Ji rêxistinên jinan daxuyanî

Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêxistinên jinan bi daxuyaniyên li ser hesabên xwe yên medyayê bertek nîşanî binçavkirina jinan dan.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad: (TJA) “Em dizanin ku armanca wan tirsandina hemû jinan, şikandina vîna wan û di şexsê wan de şikandina vîna gelê Kurd e. Em weke jin diyar dikin ku em vê bêedaletî û bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em bi ruhê 8’ê Adarê herikîn qadên Newrozê. Bijî têkoşîna azadiya jinan. Jin, jiyan, azadî.”

Komeleya Jinan a Rosa: Seroka komeleya me Adalet Kaya, rêveberên komeleyê Fatma Gultekîn û Nevîn Gîresun danê vê sibehê di serdegirtina mala xwe de bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin. Em ê serî li ber polîtîkayên dijmina jinan netewînin!

Navenda Hafizeyê: Li Amedê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û rêveberên komele û sendîkayan jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin. Em li gel Komeleya Jinê ya Rosa û hemû parazvanên mafên ku têkoşîna jinan didin in, em dixwazin demildest hemû bên serbest berdan! Komeleya Jinan Roja  ku ji sala 2018’an vir ve li Amedê xebatan dimeşîne, ji sala 2020’an ve rastî tacîza darazê ya sîstematîk tê. Endamên wê yek bi yek di serdegirtinên polîsan de hatin binçavkirin û girtin.

Hevgirtina Jinan: Li Amedê danê vê sibehê di serdegirtina malan de gelek jin hatin binçavkirin. Em polîtîkayên zextê yên rejîmê li dijî jinan û rêxistinên jinan ên ji bo jiyana wekhev û azad têdikoşin qebûl nakin! Demildest kesên hatinê bivçavkirin bên berdan!

Parastina Jinê: Desthilatdariya ku di 8'ê Adarê de nikaribû berxwedana jinan bitepisîne, dîsa êrîşî têkoşîna azadiya jinan dike. Komeleya Jinan a Rosayê ne bi tenê ye. Bila kesên hatinê binçavkirin bên berdan.

Jinên Mala Gel: Em dixwazin hevalên me yên têkoşer ên li Amedê danê vê sibehê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, demildest bên berdan. Hûn nikarin bi binçavkirin, girtin û tundiyê pêşiya têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê bigrin. Bijî hevgirtina jinan jin jiyan azadî

FÎLMMOR: Dest ji pêkanînên bêhiqûqî yên li dijî jinan û rêxistinên jinan berdin, hevalên me yên hatine binçavkirin serbest berdin!

Rojeva Femînîst: Têkoşîna jinan nayê astengkirin! Em li gel hevalên xwe yên ku bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin in!

Mor Çati: Zextên li ser rêxistinên jinan berdewam dikin. Divê hevalên me yên ku bêhiqûqî hatin binçavkirin, demildest bên berdan!

Komîsyona Jinan a OHD’ê: Li Amedê li dijî gelek jinên komele, partî û sendîkayan operasyonên binçavkirinê hatine kirin û herî kêm 16 jin hatin binçavkirin. Ev operasyon operasyona zext û nefretê ya li hemberî jinên ku desthilatdarî nikare dengê wan kêm bike ye. Şaxa me ya OHD'ê ya Amedê dê şopdara binçavkirinan be.

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî: Em li gel Komeleya Jinê ya Rosayê ne. Komeleyên jinan ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser bingeha #zayendiyacivakî û parastina mafên jinan roleke sereke dilîzin. Hûn nikarin rêxistinên jinan bigirin û bi zext û binçavkirinan nikarin têkoşîna jinan asteng bikin!

Komeleya Jinan a Star: Em hîn bûn ku endamên Komeleya Jinan a Rosa @rosakadinderne1 vê danê sibehê piştî serdegirtina mala xwe hatin binçavkirin. Em daxwaz dikin ku demildest zextên li ser rêxistinên jinan bi dawî bibin û hevalên me bên berdan.

Meclisên Jinan ên HDK’ê: Bêtehemuliya hikûmetê ya li hemberî coşa 8’ê Adarê! Bijî hevgirtina jinan.

Platforma Jinan a Enqereyê: Îro danê sibê em hîn bûn ku Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya jî di nav de 24 hevalên me yên jin bi awayekî dijqanûnî li Amedê hatin binçavkirin. Têkoşîna jinan bi zext û binçavkirinan nayê astengkirin! Bila hevalên me demildest serbest bên berdan!

Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê: Li Amedê îro dîsa jin hatin binçavkirin. Em daxwaz dikin demildest parêzvanên mafên jinan bên berdan.