TJA dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşek li dar bixe

TJA’yê ji bo meşa ku 1’ê Cotmehê li dar bixe daxuyaniyek da û got: “Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û rakirina astengiyên li pêşiya xwe bimeşin.”

Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi hevî em ber bi azadiyê ve diçin” dê 1’ê Cotmehê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek li dar bixe.

TJA’yê li Qesra Cemîl Paşa ya li Sûra Amedê, eşkere kir ku ew ê meşek li dar bixe. Di civînê de Dayîkên Aştiyê, gelek aktivîstên TJA’yê amade bûn, metna çapemeniyê ya bi Kurdî parlamentera DEM Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, a Tirkî jî aktivîsta TJA’yê Hulya Alokmen xwend. 

‘Muxatabê aştiyê Rêber Abdullah Ocalan e’ 

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku meş ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û wiha hat gotin:“ Di çarçoveya ‘Mafê hêviyê’ de biryarên îhlalê yên hatine dayîn de divê Tirkiye guherînên zagonî yên pergalî çêbike, di vê çarçoveyê de demildest mekanîzmayên ku rê li ber azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekin werin avakirin. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya di bin banê meclîsê de hatiye avakirin, misyona xwe tenê dikare bi hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re temam bike. Di çareseriya pirsgirêkê de rola meclîsê girîng e. Muxatebê çareseriyê rêber Abdullah Ocalan e. Divê komîsyon bi rêber Ocalan ê tiştên di banga 27’ê Sibatê de kir pek anî re demildest hevdîtinê bike. Bicihanîna ‘mafê hêviyê’ dê pêvajoyê bi pêş bixe û riya ber bi aştî û azadiyê ve diçe veke.”    

‘Êdî tehemula jinan nemaye’  

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji bo pêvajo baş bi pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha hat gotin: “Bi şaristaniya dewletê re, jinan sedsalek di bin şer, xizanî û zextan de derbas kirin. Me bi perspektîf û têkoşîna rêberê gelan Abdullah Ocalan ku dibêje, ‘Pirsgirêka jinan çavkaniya hemû pirsgirêkan e’ dest bi têkoşîna azadiyê kir. Me azadiya xwe, weke azadiya civakê dît lê em dizanin ku azadiya me dê tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan be. Ji bo gelê Kurd ê ku pirsgireka xwe ya hebûnê îsbat kiriye niha dem; bi rêbertiya azad hevdîtina bi civaka azad re ye. Em careke din dibêjin ku tehemula me ji vê sedsala bê makezagon û bê statu re tune ye! Divê di demek nêz de astengiyên li pêşiya gelan rabin û temînata zagonî çêbibe.”  

‘Em ê rêwîtiya azadiyê bi pêşketinê bidomînin’ 

Daxuyanî bi gotinên; “Ji bo meşa di riya aştî û çareseriyê de em têkoşîna xwe gav bi gav mezin dikin’ wiha domiya: “Jinan di her serdema dîrokê de, barê herî giran ji ber şer, xizanî û zextan hilgirtine; tevî van hemûya jî bûne kirde û pêşengên aştiyeke demokratîk a civakî, guherîn û veguherina ji bo azadiyê. Weke jinên ku bi daxwaza civakeke demokratîk li ser piyan in, ji bo ku polîtîkayên neçareseriyê, tecrîd, înkar û zextan bi dawî bibin em ber bi riya aştî û çareseriyê ve diçin. Banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, bi heyecan hat pêşwazîkirin, ji bo pêşxistina vê vêvajoyê, em diyar dikin ku bi têkoşîna xwe ya bi rêxistinbûyî em ê bi ser bikevin. Ji bo vê ji 1’ê Cotmehê heta 7’ê Cotmehê em bi şiara ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve diçin’ ji Amedê ber bi Enqereyê ve bikevin rê. Em ê ji Amedê dest pê bikin, heta Riha, Dîlok, Edene, Mersîn, Enqereyê bimeşin." 

Jinan di daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“*Ji bo aştiyeke mayînde divê demildest Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe. 

* Dive komîyona ku di bin banê meclîsê de hatiye avakirin û hevdîtinên xwe didomîne demildest bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bike.

*Divê demildest gavên makezagonî yên ji bo hebûna gelê Kurd, nasname, çand û azadiya ziman bikevin bin temînatê werin avêtin. Di serî de zimanê me, çand û baweriyên me; hemû mafên me yên kolektîf bikevin bin temînata mekezagonî.

* Divê dawî li desteserkirina îradeyê were; hevşaredarên me yên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin vegerin ser peywira xwe, pergala hevserokatiyê ya nûnertiya jinan bi hêz dike bi fermî were naskirin.

* Divê ziman û polîtîkayên desthilatdariya mêr, zayendperest, milîtarîst, werin bidawîkirin, zimanê hevpar ji bo aştiya civakî çêbibe.