Tevgera Jinan a Sara ya Swêdê kongra xwe ya 9’emîn li dar xist

Tevgera Jinan a Sara ya Swêdê li bajarê Vesterasê 9’emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de hat diyarkirin ku divê hemû kes bi awayekî aktîf tevli pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bibin.

Navenda Nûçeyan- 9’emîn Kongreya Tevgera Jinan a Sara ya Swêdê li bajarê Vesterasê dest pê kir. Kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Tevgera Jinan a Sara Ayşe Dîdar ve hat kirin. Di kongreye de hat diyarkirin ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, her ke bi awayekî aktîf tevli pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bibe.

‘Divê li Îskandînavyayê ji bo rêxistinbûna jinan xebat werin berfirehkirin’

Ayşe Dîdar, pêşî hemû jinên berxwedêr û têkoşer silav kir û diyar kir ku kongre di pêvajoyeke girîng de pêk hatiye û got: “Bi dirûşma "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve dimeşin" ji aliyê jinên erdnîgariya Kurdistanê û cîhanê ve hatiye hembêzkirin. Divê li Îskandînavyayê ji bo rêxistinbûna jinan xebat bên berfirehkirin û xwegihandina her jin û rêxistinbûyînên din ên jinan wê têkoşîna hevpar bi hêztir bike.”

Di kongreyê de hat destnîşankirin ku divê jin di avakirina ruhê neteweyî de roleke çalaktir bilîzin û li dijî her cureyê êrîşan bi awayekî hevpar tevbigerin.

Piştre kongreyê bi xwendina peyamên rêxistinên jinan ên KJAR, Tevgera Azadiya Jin û Kongra Star berdewam kir.

Di beşa ku pêvajoya siyasî hat nirxandin de hat destnîşankirin ku bi xurtbûna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan re, îdeolojiya bi serdestiya mêr, nijadperestî, olperestî û neteweperestî paşve dikeve. Bi taybetî hat destnîşankirin ku berxwedana dîrokî ya Tevgera Jinên Kurd nîşan dide ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan.

Di kongreye de bal hat kişandin ser tecrîda girankirî

Di kongreya ku li ser berfirehbûna rêxistinbûyîna tevgera jinan a Îskandînavyayê hat rawestandin, biryar hat dayîn ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, bi awayekî aktîf tevli pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bibe.

Di kongreyê de her wiha hat xwestin ku li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirin û terorîzekirinê yên dewleta Swêdê li hemberî gelê Kurd dimeşîne têkoşîn bê meşandin û hikûmeta Swêdê dawî li van pêkanînan bîne. Tevgera Jinan a Sara di nava sê mehên pêşiya me de li seranserê Îskandînavyayê gelek çalakî plan kirin. Bi taybetî li Îskandînavyayê, di çarçoveya pêngava "ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de di 22'ê Gulanê de çalakiyên cuda hatin plankirin.