Tevgera Nifşê Z 212 xwepêşandanên li benda axaftina qraliyetê paşxist
Tevgera Nifşê Z 212 ku pêşengiya xwepêşandanên ciwanan ên Mexribî dike, duh rawestandina çalakiyên xwe ragihand.

Navenda Nûçeyan – Biryar e ku qiralê Mexribê roja Înê ya bê ku dikeve 10'ê Cotmehê, gotarekê pêşkêş bike û tevgera Nifşê Z 212 ragihand ku xwepêşandanên xwe heta roja Pêncşemê rawestandine da ku bûyerek mezintir roja Pêncşemê ji nû ve organîze bike û plan bike.
Tevgerê bi rêya rûpela xwe ya medyaya civakî ragihand ku ew ê beriya axaftina qraliyetê xwepêşandanên bi daxwaza reform, perwerde û tendrustiyê ji nûve dest pê bikin.
Di postê de hat gotin ku "xwepêşandan dê heta roja pêncşemê bi awayekî demkî werin rawestandin, piştî rêkeftina piraniya xwepêşanderan" û hat destnîşankirin ku armanca rawestandinê ji nûve rêxistinkirin û plansazkirin e da ku roja pêncşemê, beriya civîna parlamentoyê ya ku ji bo roja înê bi axaftina qraliyetê re hatiye plankirin, bandorek mezintir misoger bike.
Di postê de ku bi teşeya daxuyaniyekê hat, tekez hat kirin ku ev rawestandin ne paşvekişandinek ji daxwazan bû, lê belê gaveke stratejîk bû ji bo xurtkirina dengê ciwanan û misogerkirina ku ew bi zelalî û bibandor tê bihîstin.