Tifaqa NADA li ser zoomê civiya

Tifaqa NADA bi dirûşma "Bi yekîtiya jinan em ê şoreşa demkratîk pêk bînin" yekemîn sempozyûma xwe li dar xist.

CAROLİN BAZZİ

Beyrûd - Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin, 14'ê Adarê Tifaqa Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) li ser zoomê sempozyomek lidar xist. Beşdaran li ser çend mijarên ku jinên Rojhilata Navîn eleqedar dikin, êş û zehmetiyên dikşînin, nîqaş kirin. Di destpêkê de li ser yekemîn konferansa Jinên Rojhilata Navîn ku di sala 2013'an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin, gotûbêjkirin û di wê çarçoveyê de parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî.

“Jinên beşdarî konferansa yekem bûyî di girtîgehan de ne”

Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku jinên beşdarî konferansa Yekemîn bûne îro di girtîgehên Turkiyê de girtî ne. Dîlan Dîrayet taşdemîr tekez kir ku rastiya trajîk a jinê ku we bi hemû şêweyên tundiyê re rû bi rû nehatiye guhertin lê ev yek rê li ber zêdebûna hejmara beşdar û  tevlîbûna jinên ji Bakur û Başûrê Afrîkayê ji bo konferansê duyemîn, nagire. Li ser rola Tifaqê di piştevaniya girtiyên jin li welatên curbicur ên erebî û herêmî, bi taybetî li Tirkiyê de jî Dîlan Dîrayet Taşdîmîr wiha anî ziman: "Di çalakiyên me de mijara girtiyên jin tê nîqaşkirin. Gelek jinên di konferansa yekem a ku li Amedê hat lidarxistin de cihê xwe girtin ji bo konferansa duyemîn jî bi coş bûn, ev jî parçeyek ji têkoşîna me ya ji bo mafên jinan e. Em dizanin ku jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yên ji bo azadî û edaletê têdikoşin dibin hedefa hikûmetan ji ber wê jî pêwîstiya me bi Tifaqa NADA heye ku dengê van jinan bigihîne cîhanê. Dema ku Tifaqa NADA belgeya xwe eşkere kir, jinên girtî bi taybetî jinên ku di kongireya yekem de beşdar bûn û niha di girtîgehên Turkiyê de girtîne hêvî kirin ku Tifaq bibe dengê wan jî.”

"Jin dikarin li hemberî zehmetiyan bisekine"

Rojnemevana Misrî û çalakvana femînîst Walaa Ebû Steit jî derbarê encamên konferansa duyemîn de axivî û got ku encama herî girîng jî avakirina Koalisyona Jinan a Demokratîk a Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bû ku bi dirûşma "Bi Yekîtiya jinan em ê şoreşa demkratîk pêk bînin" despêkir. Her wiha Walaa Ebû Steit bal kişand ser wê yekê ku di konferansa duyemîn de pirsgirêkên jinan û rastiya wan li welatên erebî û herêmî û bandora şeran li ser jinan hate gotûbêjkirin. Walaa Ebû Steit destnîşan kir ku lidarxistina konferansê di van şert û mercên dijwar ên Lubanan û tevahiya cîhanê pêre rû bi rû ne bi taybetî ji ber belavbûna nexweşiya koronayê, diyar dike ku jin dikarin bi hemû zehmetiyan re têkoşîn bikin û di heman astê de guhertinan pêk bînin.

"Tundiya li ser bingeha zayendî pirsgirêka herî metirsîdare li Sûdanê"

Koordînatora Navenda Lêkolînên Zayendî ya Sûdanê Neamat Koko jî derbarê Tifaqa NADA de axifî û bi bîr xist ku ev yek di encama şert û mercên dijwar ên ku herêm têdre derbas dibe û bandorên van şert û mercên dijwar li ser jinan, hate avakirin û wiha got: "Yek ji nîşaneya sereke ya hêz, sekinandin û berdewamiya jinê ya di tekoşînê de ew e ku ev tifaq tevî zehmetiyan li ber xwe dide."

