Tevgerên jinan bendên Hevpeymana Civakî şîrove kirin

Tevgerên jinan û rêxistinên civaka sivîl bendên Hevpeymana Civakî ya nû nîqaş kirin.

Qamişlo – Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi koordîneya Rêxistinên Jinan û Saziyên Civaka Sivîl, ji bo şîrovekirina bendên Hevpeymana Civakî ya nû ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek li li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê li dar xist.

Di semînerê de endama Komîteya Sazkirina Hevpeymanê û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hessaf axivî û û balkişand ser girîngiya hevpeymanê ji bo pêkhateyên herêmê. Ebîr Hessaf diyar kir ku hevpeyman a tevahî sûriyeyî ne û baweriyê di nav wan de ji nû ve ava dike. Ebîr Hessaf destnîşan kir ku hevpeyman, mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê dabîn dike, pergaleke rêveberî û civakî ji bo birêvebirina herêmê di aloziyê de, ava dike.

Piştî axaftinê bendên hevpeymanê ya ku ji 4 beşan pêk tê bi hûrgulî hatin şîrovekirin.