Tifaqa NADA girtina çalakvanên jin ên Kurd li Tirkiyê şermezar kir

Tifaqa NADA, bi daxuyaniyekê neheqî û bê edaletiya li dijî çalakvanên jin ên Kurd li Tirkiyê hatiye kirin, şermezar kir.

Navenda Nûçeyan –  Tifaqa NADA ku bi dehan rêxistn û kesayetên çalak û bibandor li zêdetirî 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di nav xwe de dihewîne, bi daxuyaniyekê neheqî û bê edaletiya vê dawiyê li dijî çalakvanên jin ên Kurd li Tirkiyê hatiye kirin, şermezar kir. Tifaqa NADA di daxuyaniyê de diyar kir ku armanca dewleta tirk ji îşkence, qetilkirin, binçavkirin û girtina çalakvanên jin ên Kurd şikandina vîna jinên azad e.

"Binçavkirina jinên çalakvanên bêtehamuliya deshilata Turkiyê li hemberî vîna jinê ye"

 Daxuyanî wiha ye: "Em kampanya ya girtina bi dehan çalakvanên jin ên Kurd beriya sê rojan ango di 16'ê Adarê de ji bo beşdarbûna wan di pîrozbahiyên Roja Jinên Cîhanê de ku yek ji mafên wan ê herî bingehîn e, şermezar dikin. Ev yek delîlê bêtehamuliya desthilatdariya tirk a li hemberî vîna jinên azad e. Her wiha ev yek rêbaza polîtîkayên baviksalarî ên li dijî jinê piştrast dike. Em xemgîn in ku ev polîtîka li her derê bandorê li jinan dike, çi êşên çalakvanên Filistînî ji binçavkirinên îdarî û neheq, çi jinên Sûrî ji koçberkirin, xizanî, qetilkirin û destdirêjiyê, çi neheqî û tecawizkirina jinên Sehrawî be û binpêkirinên rojane yên ku jinên Afganî rastî tên, bi taybetî piştî ku tevgera Talîban hat ser hikum. Ev hemû lihevhatina zihniyeta baviksalarî li her derê piştrast dike.”

Tifaqa NADA piştevaniya xwe ya ji bo jinên Kurd ên li Turkiyê hatin girtin wiha anî ziman: “Bi navê Tifaqa NADA em piştgirî û sekna xwe ya li kêleka çalakvanên jin ên Kurd ên li Tirkiyeyê piştrast dikin. Berxwedana wan îradeya me ya mezinkirina têkoşînê, xurtikirina yekitiya jinan û piştgiriya hemû jinên ku rastî şîdet, giritn, zilm û neheqiyê tên, zêde dike."