyeyeya îro û avakirina pêvajoya aştiyê, dibe ku ne yek ji daxwazên herî lezgîn û yekem be. Ji aliyê din ve jî em dizanin ku daxwaza guherandina Makeqanûna 82'yan ev makeqanûna ku ji aliyê derbekarên dema cuntayê ve hatiye amadekirin û di 40 salên dawî yên Tirkiyeyê de bingeha hemû pêkanînên antî-demokratîk avêtiye; ne tenê daxwaza Tevgera Kurdan e. Bi salan e daxwaza gelek tevgerên siyasî ye. Her wiha, nîqaşa Makeqanûna nû ji du aliyan ve xwedî girîngiyeke bingehîn e: Ya yekem, girîng e ku daxwaza jiyana hevpar a nû, wekhev û demokratîk a beşên pir mezin ên civaka Tirkiyeyê weke metna dawî ya qanûnî û siyasî ya peymaneke civakî ya nû were nîqaşkirin. Ya duyemîn, pêwist e di hemû pêvajoyên avakirina aştiyê de têkoşîn hebe ji ber ku ew ê bibe metnek qanûnî û siyasî ku tê de perspektîf û têgihîştina jiyana nû, wekhev a piştî pevçûnê dê derkeve holê.
Em, weke TJA (Tevgera Jinên Azad), mîna mekanîzmayên din ên avakirina aştiyê, xwe dispêrin hêza xwe, xeta xwe ya siyasî û têkiliyên berfireh û kûr ên ku me bi tevgera jinan re danîne. Li ser vê maseyê, em dixwazin bibin deng û awazên hemû jinên li Tirkiyeyê ku baweriya wan bi hesreta aştiyê heye û ji bo civakîkirina wê têdikoşin. Em armanc dikin ku kesê li paş nehêlin û hemû pirsgirêkên weke mafên sendîkayê bigre heya daxwazên statuyê yên civaka Kurd, ji redkirin û înkarê heya destkeftiyên karker û kedkaran, ji kêmkirina hebûna jinan ji bo statuya wan di nava malbatê de… Em dixwazin, daxwaz û mafên jinan di vê Makeqanûnê de nîqaş bikin.
‘Banga me ji bo hemû jinan e’
Em dizanin ku pêvajoyên avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde encax bi bingeheke bi hêz a hiqûqî pêkan e. Em ê heta dawiyê ji bo avakirina vê bingeha siyasî û zagonî hem ji bo xurtkirina demokratîkbûn û avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina peymaneke civakî ya nû têbikoşin. Banga me ji bo hemû jinên ku baweriya xwe bi aştiyê anîne ev e; bi baweriya xwe, fikarên xwe, hêvî û rexneyên xwe yên ji bo aştiyê, werin bi nîqaşan em xwe xurt bikin û soza xwe bikin yek. Tevgera Jinan a Kurd xwedî bingeh e ku van nîqaşan birêve bibe, bi biryar e ku dengê jinan di nîqaşa Makeqanûna nû de hebe. Di rewşa siyasî ya krîtîk a îro de, em bang li hemû jinên li ser vê erdnîgariyê ne dikin ku tevlî têkoşîneke hevpar ji bo civakîbûna aştiyê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku jin dê pêşengiya tevahiya gel û aliyên bindest û yên tune tên hesibandinê, bikin ji bo wan jiyana hevpar ava bikin. Banga me ji bo hemû jinên ku vê baweriyê parve dikin ev e."
Daxuyanî piştî xwendina metnan bi dawî bû.