Tevgera Şemiya Mor: Têkiliyên bi Talîbanê re rawakirina zextên li ser jinan e
Tevgera Şemiya Mor, bertek nîşanî têkiliyên veşartî yên hin welatên Ewropayê yên bi Talîbanê re da û diyar kir ku asayîkirina têkiliyan bi vê komê re tê wateya paşguhkirina dengên jinan ên hatine bêdeng kirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Şemiya Mor, li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî têkiliyên veşartî yên hin welatên Ewropayê yên bi koma Talîbanê ya dijminê jinan re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bi taybetî di demekî ku jinên li Efganistanê bi awayekî pergalî tên tepisandinê de têkiliyên dîplomatîk ên "veşartî" yên welatên Ewropayê yên bi Talîban re, li dijî nirxên demokrasiyê ye û binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e.
Tevgerê, di daxuyaniya xwe de hemû têkiliyek welatên Ewropayê yên bi Talîbanê şermezar kir û wiha got: “Muzakerên li pişt perde yên bi Talîbanê re tên kirin, ne tenê şefafî û hesabdayînê qels dike, di heman demê li dijî rêgezên gerdûnî yên mafên mirovan û edaletê ne."
Tevgerê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand ku jinên Efganî hêj dibin mexdûrên polîtîkayên cudakarî yên Talîbanê û got: "Asayîkirina hemî têkiliyan dê were wateya paşguhkirina dengên jinan ên hatine bêdeng kirin.”
‘Helwestek vekirî û zelal nîşan bidin’
Tevgera Şemiya Mor, destnîşan kir ku bêdengmayîna li hemberî zextên li ser jinan, bêdengkirina dengê kesên dijber û desteserkirina azadiyên wan ên bingehîn ne meşrû ye û diyar kir ku tu lihevkirinek veşartî nikare vê yekê rewa bike. Tevgerê, di daxuyaniya xwe de bang li hikûmetên Ewropayê kir ku berpirsiyariyên xwe yên rastîn ên der barê mafên mirovan de bicîhbînin û li dijî hikûmetek ku bi "zilm û sînordarkirinên" li dijî jinan tê nas kirin, helwestek vekirî û zelal nîşan bidin.
Tevgerê, di heman demê de ev hişyariyan da: "Hemû lihevkirinên veşartî yên bi Talîbanê re bên kirin, dê desthilatdariya wan a zilmkar asayî bike û xurt bike û lewma divê Ewropayê bi piştgiriya jinan û azadiyên bingehîn nirxên xwe yên demokratîk biparêze."
Li gorî raporên hatine weşandin, hikûmeta Elmanyayê herî demekî kurt, biryar da ku li konsulxaneyên Talîbanê ya li Berlîn û Bonnê du dîplomatan cih bigre. Ev biryara Elmanyayê, di nava aktîvîstên sivîl û tevgerên dijî Talîbanê de bû sedema bertekên tund.