Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya de di rêza 158’emîn de ye

Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSF’ê ya 2024, Tirkiye ji 180 welatan di rêza 158’an de ye. Di rêza jêr a endeksê de Îran di rêza 176, Koreya Bakur di ya 177, Afganistan di rêza 178, Sûriye di rêza 179 û Erître jî di rêza 180’emîn da cih girt.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2024’an eşkere kir. Di endeksa ku hat gotin, "Ev 7 rêz pêşketina Tirkiyeyê ya ku par di rêza 165'an de cih digirt, nîşan nade ku wek azadiya çapemeniyê rewş nebaş e” hat diyarkirin ku Tirkiye di endeksê de di kategoriya “pir xeternek” de cih digre.

'Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde paş ketiye ye'

RSF’ê, wiha got: “Di endeksê de bilindbûna rêza 158’emîn, ji ber ku welatên wekî Hindistan, Azerbaycan, Rûsya, Belarûs û Bangladeşê ku di endeksa par de li pêşiya Tirkiyê bûn, di sala dawî de bi taybetî di warê nîşaneyên 'siyasî' û 'ewlekarî' de xisarên pir mezin dan çavkanî digre. Her wiha di pêvajoya hilbijartinê de geşedanên wekî alîgiriya weşana raya giştî, girtina bi dehan rojnamegeran û bêcezatî, Tirkiye kir yek ji welatên ku di warê faktorên 'polîtîk’ yên li hemberî medyayê de herî zêde paş ket. Her wiha piştî erdheja 6’ê Sibatê, lêpirsîn û dozên der barê rojnamgeran de bi hinceta  “dezenformasyon” hatin meşandin jî, eşkere kir ku kar di qada “yasayî” de jî nebaş e. Li Tirkiyeyê carek din hilbijartina partiya Recep Tayyîp Erdogan cihê fikarê ye. Tirkiye girtina rojnamgeran didomîne, hema bejê bi kontrola sansûra online û kontrola darazî ya pergalî, qelskirina çapemeniyê didomîne.”

'Dewlet û hêzên siyasî di parastina azadiya çapemeniyê de roleke kêm dilîzin'

Dîrektora Weşanên RSF’ê Anne Bocandé ya nêrînên wê di endeksê de cih girt, diyar kir ku di sala 2024’an de zêdetitê nîvê nifûsa cihanê diçin ser sindoqan, di mijara kêmbûna "nîşana siyasî" ku yek ji 5 nîşaneyên Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya 2024’an de hinek hişyariyan da:

“Dewlet û hêzên siyasî her ku diçe di parastina azadiya çapemeniyê de rolek kêm dilêyzin. Ev qelsbûn, carna dibe sedema lêpirsînkirina rola rojnamegeran, amûrkirina çapemeniyê an jî tacîz an beşdarkriina kampanyayên dezenformasyonê. Rojnamegeriya layiqî navê xwe jî, berovajî şertekî sûdgirtina pergalî bi demokratîk û azadiyên siyasî ye.”

'Filistîn di aliyê ewlehiyê de yek ji 10 welatên herî xirab e'

Endeksê, bal kişand ku Filistîna 157 roj in di bin dagirkerî û bombeyên Îsraîlê de ye, ji bo rojnamgeran di aliyê ewlehiyê de yek ji 10 welatên herî xirab e. Pisporên ku beşdarî anketa li bingeha endeksê hatiye çêkirin bûn, ragihandin ku ji 180 welatan herî kêm ji bo 138 welatan, aktorên siyasî bi awayekî rekûpek beşdarî kampanyayên propagandayê yan jî dezenformasyonê dibin.

'Rêjeya azadiya çapemeniyê ya Norwecê jî kêm bû’

DYE ya ku amadekariyên hilbijartinan dike û beşek siyasetmedarên ku bi awayekî vekirî dijminatiya çapemeniyê dikin û hinek caran jî banga hepskirina rojnamegeran dike, di endeksê de 10 rêz daket û di rêza 55’emîn de cih girt.

Li Macaristanê wekî Victor Orban û li Slovakya 29 Robert Fico yên dînamîkek xeternak bi pêş dixin, hewl didin rojnamegeriya serbixwe bifetisînin. Norweca ku di YE’yê de di rêza yekem de cih digre jî puana xwe ya azadiya çapemeniyê daxist, Îrlanda 8 ji ber hewldanên dadwerî yên partiyên siyasî ji bo tepîsandina çapemeniyê, lîdertiya xwe ya di Yekîtiya Ewropî de da Danîmarka 2. Îsveç jî di rêza 3’emîn de ye. Di endeksê de Elmanya di rêza 10’emîn, Brîtanya di rêza 23’emîn, Îtalya di rêza 46’emîn, Bulgarîstan di rêza 59’emîn û Yunanîstan jî di rêza 88’emîn de ye.

'Zextên Rûsyayê tên teqlîdkirin'

Di endeksê de hate diyar kirin ku Rûsya (162) ku Vladîmîr Putîn ji nû ve wekî serok hate hilbijartin, dema li dijî Ukraynayê (61) şer didomand, zirarek girîng da ekosîstema çapemenî û ewlehiya rojnamegeran, hate destnîşan kirin ku Belarûs didomîne (167, - 10 rêz), Gurcistan (103), Kirgizistan (120) û Azerbaycan (164, -13) zextên Rûsyayê teqlîdkirine û sansura medyayê girantir kirine.

Di rêza herî binî ya endeksê de jî Çîn di rêza 172’emîn, Vîetnam di rêza 174’emîn, Îran di rêza 176’emîn, Koreya Bakur di rêza 177’emîn, Efganistan di rêza 178’emîn, Sûriye di rêza 179’emîn û Erître di rêza 180’emîn da cih girt.