Temaşevanên Stêrk TV: Bi êrişan nikarin gelê Kurd bêdeng bikin

Temaşevanên jin ên Stêrk TV yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa dewleta Belçîka ya li ser qenala Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kirin û diyar kirin ku bi êrişan nikarin dengê gelê Kurd qut bikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li bajarê Denderleeûwê di şeva 23’yê Nîsanê de bûn hedefa serdegirtina polîsan. Bêyî hincetek bê nîşandan serdegirtin çêbû û tevahiya şevê nehiştin ku kedkarên televîzyonê xwe bigihîjînin avahiyên studyoyan. Piştî êrişê li her derê bertek hatin nîşandan û êrişên li hemberî çapemeniya azad hatin şermezarkirin.

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê yên temaşevanên Stêrk TV ne li hemberî êrişan bertek nîşan dan û diyar kirin ku bi êrişan nikarin dengê çapemeniya Kurd qut bikin.

‘Bêmafî li hemberî deng û nasnameya Kurd tê kirin’

Leyla Kara di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kir û got: “Ev êriş bi destên îxanetkar û dijmin tên kirin. Di heman demê de êriş ne tenê li Ewropayê û li welat, li her derê cîhanê tên kirin. Li Belçîkayê bi ser televîzyonên me Stêrk Tv û Medya Haber û li Fransayê jî li hemberî hemwelatiyên welatparêz êriş hat kirin û mirov hatin girtin. Em van êrişan şermezar dikin. Bêmafî li hemberî gelê Kurd, deng û nasnameya Kurd tê kirin.”

‘Divê gelê Kurd li hemberî îxanetê serî rake’

Leyla Kara di nava axaftinên xwe de qala hatina serokomarê dewleta Tirk Erdoxan a Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ev tişt got: “Hevdîtinên serokomarê Tirkiyeyê bi serokomarê Iraqê re, li ser gelê Kurd, rêxistina PKK’ê û hwd. bûn, li gel wê bi rêveberên Herêma Kurdistanê re hevdîtin kirin, hemu girêdayî hev in. Bajarek wek Hewlêrê ku yek ji bajarên Kurdistanê yê herî tê naskirin e, li wê derê daliqandina alên dewleta Tirk şerma herî mezin e. Divê gelê Kurd li hemberî vê îxanetê serî rake û neyê qebûlkirin.”

‘Hemû êrişên tên kirin li ser esasê tunekirina gelê Kurd in’

Leyla Kara wiha bal kişand ser êrişên li ser çapemeniya azad tên kirin û got: “Bi salan e li hemberî çapemeniya azad zext hene, rastî îşkence, girtin û qetilkirinê tê. Weke mînak; bi mehan e rojnamegerê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û tu agahî jê tune ye. Duh salvegera 126’emîn a rojnamegeriya Kurdî bû. Di heman rojê de êrişa li ser çapemeniyê hat kirin tê wê wateyê ku dengê gelê Kurd neyê bihîstin û belavkirin. Bi salan e tecrîdeke giran li ser rêbertî tê meşandin. Ev êriş hemû girêdayî hev in û li ser esasê tunekirina gelê Kurd in.”

‘Hemû dewletên ji derve hevkarên êrişên li ser gelê Kurd in’

Leyla Kara di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir û got: “Şerê ku li çiya li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê daye destpêkirin girêdayî van hemu êrişan e. Bi destên dewleta Tirk û rêveberiya Herêma Kurdistanê tên kirin lê hemû dewletên ji derve jî hevkarên van êrişan in. Bila gelê Kurd bizanibe bi saya rêxistina PKK’ê û Rêbertî gelê Kurd tune nebûye. Daxwaza me ji gelê me ew e ku li xwe, hebûna xwe, çapemeniya xwe û rêbertiya xwe xwedî derbikeve.”

‘Tu kes nikare dengê çapemeniya me qût bike’

Hacer Kara jî bi van gotinan êrişên li ser çapemeniya Kurd tên kirin şermezar kir: “Êrişên li ser çapemeniya azad nayîn pebûlkirin em bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevayî cîhanê dikin ku êrişên li ser çapemeniya me qebûl nekin û bertekan nîşan bidin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî endamên me yên çapemeniyê hatine girtin. Bila her kes rabe ser lingan. Tu kes nikare dengê me û çapemeniya me qut bike. Ji ber ku çapemeniya me rastiya me û êrişên li ser me tên pêkanîn didin ji derve. Armanca ew e ku dengê gerîla ji me qut bikin lê ew tu caran nikarin dengê me û gerîlayên me ji hev qut bikin.”

‘Em kesên ku Erdoxan pêşwazî kirin şermezar dikin’

Hacar Kara bi gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Erdoxan berê xwe da Iraqê li Bexdayê hevdîtin pêk anî û ji wir jî berê xwe da Hewlêrê. Em her kesê ku pêşwaziya Erdoxan kiriye şermezar dikin. Dema ku Erdoxan berê xwe da Kurdistanê diviyabû her kesê bertek nîşan bida û bigota cihê gelê Kurd ye lê divê Erdoxan neyê wê derê lê mixabin li şûna wê Erdoxan pêşwazî kirin. Em wan şermezar dikin. Ev yek şermeke mezin e ji bo wan. Bila bizanibin tu car nikarin me ji gerîlayên azadiyê qut bikin û çapemeniya me bêdeng bikin.”