Tevgera xwendekaran di medyaya AKP’ê de çawa hat dîtin?

Rojnameger Beyza Kural, rapora Çavdêriya Medyayê ya Nûçeyên li ser Zanîngehan a Komeleya Lêkolînên Qada Sivîl amade kir û ji ajansa me re behsa karneya hikûmetê ya di warê tevgera xwendekaran de kir.

ELÎF AKGUL

Stenbol-Komeleya Lêkolînên Qada Sivîl a Stenbolê rapora bi sernavê; “Rapora Çavdêriya Medyayê ya Nûçeyên li ser Zanîngehan a di 2021’ê” de weşand. Di rapora ku ji aliyê rojnameger Beyza Kural ve hatiye amadekirin de rewşa Zanîngeha Bogazîçiyê ku Melîh Bulu wekî qeyûm hat avêtin tê nirxandin. Her wiha çalakiyên xendekaran ên protesyoyî yên dest pê kirin û tevgera xwendekaran a bi hêz bû, dîtina vê mijarê ya di medyaya AKP’ê de hat nirxandin. Di raporê de 353 nûçeyên ku di rojnameyên A Haber, Akşam, Yenî Şafak, Salname, Sabah û Yenî Akît ên nêzî hikûmetê de hatin weşandin de, hatin lêkolînkirin. Li gorî raporê, ji 353 nûçeyên ku hatine lêkolînkirin 342 nûçe bi rengê neyînî, 11 nûçeyên mayî jî bi rengê bêalî hatine dayîn. Di van saziyên çapemeniyên nêzî hikûmetê de nûçeyek erênî jî cih negirt.

Wan xwendekaran wekî "provokator, averêbûyî, terorîst û hov" bi nav kirin

Nivîskara raporê Beyza Kural a diyar kir ku di nava çapemiyê de xwendekar ji legerîna gotin û mafê xwe zêdetir bi îfadeyên weke “provakasyon”, “jirêderketî”, “teror” tên binavkirin û ji ajansa me ra axivî.  

“Xwendekaran ji xwendekar zêdetir wekî îfadeyên ‘provakator’ hatin pênasekirin. Vê yekê gotinên weke ‘terorîst’, ‘qaşo xwendekar’, ‘vandal’, "alîgirê LGBTI" şopand. ’Çalakvan’, ‘Xwepêşander’ û ‘protestokar’ ji pênaseyên din ên ku hatine bikaranîn bû. Di nûçeyên der barê îdianame yan jî fezlekeyên polîsan, binçavkirin û girtinan de xwendekar weke ‘gumanbar’ hatin dîtin.

Beyza Kural diyar kir ku gotinên siyasetmedaran ku bi nûçeyên rasterast tên ragihandin de weke ‘zarokên me’, ‘ciwanên me’, ‘xwendekarên me’ cudakariyê dikin hene û wiha got: “Zimanekî serdest bi mebesta cudakirinê gotinên weke ‘xwendekarên me cuda ne, komên marjînal cuda ne’ hatin bikaranîn. Beyza Kural di vê çarçoveyê de diyar kir ku di nava van dezgehên çapemeniyê de xwendekar bi pênaseya ‘di rastî de ne xwendekar in’ cih digrin û wiha got:

Daxwazên xwendekaran di nûçeyan de zêde cih negirt. Di van nûçeyan de herî zêde dengê nûnerên hikûmetê hat bihîstin. Dengê xwendekar, rexistinên civaka sivîl, siyasetmedarên muxalîf hema bêje qet tunebû.”

Daxwazên xwendekaran di nûçeyan de nîn in

Beyza Kural, diyar kir ku di nava van saziyên weşane de, daxwaz û daxuyaniyên xwendekaran weke duyemîn cih digrin û wiha domand: “Bi taybetî, wêneyê daxuyaniyeke ku daxwazên li ser medyaya civakî hatine parvekirin bi rengekî di nûçeyan de cih digirt. An jî ev peyv dikare bi pankart û dîmenên ku daxwazên xwendekaran di nav xwe de dihewîne xuya bibe. Lê tevî ku bi awayekî deng û gotinên wan ketine nava nûçeyan jî hedefnîşandina xwendekaran a di van nûçeyan de hat berdewamkirin.”

