Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e

Kedkarên çapemeniyê salek bi binçavkirin, girtin, bi dehan sal ceza, bêkarî, betalkirina qertên çapemeniyê, cezayê li saziyan, sansur û bi vîrusê jiyan. Loma li Tirkiyeyê 10’ê Çileyê Roja Rojanamegeran ji pîrozkirinê dûr e. Seroka Şaxa Stenbolê ya TGS’ê Ayşe Banu Tuna, diyar kir ku zexta li ser xebatkarên medyayê bi girtîgehê bi sînor namîne, xwedîbûna medyayê bûye alîgirî, bi dozan tê xwestin rojname dev ji karê xwe berdin, bi êrîşên fizîkî çavên xebatkarên çapemeniyê ditirsînin.

 

Navenda Nûçeyan-  Ji bo xebatkarên çapemeniyê, sala 2020’an bi binpêkirina mafan derbas bû; di bîra me de binçavkirin, girtin, gefxwarin, bêkarî, îptalkirina qertên çapemeniyê, cezayê li saziyan hatine birîn û sansur man. Tevî van hemûyan, xebatkarên çapemeniyê dev ji têkoşîna xwe bernedan. 10’ê Çileyê Roja Rojnamegeran li cihê pîrozkirinê, bûye roja têkoşînê.
Li Tirkiyeyê Zagona Çapemeniyê ya Hejmar 212 ku di sala 1961’ê de ketiye meriyetê û mafên zagonî, civakî û aborî yên rojnamegeran diparêze; divê wekî Roja Rojnamegeran” bê pîrozkirin lê wê demê pejirandina vê zagonê qet hêsan nebû. Xwediyên neh rojnameyên çalak ên wê demê, bi hinceta ku dê zagon “metirsiyên pîşeyî” bi xwe re bîne belavokek hevpar îmze kirin, rojnameyên xwe sê rojan girtî hiştin. Li dijî vê protestoya patronên medyayê, bersiva rojnamegerên çalak ên wê demê dixebitîn jî li  10’ê çileya 1961’ê roja azadiya çapemeniyê û mafên xwe xwedî derketin û meşek li dar xistin û dûre jî rojnameyek bi navê “BASIN” derxistin, sê rojan weşandin. Ev bûyera ku di dîroka çapemeniyê de bi navê “Bûyera 9 patronan” tê zanîn, pêşî “cejin”, piştî muhtiraya 1971’ê jî wekî “roj” hat pîrozkirin û dawiyê jî 10’ê Çile Roja Rojnamegeran bi xwe re anî.  
Li Tirkiyeyê di sala 2020’an de çi hat serê rojnamegeran?
 
Pandemiya Covîd-19 destpêka meha Adarê li Tirkiyeyê derket. Ji ber wê wekî hemû welatên cîhanê Tirkiyeyê jî ji bo tedbîrê rê û dirban girt. Ji ber vîrusa koronayê ya li hemû cîhanê bandora wê çêbû rayedaran gotin “Li malê bimîne” lê rojnameger li nexweşxane û kolanan bi virusê re rûbirû bûn, lewre bi belavbûna vîrusê mesûliyeta li qadan a rojnamgerên li Tirkiyeyê zêdetir bû pê re jî jiyana wan ket xeterê. Ji bo civak ji bûyerên jiyanê bê agahî nemîne û rastiyan bizanibe di her mercî de karê xwe domandin. Gelek rojnameger bi nexweşiya vîrusa koronayê ketin, lê yên ji vê pêvajoyê zêdetir bi bandor bûn rojnamegerên girtî bûn. Ji ber pandemiyê zagona nû ya înfazê derket, bi hezaran kes derketin lê kesên ji bo azadiya fikir û ramanê girtî bûn û rojnameger neketin ber vê zagonê. Ji ber wê jî rojnameger di vê pêvajoya pandemiyê de jî girtî man.
Rojnamegerên jin karê xwe li malan domandin
 
