‘Tevgera Avê berdewamiya rêzetêkoşîna bi dehan salan a jinên Mexrîbê ye’

Çalakvana jin Fethiye Qedî teqez kir ku çalakiya 'Tevgera Avê' ya jinên Fekîkê dest pê kirine, berdewamiya rêzetêkoşîna wan a bi dehan salan e û biryara arizîkirina avê dê li ser herêmê û jinan bandorê çêbike.

HENAN HARÎT

Mexrib – Têkoşîna jinên Fekîkê ne nû ye, ji dema ku Mexrib ji aliyê Fransayê ve hat dagirkirin ve heta niha berdewam dike. Jinan di wê demê de jiyana xwe ji bo beşdariya di şer de dixistin metirsiyê, çek ji herêmekê vedughestin herêmeke din, beşdariya wan di vê tevgerê de belgeyeke zelal e bê çiqas av ji wan re girîng e. Çalakiya 'Tevgera Avê' ya jinên Fekîkê dest pê kirine, berdewamiya rêzetêkoşîna jinan a bi dehan salan e

Endama Komîteya Hemahengiya Xwecihî ya dozên Fekîkê, Fethiye Qedî derbarê mijarê de bersiv da pirsên ajansa me.

*Armanca çalakiya 'Tevgera Avê' çi ye?

Tişta balkêş ew e ku di vê çalakiyê de hemû kes jin in, ev sedemên xwe yên dîrokî hene ji ber jinên herêmê di dîrokê de gelek caran têkoşiyane, bi taybetî di dema dagirkeriya Fransayê de. Jin di wê demê de li kêleka mêran li dijî perwerdeya dualî ya salên 1940'î derdiketin. Jin û mêrên têkoşer wê demê dibistaneke azad li dijî dagirkeriya Fransayê li hemberî dibistaneke Fransî ava kirin, jinan di wê demê de beşdariyeke balkêş kiribûn.

Di pêvajoya salên 1960'î de ango di dema xwepêşandanên gelêrî li dijî siyasetên giştî yên dewletê de. Di salên 1970'î de jî salên guleyan, jin rastî hemû cureyên kiryaran ji lêdan û binçavkirinan hatin, ev hemû jî belgeyên îsrara wan a kar e. Rêjeya jinan li Fekîkê ji sedî 60 derbas dike, ev jî dibe sedema lawazbûna nifûsê. Ji ber binesaziya bajar ji kargeh û şîrketan lawaz e, mêr ji hundir û derve koç dikin.

*Çima jinên Fekîkê lixwekirina cilên El-Hayik di xwepêşandanan de hilbijartin?

El-Hayik cileke folklorî ya taybet e ji bo jinên Fekîkî û sembola parastina adetan, paqijiya ruh, aştî, jiyana hevbeş û girêdana bi axê ve ye. Berdewamkirina çalakiya 'Tevgera Avê' jî ji bo mecbûrkirina Buroya Girûba axî ku xwe ji Girûpa El-Şerq a belavkirinê bikşînin û ji bo taybetmendiya sîstema Oasisê li gorî zagona 8321'ê di ber çavan re derbas bike. Ji ber ku ev sîstem xwe dispêre çandiniyê û di nava rêxistinên jîngehê yên cîhanî yên lawaz de ye, pirsgirêka di sîstema wê de dê bibe sedema koçkirina hemwelatiyên wê bi darê zorê.

*Jinên Fekîkê li ser biryara arizîkirina Tevgera Avê derdikevin, ev biryar dê bandoreke çawa li jiyana wan bike?

Ev biryar bi awayekî neyînî bandorê li çavkaniyên avê dike ji ber av madeyeke sereke ye ji xelkên herêmê re. Bi taybetiya vê sektorê dê ava binerdê tune bibe ji ber şîrketa herêmî ya ev destûr standiye dixwaze jê sûdê bigre bêyî ku di taybetmendiyên wan û mafên wan ê avê de bifikire.

Der barê girîngiya avê ya ji bo jinan, ji mêj ve berpirsyariya veguhestina avê li ser pişta xwe ji kaniyên Fekîkê li ser milên jinan bû, jinan li gorî pêwîstiya xwe ya rojane av bi kar dianîn ji ber ew in ên gelekî bi kar tînin. Her wiha zanebûna jinan a zêde der barê girîngiya avê de hebû, wan di çalakiyên xwe yên civakî aborî û rojane de behsa vê yekê dikir.

*Gelo aliyên têkildar dê li daxwazên jin û mêrên Fekîkê guhdarî bikin?

Tevî ku zagona Mexribê xwe li ser perspektîfên hevbeşiya demokratîk ji welatiyan re ava dike lê aliyên têkildar û hikûmet çavên xwe ji vê mijarê re digrin. Aliyên têkildar bang li şêwirmendên bajar bi çend endamên hevbeşiya xwecihî kirin ku tirsa welatiyan kêm bikin û wan bidin îqnakirin ku dest ji çalakiyên Tevgera Avê berdin.

Lê belê welatî teqez dikin ku hevdîtina wan bi wan aliyan re tu tiştekî nû bi xwe re neaniye, her wiha hejmarek şaşîtiyên xirab der barê peydakirina sektoreke avê ji aliyê komê ve bêyî ku xwendineke zanistî were kirin çêbûn. Ev hemû ji bo karê encumenên berê ku bi peydakirina xwe ya yekser dihatin naskirin hatin kirin.