Teqawidbûna bi darê zorê ya mamoste Nesrîn Kerîmî hate protestokirin
Xwendekarek, xemgîniya xwe ya ji ber li dibistanê nebûna mamosteya xwe Nesrîn Kerîmî ya ji ber çalakiyên xwe yên sendîkayî mehkûmê teqawid bûne hate kirin, anî ziman.

Navenda Nûçeyan – Nesrîn Kerîmî û sê mamosteyên din beriya niha ji aliyê yekîneya îstîxbaratê ve hatibûn lêpirsînkirin û ji bo beşdarî çalakiyên parastina mafên mamosteyan nebin rastî gefan hatibûn.
Bi tevahî 14 mamosteyên Kurd, neçarî teqawid bûn, ji kar derxistinê hatin kirin û sirgûnê bajarên din hatin kirin. Li Sineyê komên civaka sivîl li dijî vê biryarê meşek lidarxistin û piştgirî dan mamosteyan.
Ji xwendekaran protesto
Li Sineyê xwendekarekî ya dibistana Amedeyî, ji ber nebûna mamosteya xwe Nesrîn Kerîmî ya li dibistanê nameyek nivîsand û xemgîniya xwe anî ziman. Xwendekar, diyar kir ku Nesrîn Kerîmî li dibistanê ji bo xwendekaran mamosteyeke pir hêja û sûdmend bû, lê niha ji ber ji mamosteya xwe bêpar in, valahiyek mezin hîs dikin.
Nesrîn Kerîmî mamosteya dibistana Amedeyî ya li Navçeya 2’emîn a Sine bû û parêzvana daxwazên xwendekaran a ji bo perwerdehiya bêpere, perwerdehiya adilane û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bû. Ji ber vê sedemê, ji aliyê Lijneya Disîplînê ya Perwerde û Hînkirinê ve ji ber çalakiyên wê yên sendîkayê biryar hate dayîn ku ji teqawidbûna mecbûrî bê kirin, ji du pileyan bê daxistin û ji erka xwe ya mamostetiyê hate dûrxistin.