Tevgerên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernama çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê eşkere kirin
Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernama çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê eşkere kirin.
Qamişlo - Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de bi dehan rêvebir û endamên sazî û dezgehên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadebûn.
"Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe"
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo ve hate xwendin wiha ye: "Bi dirûşmeya ‘Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe’ em bi ruhê Hevrîn Xelef, Sewsen Bîrhat, Hind û Saeda, Denîz Poyraz, Leyla AgIrî, Zehre Berkel, Kerîma Lorana têdikoşin. Jinên berxwedêr ên ku li dijî zihniyeta pergala netew-dewleta baviksalarî têdikoşin û ji bo vê têkoşîna xwe canê xwe feda dikin. Têkoşîna van jinan û berxwedana wan a lehengî, ji bo me bûye ronahiya azadiya jin, em ê di rêya wan de bi îrade û cesaret, bigihêjin jiyaneke bi rûmet û azadiya jin. Xwîşk û hevrêyên me yên dozê! bi hezarên salan ku qirkirinek li ser jin tê meşandin, lê tu kesî kuştina jinan weke qirkirina li ser wan bi nav nekir, Jinên têkoşer ên li cîhanê berdêlên giran dane, ji Amerîkaya Latîn heta Tûnisê, ji Tirkiyeyê heta Polonya, ji Sûriyeyê heta Hindistanê, ji Belarûsya heta Iraq, Lubnan, Pakistan û Afxanîstanê jin rastî zext û qirkirinê hatine."
“Roja qetilkirina Xwîşkên Mîrabel ji bo me wesîleya bilindkirina têkoşînê ye”
Rihan di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna her sê xwîşkên Mîrabel û wiha domand: "Sîstema desthilatdariya mêr bi rêya ol, cudakariya zayendî û netewperestiyê tundê dimeşîne û domdar dike. Bûyer û şehadeta xwîşkên Mîrabal li ser destê dîktator Trorxîlo di rêya berxwedana jin de weke xala veguhertinê tê dîtin. Roja şehadeta wan weke bîranîneke dîrokî hate girtin, ku berxwedana jin a li hemberî zilm, neheqî û mêtîngeriyê were ragihandin. Li ser vê rêgezê, komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1999'an de biryar da ku her sal bîst û pêncê Mijdarê bibe Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin li hemû deverên cîhanê. Bi armanca rakirina tundî li ser bingeha zayendî ya ku jin di hemû civakan de, rastî tundiyê tên, nemaze di dema şerê çekdarî de. Em weke tevgerên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne şahidê bûyerên ku jina Sûriyê di van deh salan de derbas kirine ku rastî tundî û binpêkirinên herî giran û xerab ên weke destavêtin, îşkence, girtin û windakirinên bi zorê û talankirina rûmet û azadiyê hatine. Bi taybetî li herêmên ku dewleta tirk dagir kiriye, ku weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tê dîtin, li ber bêdengiya dewletên navneteweyî, Tevî ku tundiya li dijî jin bi hemû şêweyên xwe yek ji binpêkirinên herî berbelav ên mafên mirovan û biryarên Neteweyên Yekbûyî li cîhanê ye. Lê ji sedî 70'ê jinên cîhanê di jiyana xwe de rastî tundiyê tên, nemaze piştî ku ji aliyê desthilatdar û dewletan ve bûye kiryareke sîstematîk, ev yek bi awayekî herî xirab derketiye holê. Lewra nirxandina vê rojê weke destpêka berxwedana jinê ya dîrokî were hesibandin, wê weke şaşîtiyeke dîrokî û şermezarkirina berxwedana jin ya di dîrokê de were dîtin, ji ber tundî xwedî dîrokek kûr e û li hemberî vê jî berxwedaneke lehengî hebû. Lê belê dîroka ku bi destê serdest û desthilatdaran ve hatiye nivîsandin, aliyê têkoşîna jinê ya ji bo parastina hebûn û xweseriya xwe ji holê rakiriye. Sedsala bîst û yekê weke sedsala azadiya jin tê dîtin, xwîşkên me, hevrêyên me û hemû jinên dildarên azadiyê, em ji erdnîgariyeke ku bi berxwedana xwe hêzeke weke DAIŞ’ê têk bir, dengê xwe bilind dikin. Na ji tundiyê re, na ji dagirkeriyê re, na ji şerê çekdarî re, na ji şer re, na ji guhertina demografîk re, na ji qirkirinê re, na ji kuştina jinan re."
Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew dikarin bi rengê jinê pergala xwe ava bikin û gotin: "Em bi wesîleya vê rojê careke din bang li xwîşkên xwe yên hemû cîhanê û bi taybetî xwîşkên xwe yên Sûriyê dikin, bi hevgirtin û yekbûneke gerdûnî ya têkoşîna azadiyê, em dikarin wê pergala tunderew têk bibin, pergaleke bi rengê jinê bi bîrdoziya jinê ya ku wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê di nava xwe de dihewîne, em dikarin ava bikin. Ew hêz, biryardarî û vîna me heye û di vî alî de, em ji xwe bawerin."
Jinan diyar kirin ku ew di 20'ê Mijdarê dest bi rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê dikin heta 10'ê Kanûnê û wiha rêzeçalakiyên xwe eşkere kirin: "Li ser vê bingehê em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşmeya ‘Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe’ ji 20’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê rêze çalakiyan li dar bixin.”
Bernameya çalakiyên di çarçoveya kampanya yê de wiha ye:
“-Dayîna semînerên giştî û taybet ji jinan re li gund, bajarok, navçe, sazî û kampan li ser (tundî û cureyên wê - tundiya siyasî - zagonên jin - awayên zewacê).
-dayîna semînerên giştî ji bo guhertina zihniyeta mêran.
-Vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo mêran.
-Lidarxistina gotûbêjekê li ser înternetê.
-Lidarxistina semînereke diyalogê ya giştî derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.
-Lidarxistina atolyeyên derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.
-Lidarxistina platformên giştî û bernameyên Televizyonê.
-Nîşandana şano û pantomîman li cihên giştî.
-Belavkirina broşuran bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya cîhanî.
-Lidarxistina meşên taybet ji bo jinan li hemû kantonan.
-Lidarxistina meşên taybet ji bo mêran li hemû kantonan.
-Kampanyaya Haştag li ser medyaya civakî.”