"Têkoşîna jinên ciwan a li hemberî newekheviya zayendî giringe"

Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Belhaj Mûsa li ser diyaloga ciwanên Ereb a li ser zoomê ya bi navê "Di têkoşîna bi nêzîkahiya çors a li dijî jinan de rola ciwanên Ereb" nirxandin kir û da zanîn ku ew hewildanên jinên ciwan a ji bo têkoşîna wekheviya zayendî di jiyan, kar û siyasetê de giring dibînin.

Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê Amal Belhaj Mûsa li ser diyaloga ciwanên Ereb a li ser zoomê ya bi navê “Di têkoşîna bi nêzîkahiya çors a li dijî jinan de rola ciwanên Ereb” nirxandin kir û da zanîn ku ew hewildanên jinên ciwan a ji bo têkoşîna wekheviya zayendî di jiyan, kar û siyasetê de giring dibînin.
Tûnis – Di encamnameya Diyaloga Ciwanên Erebî-Erebî ya li ser "Di têkoşîna bi nêzîkahiya çors a li dijî jinan de rola ciwanên Ereb" de hat li darxistin û sê rojan li ser zoomê domkir, Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Teman Mezin a Tûnisê Amal Belhaj Mûsa tekezî li ser pabendbûna Tûnisê bi perensîba hevsengiyê di meclîsên hilbijartî de kir. 
"Em diyalogên bi ciwanên Ereb re giring dibînin"
Amal Belhaj Mûsa diyar kir ku despêkirina diyalogê bi ciwanên Ereb re li ser têkoşîna li dijî nêzîkatiya çors a li hember jinan rê li ber diyalogên netewî li ser asta welat vedike û dê alîkariya saziyên jinan li welatên erebî berpirsyar in, bike.
Amal Belhaj Mûsa banga hevgirtinê kir ku ne tenê ji bo rastkirina nêzîkatiya çors a li hemberî jinan, her wiha ji bo pêşxistina şert û mercên jinan ji bo tekoşîna li dijî hemû cûreyên cudakariya li dijî wan û pejirandina rêgezên geşepêdanê yên berfireh ku prensîbên wekhevî û îmkanên wekhev di navbera zayendan de di hemû xebatên siyaseten ên netewî de pêk tîne.
Amal Belhaj Mûsa da zanîn ku weke sazî ew jinan wek hevkara rast di hewildanên geşepêdanê û derbasbûna aborî de dibîne.