Tevî got ‘ewlehiya jiyana min nîn e, min bibin malê’ jî rastî êrîşê hat

Jina ku li Erxeniyê ji aliyê Azîz Kahraman ku pê re zewicandi bû rastî êrîşê hat, bi giranî birîndar bû. Hat hînbun tevî ku beriya êrîşê çûye cem polîsan û gotiye “Ewlehiya jiyana min nîn e, min bibin malê. Ew ê min bikuje” jî lê guhdar nekirine.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Tirkiyeyê ku roj bi roj tundî û cînayetên jinan zêde dibin, di meha Gulana borî de 32 jin hatin qetilkirin, 17 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di welatê ku roj bi roj ev hejmar zêde dibe de, ji her bajarî nûçeyên binpêkirina mafên jinan tên. Yek ji van nûçeyan jî ji Amedê ku hema bêje her roj bûyera tundiya li ser jinan tê jiyîn hat.

Jina ku li navçeya Erganî ya Amedê dijî, 15 roj berê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Kahraman ku pê re zewicî bû, rastî êrîşa bi çek hat. Dema piştî bûyerê kiryarê êrîşê Azîz Kahraman reviya, hat hînbûn jina ku roja êrîşê ji bo îfadeyê dayîne ji emniyetê re hatiye gazîkirin, hem çûyîn hem jî dema vegara malê ji polîsan re gotiye, "Ewlehiya jiyana min nîn e, min bibin malê” û daxwaza wê bi bersiveke neyînî hatiye bersivandin.

Tundiya sîstematîk bi salan berdewam kiriye!

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, hat hînbûn jin ji aliyê kiryar Azîz Kahraman ê ku 17 sal in pê re zewicandiye re rastî tundiya sîstematîk hatiye. Jina ku di mehên dawî de li dijî tundiya zêde bû mala xwe terk kir û got dixwazim hev berdim, çû midûriyeta polîsan û der barê kiryar Azîz Kahraman de biryara dûrxistinê girt. Jina ku piştî tundiya dît gelek hestiyên bedena wê şikestin. Di vê pêvajoyê de gelek caran ji aliyê kiryar ve bi gotinên, “Tu lava jî bikî ez ê te efû nakim” hat tehdîtkirin.

Kiryarê ku hat girtîn tenê mehek di girtîgehê de ma!

Li ser giliya jina ku piştî gefên kuştinê kir, Azîz Kahraman bi sûcê "gefxwarinê" hat girtin û wî şandin girtîgehê. Azîz Kahraman ê ku piştî mehek girtî ma hat berdan, piştî ku ji girtîgehê derket gef û heqaretên xwe berdewam kir. Jina ku di vê pêvajoyê de li ba malbata xwe ma, dubare gilî kir, ji bo dubare îfade bide xwestin biçe emniyeta Erxeniyê.

Li ber çavan nehat girtin

Di bûyera ku beriya 15 rojan qewimî de hat hînbûn ku dema jê xwestine biçe emniyetê wê gotiye “Ewlehiya jiyana min nîn e. Ji kerema xwe hûn min ji malê bigrin” lê piştî ku gotine na xwîşka û keça xwîşka xwe girtiye gel xwe û ji bo îfadedayîne çûye emniyetê. Hat hînbûn piştî ferq kiriye tê şopandin ji polîsên ku dîtine re gotiye, “Ez têm şopandin. Qet nebe min bibin malê. Ew ê min bikujê.” Lê guhdar nekirine û dema ku ji emniyetê vegeriyaye Azîz Kahraman di riya vegerê de riya biriye, tevî xwîşk û keça xwîşka xwe rastî êrîşa bi çekan hat. Dema ku êrîşkar xwest li 2 jinên din bixe gule neteqiyan lê dûre 3 gule li hevjîna wê ketin û bi giranî birîndar bû.

Dema ji qereqolê vegeriya rastî êrîşê hat!

Hat hînbûn ku guleyên ku lê ketine hê nehatine derxistin, kiryarê bûyerê Azîz Kahraman hê jî nehatiye girtin. Hat hînbûn ku Azîz Kahraman ê tevî teşebusa kuştinê nayê girtin, bi rojan e li ser medyayê û bi hejmarên telefonê yên cuda li malbata wê gefa kuştinê dixwe.

Li dayika xwe jî tundî kiriye!

Ji derveyî van, hat hînbûn ku kiryar berê dayika xwe ya temenê wê mezin derb kiriye û wê rakirine nexweşxaneyê her wiha hat hînbûn ku kiryar sûcên îstîsmara zayendî jî kiriye û navê wî derketiye.