Di sempozyûmê de ajansa me bi Neamat Koko re hevpeyvîn kir. Neamat Koko di bersiva pirseka derbarê çawaniya aktîvkirina Tifaqa NADA li Sûdanê de wiha got: "Me bi avakirina koman dest pê kir. Di nav wan de komek ragihandinê, komek ku bingehê wê li deverên cuda yên Sûdanê hene. Em girîng dibînin ku tifaqa NADA bingeh be û rêxistinên ji deverên nakok jî dê beşdarî tifaqa neteweyî bibin. Van rêxistinan cihêrengiyên li Sûdanê yên wekî cihêrengiya çandî, mezhebî û olî nîşan didin ku xwezaya civaka Sûdanê raxin ber çav."

Neamat Koka diyar kir ku Tifaq wê gelekî aktîv be û wiha pêde çû: “Tevgera jinan û hemû hêzên şoreşger û guhertinê li dora siberoja demokrasiya Sûdanê û veguhertina demokratîk kom dibin û tekez dikin ku divê rêya demokratîk vegere û dewreya veguhertina demokratîk a ku di şoreşa Kanûna 2018’an de li ser hatiye lihevkirin pêk were. Tifaqa NADA wê ji tevgerên Femînîst yên Sûdanê piştgirî bigre û bi hemû hêza xwe piştgiriya doza Sûdanê bike."

Namet Koko da zanîn ku şîdeta li ser bingeha zayendî gelek sedemên wê hene, di nav de sedemên siyasî, aborî, civakî û çandî jî heyî û wiha berdewam kir: "Hemî şêwazên şîdeta li ser bingeha zayendî li Sûdanê dikare bi peyama Tifaqê were çareser kirin. Ji ber ku Tifaq behsa demokrasiyê dike. Pirsgirêkên herî bi fikar li Sûdanê şîdeta li ser bingeha zayendî ye li herêmên ku pevçûn û şer lê diqewimin zedene. Ji ber ku ev yek bi şerê nasnameyê ve girêdayî bû û nasname wekî çekek ji bo pêkanîna her curê şîdetê li herêmên ku pevçûn lê diqewimin hate bikar anîn."

" Em dikarin Koalîsyonek ku tevlî Koalîsyona NADA bibe ava bikin"

Cîgira Seroka Yekitiya Jinên Filistînî Îktîmal Hemed jî got ku wan gelek rêxistinên sivîl vexwendibûn da ku Tfaqa NADA bidin nasîn û wiha pê de çû: "Eger em bixwazin vê Tifaqê li ser asta hikûmî li Filistînê berfireh bikin, ji ber dagirkeriyê ne pêkan e, lê wek rêxistinên sivîl em dikarin tifaqek mezin ku tevlî Tifaqa NADA bibe, ava bikin. Hemû binpêkirinên ku jinên Filistînî rûbirûyê wan dibin ji ber dagîrkeriyê ne, ji ber vê yekê em eleqedar in ku vê Tifaqê di hundirê Filistînê de berferehtir bikin. Em ê hewl bidin ku hejmarek mezin ji komele û rêxistinên jinan tevlî vê Tifaqê  bikin."

“Bi Yekitiya Jinan Em ê Bigihêjin Şoreşa Demokratîk”

Wela Ebûstît jî îşaret bi komek dirûşmeyan kir ku nasnameya Tifaqê îfade dike û domand: "Ji dirûşmeya 'Bi Yekitiya Jinan Em ê Bigihêjin Şoreşa Demokratîk' Tifaq hat destpêkirin. Tifaq tundiya li ser jinê, zihniyeta baviksalarî, ramanên paşverû û pratîka jinê ya li dijî îradeya wê red dike. Ew li ser ramana cudahî û cihêrengiyê diaxive û li dijî dagirkeriyê derdikeve. Ji ber ku Tifaq rastiya ku bedan, nêrîn an ramanê jinê dagirkirî be red dike."

"Civîna Tifaqê ya dinê di Nîsana bê de ye"

Seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî jî li ser plana Tifaqê ya sala 2022’an wiha got: "Me biryar da ku em pilaneke demkurt amade bikin. Pilan dê li ser danasîna Tifaqê, li gorî belgeya ku ji aliyê Tifaqê ve hatiye amadekirin û weşandin be. Em ê di meha Nîsana bê de civînekê li dar bixin û planên bingehîn ji bo diyarkirina plana stratejî destnîşan bikin lê di mijara plana stratejîk de em lez nakin. Ji ber ku em hîn di qonaxa damezrandinê de ne û em li ser gelek mijaran gotûbêj dikin."