Piştî deh salan yekem car jinekê Sûdanî bi recimkirinê re rû bi rû ye
Rojnameyek Brîtanî ragihand ku jinek li Sûdanê rastî cezayê recimkirinê hatiye, piştî ku bi zînayê hatiye tawanbarkirin ku yekem bûyera naskirî li welat di deh salan de ye.

Navenda Nûçeyan - Li gorî rojnameya The Guardian a Brîtanî, Dadgeha Eyaleta Nîlê ya Spî li Sûdanê, cezayê recimkirinê li Meryem El-Seyid Tereb a 20 salî ku meha borî piştî bi zînayê hatiye tawanbarkirin, ji aliyê polîsên dewletê ve hatibû girtin, birî.
Navenda Afrîkî ya ji bo Lêkolînên Dad û Aştiyê got ku ev biryar qanûnên navxweyî û navdewletî binpê dike û banga serbestberdana bê şert û merc a Merym Tereb kir.
Navendê diyar kir ku jin bi awayekî adil nayê darizandin û jê re nehatiye gotin ku agahiyên ku di lêpirsînê de dane wê li dijî wê bên bikaranîn û da zanîn ku sepandina cezayê recimkirinê ji ber sûcê zînayê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.