Tirkiye çawa dikare qada hewayî ya ku ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve tê kontrolkirin bi kar bîne?

SORGUL ŞÊXO
Paşperdeya êrîşan!
Heyva Tebaxê heyveke bi hêvî ye ji Gelê Kurd re, çimkî di vê heyvê de gelek pêşketinên ber bi çav rû dane û bi taybetî di vekirina nûnertiyên Rêveberiya Xweser li Ewropayê her wiha diyalogên bi armanca naskirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya wê di aliyê siyasî û aborî de. Ji lewre di vê heyvê de ji destpêkê heya niha, dewleta tirk li dijî pêşeng û fermandarên Kurd ku pêşengiya pêvajoyê kirin û bi rihê demê û tolhildanê tevdigeriyan, êrîşên nû pêk aniye û teqtîkên xwe yên şer guhertine. Mirov ji êrîşên dewleta tirk ku ji 23'ê Nîsanê ve li dijî Herêmên Parastina Medyayê dabû destpêkirin de, fêm dike ku armanca dixwestin bi dest nexistin, berovajî wê gelek bedel dan. Helbet bêguman, êrîşên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya Şengalê têkçûna dewleta tirk di aliyê leşkerî de dide teqez kirin. Ka em vegerin çend rojên destpêkê yên heyva Tebaxê û binêrin ku dewleta tirk çi komkujî pêk aniye. Êrîşên li ser herêma Eyn Îsa ku wekî xeleka Herêma Cizîrê bi Herêma Firatê ve girê dide ranewestiya ye. Helwesta garantoran ji êrîşan çi ye, nas bikin.
Bûyer û komkujiyên heyva Tebaxê
Di 2'ê Tebaxê de dewleta tirk a dagirker li nêzî Hola Selam a ku rojhilatî navçeya Til Temir dikeve, topbaran kir ku di encama wê de jî dayika bi navê Ayîşa El-Hesen a 40 salî û kurê wê Hisên Salih 4 salî birîndar bûn. Di 4'ê Tebaxê de gundê Sefawiyê hat topbarankirin û maleke sivîl kirin hedef, ku di encama wê topbaranê de komkujiyeke pir hov rû da, bav û 3 zarokên xwe şehîd bûn jiyana xwe ji dest dan û dayik û zarokeke wê bi giranî birîndar bûn. Dewleta tirk sûcdarê qetilkirina zarokan e, xewn û xeyalên zarokan qetil kir, mala ku bi dehê salan kevir bi kevir lê dikirin rûxand her wiha dayik ji zarokên wê û hevjînê wê mehrûm kirin. Ev komkujî yek ji biçûktirîn komkujiyên dewleta tirk dijî şêniyên herêmê ye, wekî noqotek av ji deryayên pir kûr. Êrîş û topbarana gundên di xeta agir de ji Şehbayê heya Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê, Qamişlo ranewestiya ye, ji bilî ku her roj bi dehan gund topbaran dikin, sivîlan jî dikin hedefa top û balafirê xwe. Li gundewarên Til Temirê taybet li gundê Dirdara, Til Şinan a Aşûrî-Suryanî, Qibûr Xercina, Um El-Kêf, Eboş, Şêx Elî û Micêbira jî: Meclisên sivîl, şaredarî û saziyên ku xizmeta şêniyên herêmê dikin jî hatin topbaran kirin, erd û zeviyên sivîlan, hola dawetê û kesareya çêkirina çemento û esfeltê jî kirin hedefa topan. Di 4'ê Tebaxê de li gundê Um El-Kêf pîrejinek bi navê Fitêm Getûf û du leşkerekên Rêjîma Sûrî birîndar bûn. 15 Tebaxê li gundê Til Şinan ê Aşûrî bi giranî hate topbaran kirin û di encamê de jinek bi navê Meryem Hemdo Şêx Salih birîndar bû. 17'ê Tebaxê jî di saet 09:00'ê şevê de dewleta tirk bi obîs û hawanan navenda navçeya Zirganê bi sedan top, barandin. Di encamê de jî jinek û zarokeke biçûk jiyana xwe ji dest dan û 17 kes di nav de jin, zarok, mêr û kal û pîr birîndar bûn. Di 18'ê mehê de jî bi rêya balafirên keşfê (SIHA) dewleta tirk Navenda Meclisa Leşkerî a Til Temirê bombebaran kir, ku di encama wê de jî 4 Şevan gorî ku Meclisa Leşkerî a Til Temir ragihandibû, şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan jî Fermandara YPJ'ê Sosin Bîrhat bû. Ev yek dikeve rêzesûcên şer, ku tu zagonên navdewletî wê qebûl nakin û di hevpeymanên navneteweyî de jî qedexe ye, lê dema ku ev bûyer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin hemû cîhan çav, guh û devê xwe digrin. Wekî ku bêjin, divê ku mirin tenê para we be, lê gelê me ji mirinê jiyaneke bi rûmet diafirînin û pêre jiyan dikin.
