TJA bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir

TJA bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” pêşwazî dike, bernameya xwe ya mitîng û çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir.

Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakî û xwepêşandanan a 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku îsal bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” pêşwazî dike, da. TJA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku 8’ê Adara îsal banga mezinkirina azadî û berxwedanê ye û ji bo îradeya jinan li her bajar û kolanan nîşan bidin dê li her derê çalakî û xwepêşandanan li dar bixin.

TJA banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hate ragihandin bibîrxist û silav kir. TJA got : “Mezinkirina têkoşîn û hêviyê ya ji her demê bêhtir bicoş û biîdiatir, soza têkoşîna jinan e. Werin em bi hev re tovê jiyaneke birûmet û azad a nû biçînin.”

Cih û saetên mitîngan:

Mitînga Amedê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 11.00

Cih: Qada Stasyonê

Mitînga Wanê

Dîrok: 9 Mart

Saet: 11.00

Cih: Parka Mûsa Anter

Mêrdîn/Mitînga Nisêbînê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 12.00

Cih: Qada Newrozê

Mitînga Êlihê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 11.00

Cih: Parka 8’ê Adarê

Şirnex/ Mitînga Silopiyayê

Dîrok: 7’ê Adarê

Saet: 12.00

Cih: Qada Newrozê

Mitînga Dêrsimê

Dîrok: 8’ê Adarê 

Saet: 12.00

Cih: Qada Seyîd Riza

Mitînga Edeneyê

Dîrok: 8’ê Adarê 

Saet 14.00

Cih: Qada Stasyonê ya Ugur Mumcu

Mitînga Mêrsînê

Dîrok: 7’ê Adarê

Saet: 14.00

Cih: Kêleka Parka Aştiyê

Bajarên ku dê şahî lê werin lidarxistin

Şahiya Bazîdê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 11.30

Cih: Eywana Dawetan a Prensesê

Şahiya Îdirê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 12.00

Cih: Avahiya DEM Partiyê ya Bajar

Şahiya Tetwanê

Dîrok: 9’ê Adarê

Saet: 13.00

Cih: Eywana Aşiyan

Şahiya Dîgorê

Dîrok: 3’ê Adarê

Saet: 12.00

Cih: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

Şahiya Qersê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet:10.00

Cih: Eywana Dawetan a Anatoryumê

Şahiya Colemêrgê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 11.00

Cih: Eywana Dawetan a Sefayê

Şahiya Xelfetiyê

Dîrok: 5’ê Adarê

Saet:11.00

Cih: Qada Parkê ya 4’ê Nîsanê

Şahiya Curnê Reş

Dîrok: 7’ê Adarê

Saet: 12.00

Cih: Kêleka Mala Bêhnvedanê ya Jinan

Şahiya Sêrtê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 13.00

Cih: Pêşiya Avahiya DEM Partiyê ya Bajar

Şahiyên Mûşê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 11.00

Cih: Parka Goletliyê

Şahiya Gimgimê

Dîrok: 6’ê Adarê

Saet: 19.00

Şahiya Qereyazi ya Erziromê

Dîrok:7’ê Adarê

Saet: 13.00

Cih: Eywana Dawetan a Temayê

Şahiya Geverê

Dîrok: 7’ê Adarê

Saet: 11.00

Cih: Eywana Dawetan a Tekçeyê

Civîn û meşên jinan (tevî platforman)

Şahiya Stenbolê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 13.00

Cih: Qada Îskeleyê ya Kadıikoyê

Şahiya Îzmîrê

Dîrok: 8’ê Adarê 

Saet: 15.30

Cih: Pêşiya Parka Sumerê ya Berê (Konak ÎZSU)

Şahiya Enqereyê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet:15.00

Cih: Kolej Metro

Şahiya Rihayê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 13.00

Cih: Nova AVM

Şahiya Semsûrê

Dîrok: 8’ê Adarê

Saet: 12.00

Cih: Parka Koşuyê