Gelek rojnameyan buroyên xwe girtin, li malan xebitîn. Ji ber guherînên di pêvajoya pandemiyê de çêbûn û rojnamger li malê xebitîn maliyet zêdetir bû. Ji ber ku dengeya kar û malê ya rojnameger xirab bû, gelek mesrefên lojîstîk zêdetir bûn. Rojnamegerên jin ji ber li malê dema xebitîn navber ket nava karê wan zehmetî kişandin lewre ji aliyekî ve bi zarokên xwe re têkildar bûn, ji aliyekî ve jî nûçe çêkirin vê yekê jî dema kar zêdetir kir.
Maf ji dest diçin
Li gorî anketa ku TGS’ê Şaxa Stenbolê di mehên havînê de kiriye; ji sedî 40 maf ji dest çûne, mesaî zêde bûye, li ser nûçeyên têkildarî vîrusê sansur û oto-sansur çêbûye. Ji bo jinan jî pirsgirêka herî mezin ew bûye ku li malê xebitîne û ji ber girtina dibistanan zarok li malê mane vê yeke jî barê wan girantir kiriye. Jin hem wekî rojnameger, hem dayik, hem ên xwedî dikin hem jî mamoste rojên zehmet jiyan. 
Gelo azadiya çapemeniyê çawa bû?
Li Tirkiyeyê rojnameger hem ji ber gotin hem jî nivîsên xwe tên girtin. Kedkarên çapemeniyê ji azadiya xwe dûr dimînin, civak jî nikare agahiyên rast hîn bibe. 70 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê girtî ne. Divê rojnamegerên muxalif ên ji ber zextan sirgun bûne jî neyên jibîrkirin. Rojnameger di vê salê de ji mafên xwe bêpar man, ceza girtin û rastî lêpirsînan hatin, îhlal çêbûn, doz û zêdebûna bêkariyê di vê salê de zêdetir bû.
Tirkiye di lîsteyê de di rêza 154’an de ye
 