Tirkiyê çawa dikare qada hewayî ya ku ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve tê kontrolkirin bi kar bîne?
Piştî ewqas qurbanî û komkujiyên hov, mirov dipirse gelo garantorên li herêmê Hêzên Rûsya-Emerîka, qaşo divê ku li gorî bendên hevpeymana agirbesta ku di Cotmeha 2019'an de da bi rêya Tirkiyê-Rûsya û Tirkiye-Emerîka hatibû ragihandin, tevbigerin. Lê mirov ji helwesta wan matmayî dimîne ku li hemberî ewqas komkujî û qurbaniyên rojane çêdibin, bêdeng in. Ger mirov pê bifikire, bêdengî bersiveke herî xurt e. Em werin êrîşa hewayî ya ku li ser Til Temirê di 18'ê Tebaxê de rû da, hinekî binêrin û li rastiyê, paşperdeya wê û rola hêzên garantor bigerin û bibînin. Gelo Tirkiye çawa dikare qada hewayî ya ji aliyê hêzên koalîsyona navneteweyî ve tê kontrolkirin bi kar bîne?. Qada hewayî ev çend sal in di bin kontrola hêzên Koalîsyonê de ye?. Ger we ji bîr nekiribe jî dîsa di êrîşa hewayî li ser Qereçoxê de ku di 25'ê Nîsana 2017'an de pêk hat û di encama wê de jî 20 şervanên YPJ/YPG şehîd bûn. Mirov dikare ji wir de pirsa xwe bike, gelo Tirkiyê çawa dikare Qada Hewayî ya ku ji aliyê hêzên Koalîsyên ve tê kontrolkirin, bikar bîne?. Ya rast di wir de hevkariya Hêzên Koalîsyonê bi Tirkiyê re eşkere bû û ji wir de êdî Qada Hewayî hember hedefên bi vî rengî de vebû. Em mînakeke din jî bibîr bixin, di 23'ê Hezîrana 2020'an de li gundê Helincê dewleta tirk bi rêya balafirên keşfê, sê jinên siyasetmedar û pêşegên rêxistina Kongreya Star Ş.Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Yadê Emîne şehîd xistin. Di salvegera wan a Yekemîn de jî Kongreya Star 23'ê Hezîranê wekî "Roja Têkoşîna li dijî sûcên li dijî nasnameya siyasî ya jinan"ragihand. Di vir de ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku dewleta tirk çawa, bi çi maf î dikare qada hewayî bikar bîne û taybet fermandar û pêşengên Kurd û yên jin hedef bigre?.
Vebûna asoyên navneteweyî û nîqaşên naskirina rêveberiyê yên cidî
Piştî ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir êdî bala hemû cîhanê kişand û bû sedema telîvbûna bi hezaran keç û xurtên biyanî û enternasyonalîst ji şoreşê re û canê xwe jî kirin qurban. Hemû sînor derbas kirin û ber bi warê şoreşê ve hatin. Destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ û têkbirina DAIŞ'ê li Baxozê, di aliyê navneteweyî ve gelekî deng veda û bû sedem ku asoyên navneteweyî ji xebatên dîplomasî re vebe. Dewleta Tirk jî hesasiyeta vê qonaxê û vebûna herêmê ji asoyên nû yên navneteweyî re hîs dike. Taybet piştî ku Seroka Meclisa Sûriyeya a Demokratîk MSD'ê îlham Ehmed derbarê xebat û diyalogên xwe li ser asta navneteweyî çêdibin de got ku: Li hember piştgiriya Rêveberiya Xweser meyleke navneteweyî heye her wiha di derbarê îtîraf ango naskirina Rêveberiya xweser de nîqaşên pir cidî hene. Ê dema ku dewleta tirk vebûna asoyên navneteweyî dibîne, bê guman asta êrîş û hedefên xwe jî zêde dike. Wekî ku bêje: Ez çi bikim jî, lê ez ê nehêlim Kurd û gelê herêmê bi Suryan, Aşûrî û neteweyên xwe bibin xwedî statu. Lê bi qasî ku diyar dibe jî di aliyê leşkerî de û li gorî zagonên navneteweyî û di çarçoveya mafên parastina rewa de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD bersiva êrîşan didin û gelek derbên giran li dijmin dixin.