Beyza Kural dibêje: "Me dît ku di nêrîna çapemeniya alîgir û çapemeniya sereke ya li hemberî xwepêşandanên xwendekaran de mijara herî serdest provokasyon e” û wiha berdewam kir: “Bi gotineke din me dît ku di siyaseta welat de fikr û gotinên ku em gelek caran dibihîzin, wek 'bi rastî ew ne xwendekar in', 'tên beralîkirin’, 'bi rastî hêzên derve ne' bi heman awayî di çalakiyên xwendekaran de jî tê bikaranîn.”

Nûçeyên axaftinên nefretê yên li dijî LGBTI+yan

Beyza Kural anî ziman ku îfadeyên xwendekarên li dijî çalakiyan di nûçeyan de bi îfadeyên "wan rastiyên pişt xwepêşandanan" û "xwendekarên rastî” cih girtine û destnîşan kir ku axaftina nefretê ya li dijî LGBTI+yan jî bi taybetî di nûçeyên li ser pêşangeha Bogaziçiyê de pir gelemperî cih girtin:

“Bi taybetî di nûçeyên der barê pêşangeha Bogaziçiyê de, bêhurmetiya li nirxên olî hat teqezkirin. Di nûçeyên ku LGBTI+yan hedef digrin de û tê de gotinên nefretê belav bûn, mijara herî serdest mijara 'jirêderketî ' bû."

Beyza Kural dibêje "Em rastî yek mînakeke nûçeyên mafparêz nehatin" diyar kir ku bi taybetî jî di rewşên ku polîs û xwendekar tên pêşberî hev de “xwendekar weke alîgirên tundiyê hatine nîşandan û di nûçeyan de dîmen jî li gorî ve tê hat kirin lê tundiya polîsan qet nehat dîtin.”

“Me dît binpêkirinên ku xwendekar bi taybetî di dema binçavkirin û girtinê de rast hatine, qet nebûne mijara nûçeyan an jî dema bûne nûçe jî weke 'îdia', 'jî polîsan re îftîra avêtin', 'îftîraya lêgerîna tazî' kirin nûçe. Di nûçeyên girtin û binçavkirinê de gelek caran dihat nivîsandin ku ew ne xwendekar in.”

Daxuyaniya Soylu di nûçeyan de cih digre

Beyza Kural anî ziman ku di nûçeyên mijara gotinê de bi taybetî jî gotinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu asas hatine girtin û got ku li gorî îdiayên Soylu gotinên wekî "Çalakvan ne xwendekar in, ji sed kesî 80 endamên rêxistinên terorê ne” hat bikaranîn û wiha axivî:

“Axaftina siyasetmedaran rasterast derbasî nûçeyan bû. Rêbazên verastkirinê nehatin bikaranîn. Em dikarin bibêjin ku ev axaftina nefretê ya li hemberî xwendekarên LGBTI+ bi gotinên siyasetmedaran hat piştgirîkirin. Mixabin, ev bi nûçeyan tenê nema. Di van nûçeyan de bi tevgerî îdianame hatin amadekirin. Li ser van nûçeyan lêpirsîn hat destpêkirin û xwendekar hatin darizandin. Di dosyayên ku wî lêpirsîna pêşwext da destpêkirin de, xwendekarên ku li ser îdianameyên hatine amadekirin hatin darizandin çêbû.”

Beyza Kural wiha got: "Bi kurtasî, mixabin em rastî tu nûçeyek nehatine ku balê bikşîne ser xwepêşandanên topyekûn ên xwendekaran, çalakbûna xwendekaran ku dengê wan tê bihîstin, ev pêkhateyek piralî ye, ne xwendevanek yekrengî û daxwazan derdixe pêş.”