Li gorî rapora ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas amade kiriye, li cîhanê 130 rojnameger ji ber ku li ser vîrusa koronayê nûçe çêkirine hatine girtin. 287 rojnameger jî ji ber pîşeya xwe di girtîgehan de ne. Li gorî raporê, Tirkiye di nava lîsteya azadiya çapemeniyê ku 180 welat tê de ne di rêza 154’an de ye. Li gorî raporê li Tirkiyeyê ji 1’ê Kanûnê vir ve 13 rojnameger ji ber pîşeyê xwe di girtîgehan de ne. Li tevahiya cîhanê hejmara rojnamgerên jin ên girtî 42 ye, rêjeya jinên girtî yên rojnameger li gorî tevahî rojnamegerên girtî di sala 2019’an de ji sedî 35 zêde bûye. 
Rojnameger bi çi hatin sûcdarkirin?
Li gorî rapora TGS’ê ya di navbera 1’ê Nîsana 2019 – 1’ê Nîsan 2020’an de; di salek de 103 rojnameger 108 car hatine binçavkirin. 11 rojnameger di bin çavan de hatine derbkirin, du rojnameger rastî lêgerîna tazî hatine. Di sala dawiyê de li rojnamegeran 76 car lêpirsîn hat vekirin. 166 dozên ku rojnamegerên wan sûcdar an jî dozdar bûn hatin dîtin. Bi tevahî herî kêm 178 sal 6 meh û 9 roj cezayê girtîgehê hatin birîn. Gelo ev rojnameger bi çi tên sûcdarkirin? Zêdetir bi sûcdariya li dijî pergala makezagonê û propagandaya terorê re rûbirû man. Li aliyê din RTUK’ê bi tevahî 16 caran weşana xwe da rawestandin û li medyayê 1.033.864,00 TL cezayê pere yê îdarî birî. Li gorî anketa TGS’ê ji sedî 80,8 rojnameger rastî sansurê hatine, ji sedî 78,7 jî otosansor pêk anîne.
“Rojnamegerên meqbûl û bi xeter hene”
10’ê Çileyê Roja Rojnamegeran ku ji bo çapemeniyê rojeke gelek girîng e li Tirkiyeyê çawa hat pêşwazîkirin? Karneyê çapemeniyê yê di sala 2020’an de çawa bû? Ji aliyê dîroka çapemeniyê ve me saleke çawa li dû xwe hişt? Me ji Seroka Şaxa Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamegeran Ayşe Banu Tuna pirsî.
Ayşe Banu Tuna got ku hikûmetê tabloyek cuda çêkiriye lê azadiya çapemeniyê subjektîf e, li gorî polîtîkaya hikûmetê tişteke ku pênaseya wê biguhere nîn e. Tune dibêje “Krîterên wê yên gerdûnê hene. Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeheke mezin e. Tenê niha ne ji bo 70 rojnamegerên girtî, ji bo yên li derve jî wisa ye. Ên ji xwe re dibêjin rojnameger û bûne amûra propagandayê ne tê de ne bêgueman. Li vî welatî dewlet biryar dide kî rojnameger e ne rêxistinên pîşeyê. Ji bo dewletê rojnamegerên meqbûl û bi xeter hene û dayîna qertên çapemeniyê di tekela dewletê de ye.”
“Dîtina rojnamegerên jin zor e”
Ayşe Banu Tuna dibêje li welat 11 hezar rojnamegerên bêkar hene, gelek rojnamegerên ku bi layiqî xebitîne ji derveyî sektorê hatine hiştin. Dema ku em behsa jinan jî bikin rewş xirabtir e. Wekî cîhanê li Tirkiyeyê jî rêgezên pîşeyê ji aliyê mêran ve tên danîn, demeke dirêj ji ber ku ev wekî pîşeyek ji aliyê mêran ve hatiye biteşekirin tê dîtin, rêjeya xebatkarên çapemeniyê yên jin li gorî mêran pir kêm e. Tuna wiha didomîne: 
Hejmara jinên rêveber û xwedî biryarê kêm e. Tevî vê jî jin bi piranî li gorî rolên zayenda civakî tên îstîhdamkirin. Mixabin hê jî qadên ku rojnamegeriyê wekî karê mêr û karê jinan ji hev diqetînin hene. Di servîsên wekî siyaset, rojev, spor û aborî de jinên edîtor, midûr pir kêm in lê di servîsên wekî magazîn, jiyan, çend-hunerê de profîla jinên ku pir dixebitin balê dikşîne. Bi taybetî di çapemeniya herêmî de jin nayên tercîhkirin. Ji ber fikarên ku dê jin nikaribe heta saetên dereng bixebite, biçe her cihî, destûra welidînê, ger bizewice tezmînata kidemê bigre, mêr tên tercîhkirin. Dema ku dixwazin kadroyan kêm bikin destpêkê ronamegerên jin ji çav tên derxistin. Welhasil li vî welatî dîtina rojnamgerên dixebitin zor e, dîtina yên jin zortir e.”  
“Divê mirov behsa zexta li ser çapemeniya Kurd bike”
Ayşe Banu Tuna diyar dike ku ne tenê di salek de di 10 salên dawiyê de li ser xebatkarên çapemeniyê zext zêde bûne ev yek tenê bi girtîgehan bi sînor nemaye, xwediyên medyayê bûne alîgir, bi dozan xwestine rojnamegeran bêzar bikin, bi êrîşen fizîkî çavên xebatkarên çapemeniyê tirsandine û dibêje: “Dema ku rojnameger dîl tên girtin, Tirkiye jî mafê xwe yê agahî û demokrasiyê ji dest dide.” Û wiha didomîne: 
“Ji 70 rojnamegerên di girtîgehan de 4 jin in, em hejmara yên lêpirsîn li wan hatine vekirin nizanin lê divê mirov bi taybetî behsa zextên li ser çapemeniya Kurd bike. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û Jin Newsê ji aliyê rayedaran ve bi taybetî tên kirîmînalîzekirin. Di her bûyerên civakî de ji van saziyan kesan binçav dikin. Herî dawî di çalakiya ku li Enqereyê ji aliyê Platforma Jinan a Enqereyê ve bi navê “Gulistan Doku li ku ye” hatibû lidarxistin de hevalên me yên rojnamegerên jin ên ji Ajansa Mezopotamya û Jin Newsê hatin binçavkirin.”
3 rojnamegerên jin hatin kuştin
Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê, di belavoka ku 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan belav kiribû de ragihand ku di sala 2020’an de li tevahiya cîhanê ji 700’î zêdetir jinên rojnameger rastî şîdetê hatine. Koalîsyonê diyar kirin ku tenê di sala 2020’an de ji 701’ê zêdetir faktorên şîdetê derxistiye holê. Li gorê vê, 24 bûyerên îstîsmarê û 78 kampanyayên reşkirinê çêbûne. Dîsa 138 jinên rojnameger dema li derve xebitîne hatine astengkirin û rastî êrîşê hatine. 97 jinên rojnameger hatine binçavkirin, 51 jî hatine girtin. 3 rojnamegerên jin jî hatine kuştin. 
Ji 4 rojnamegeran 1 bê kar e
Li gorî daneyên TGS’ê di sektora medyayê de nêzî 40 hezar rojnameger hene. Hejmara rojnamegerên ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê qertê çapemeniyê daye wan 9 hezar e. Ji 4 rojnamegeran yek bê kar. Li Tirkiyeyê rêjeya giştî ya bêkariyê ji sedî 11 ye, di sektora medyayê de ji sedî 25 e.