Ji vekirina 7 nûnertiyên Rêveberiya Xweser li cîhanê, bi tirs e
Dewleta tirk vekirina her 7 nûnertiyên Rêveberiya Xweser li ser asta cîhanî de wekî xeteriyekê ji hegemonyaya xwe re dibîne. Tirk vê dibêjin ku çawa wê 7 nûnertiyên Rêveberiya Xweser temsîla gelê herêmê li ser asta cîhanî bikin? Tirk hêvî û bawer nedikirin ku ji Kurd, Suryaniyên ku ewqas sal di bin zexta dewletê de bûn, bi komkujiyan re wan rû bi rû dihiştin û nasnameya wan qedexe dikir, îro li ser asta cîhanî û li Ewropayê bibin xwedî statu û hebûneke wan çêbibe her wiha doza wan bi ser bikeve. 7 nûnertiyên Rêveberiyê îro bi erk û misyoneke pir mezin ve tevdigerin, ev 7 nûnertî hemû kiryarên ku dewleta tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne wekî belge, bi foto, dîmen û agahî radestî aliyên pêwendîdar, li ser asta navneteweyî, dike. Êdî roj bi roj cîhan rastiya dagirkeran û Herêma Ewle ya ku dewleta tirk behsa wê dike, dibîne û bi belge ne jî. Bêguman, dewleta tirk van daneyan hemû dixwîne û cidiyeta wê jî hîs dike, ya ku acizbûyîna wê jî bêtir nîşan dide binpêkirinên wê yên zêde li herêmê ne. Bi mebesta ku raya giştî ya cîhanî ji rastiya Rêveberiya Xweser ku bûye nûnertiya vîna gelên herêmê û nasnameya wan, dûr bixe û hewl dide ku nîqaş û îdîayên derewîn yên di derbarê Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê de nû bike. Hemû êrîş û îdîayên dewleta tirk di vê dema dawî de li ser medyay civakî parve dike, rengekî ji rengê şerê taybet e.
Herêma Ewle, îro dewletên biçûk ên terorîstan in
Dewleta tirk bi hincetên ku Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ'ê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê, xeterê ava dike, di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî. Li wir gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk anîn, zarok û jin qetil kirin, çekên giran û kîmyewî bi kar anîn her wiha konvoyên gel ku çûn piştgiriya şervanên xwe bikin, bombebaran kirin. Piştî ewqase binpêkirinan dewleta tirk ku qaşo wê koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bi cih bûne, li herêmên ku werin dagirkirin werin bicihkirin wekî Serêkaniyê û Girê Spî. Lê piştî ku her dû bajar û bi sedan gund hatin dagirkirin tişta ku rû da ne wiha bû. Piştî ku gelê resen ê wê axê ji wir dan koçberkirin û bi darê zorê derxistin, armanc û polîtîkayên guhertina demografiya herêmê dest pê kirin. Serêkaniyê wekî Til Temirê bi neteweyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan dihat nasîn. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe birêxistin dikirin û bi hemû rê û resmên xwe yên neteweyî ve radibûn. Lê niha kanî û li ku derê ne ew Kurd, Ezidî û Suryaniyên Serêkaniyê yên resen yên wê axê? Çima Efrîn ji Kurdan tê valakirin? Niha ji bilî dengê guleyan, bêhna xwînê, dengê tiştek din ji wan bajaran nayê, berovajî rojên berê yên ku di dema serweriya me de. Di wê demê de mizgeft û dêr li kêleka hev bûn, dengekî mele û dengekî keşe, li aliyekî din dengê azanê û dengê zingilê dêrê dihat û gorî wê gel bi rê û resmên xwe ve radibûn. Ev hemû polîtîkayên pir xeter in û daneyên pir xirab jî bi xwe re tîne. Herêma Ewle ya ku Erdogan behsa wê dikir, îro kiriye welatekî biçûk ê terorîstên ku li ser tevahî cîhanê xeteriyê ava dike. Herêma Ewle herêma hebûna terorsîtan tevî malbatên wan in.
Helwesta Koalîsona Navneteweyî çi ye?
Hêzên Koalîsyona navneteweyî ji 2014'an ango ji Şerê Kobanê de heya niha bi navbênkariya bi Hêzên Sûryeya Demokrat QSD'ê re, şerê terorê DAIŞ'ê dike. 7 sal in, gelek bajarên ku di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê de bû û wekî paytext ji xwe re bikar dianîn û li ser cîhanê tevahî xeterî ava dike, ji aliyê Hêzên QSD'ê bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî rizgar kirin. Lê ji dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û vir de gelek mirov ji helwesta Emerîkayê çi fêm dike û dibîne, ev yek jî gumanê û gelek pirsan di mejî de diafirîne.
Gel li bersiva vê pirsê digere û dixwaze!
Gumaneke pir xeter li pey vê helwestê heye. Çima îro hêzên Koalîsyonê xwedî li vê yekê dernakevin, tevî ku dizanin çiqas bedelên giranbuha di rizgarkirina van herêman de hatine dayîn? Divê ku îro hêzên koalîsyonê, di vê pêvajoya pir hesas de helwesta xwe eşkere bikin. Îro divê ku gel bersiva vê pirsa xwe bizanibe ku dewleta tirk çawa qada hewayî ya ku ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve tê kontrolkirin, tê bikaranîn?.
Jixwe diyar e ku helwesta gelê herêmê bi Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr û hemû neteweyên xwe ji van êrîşên dewleta tirk çi ye û doza çi dike. Li hemberî wan jî gel li gorî şerê gelê şoreşgerî tevdigere û bêguman gelê ku xwedî doz in, wê serkeftin her para wan be.