Têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger dibe
Têkoşîn û şoreşa ku jinên ji New Yorka Emerîkayê di 8'ê Adara 1857'an de li dijî newekheviya hişmendiya pergala baviksalar û desthilatdar dest pê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nasnameya jina berxwedêr mayînde dibe.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Jin kevirê bingehîn ên avakirin û bi serxistina şoreşan in. Rastiya vê yekê jî di tevahiya dîrokê de hatiye îsbatkirin. Di sedsala 21’emîn de berxwedana Yekîneyên Parastina Jinan a li dijî çeteyên DAIŞ`ê, ev mîras misoger bû. Şervanên YPJ`ê bi qehremaniyeke mezin bûn pêşeng û hêza serkeftina li dijî terora DAIŞ`ê û parastina şoreşê.
YPJ nasnameya jinên şervan e
Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de dest pê kir û di 26'ê Çileya 2014'an de bi ser ket. Gelek aliyên balkêş ên destana Kobanê ku bala tevahî cîhanê kişand hene. Lê xala herî balkêş beşdarbûna jinan a di berxwedana Kobanê de bû. Jinan di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) têkoşîneke dîrokî dan meşandin û li dijî hêza herî terorê ya cîhanî DAIŞ bi ser ket. Şervanên YPJ'ê li rex şerê sing bi sing ê bi çeteyan re, xeta çalakiyên fedaî ku çavkaniya xwe ji têkoşer Sema Yuce, Bêrîtan Nûjen, Zeyneb Kinaci, Rojbîn Ereb, Binefş Amed û gelek jinên din digre, di şerê Kobanê de nûjen kirin. Şervanên YPJ'ê ji bo parastina axa Kobanê bedena xwe kirin mertal. Şervanan bi gotina "Bila tangên dijmin di ser bedena me re derbas bibin lê bila çavên me nebînin ku DAIŞ ketiye Kobanê" bi îsrara serkeftinê têkoşiyan. Qehremaniya ku şervanên YPJ'ê nîşan dan ji bo jinên cîhanê bû nasname.
Fermandarên jin pêşengiya serkeftinê kirin
Yekîneyên Parastina Jinan di 4'ê Nîsana 2013'an de hat ragihandin. Piştî derbasbûna salekê ji damezrandina YPJ`ê, bi destpêkirina êrîşên li ser Kobanê şervanên YPJ'ê wekî hêzeke sereke cihê xwe di şer de girtin. Di berxwedana Kobanê de navê gelek şervan û fermandarên YPJ'ê ku di dema şer de jiyana xwe ji dest dan, dengvedaneke navneteweyî çêkir. Şervana YPJ`ê Rêvan Kobanê, Arîn Mîrkan û Rûken Sîpan çalakiyên fedayî pêk anîn. Her wiha Zehra Penaber û Viyan Peyman li kêleka şerê xwe, bi dengbêjiya xwe hatin naskirin.
Li rex şervanên ku beşdarî şer bûn, bi dehan dayikên ji Kobanê cihê xwe di nava berxwedanê de girtin. Jina bi navê Emîra Elî di wê demê de pêwîstî pê dibîne ku weke jineke ji Kobanê bi erka xwe ya parastina welat rabe. Ji ber vê di şerê Kobanê de dimîne, bi bijîşk û hemşîreyan re alîkariya şervanên birîndar dike. Emîra niha Hevseroketiya Komeleya Tîrêj a Astengdaran dike.
Dayik çavkaniya manewî û moralê bûn
Dayikên ku di şerê Kobanê de man kar û xebatên cur be cur dikirin. Lê ji xebatên ku pêşkêş dikirin zêdetir, ew dayik dibûn hêz û çavkaniya manewî û moralê şervanan. Emîra bi van gotinan behsa beşdarbûna dayikan a di şerê Kobanê de dike: "Ji ber ku êrîşeke hovane bi ser bajar û gelê me de hat û hêzên hegemonîk xwestin bi riya çeteyên DAIŞ`ê qirkirineke nû di nava gelê Kurd de çêbikin, me weke dayik dest ji şervanên xwe berneda û em li rex wan man. Em nikaribûn weke şervanan di eniyan de şer bikin lê weke dayik me xizmeta birîndaran dikir. Her wiha ji bo parastina nexweşxaneya leşkerî min erka parastinê jî girt ser xwe. Ji bilî min bi dehan dayikan di şerê Kobanê de cih girtin, her kesê li gorî hêza xwe rola xwe dilîst. Dema şervanan em didîtin ji me re digot, heta ku dayikên me li kêleka me hebin em ê bi ser kevin, bi gotineke din me ji wan moral û hêz digirt, wan jî heman tişt ji me digirt. Heta niha jî birîndarên ku min xizmeta wan dikir, min dibînin ji min re dibêjin anê. Ev gotin ji bo min moralê herî mezin e."
'Şervanên YPJ'ê qehremaniyeke bêhempa kirin'
Kesên ku şahidiya berxwedana Kobanê kirin, bi hezaran bîranînên bi êş û xweş di bîra xwe de veşartine. Emîra bîranîneke şervaneke YPJ`ê wiha tîne ziman: "Rojekê şervaneke YPJ`ê navê wê Derya bû û ji Kobanê bû mayîna çeteyan pê de teqiya. Di encama teqînê de dest û lingên wê jêbûn. Dema bijîşkan ew derman dikir gotineke pir balkêş û bi wate got, Derya digot min hîna têr şer û xebat nekiriye, ez hîna deyndara gelê xwe me. Wê şervanê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da lê heta kêliya dawî jî her tim ev gotin digot. Êrîşa ku li ser Kobanê hatibû kirin, şerekî ne normal û mezin bû. Ji ber vê qehremaniyeke mezin hat kirin. Tişta ku me bi çavên xwe dît û şahidiya wê kir têkoşîn û berxwedana YPJ`ê bû. Ji ber vê mirov çiqas behsa lehengiya wan jinan bike, kêm dimîne."
`Îsrar û berxwedana jinan serkeftinê misoger kir`
Şêwazê ku şervanên YPJ`ê di şer de bi kar anîn, di nava çeteyên DAIŞ`ê de tirseke mezin da avakirin. Ji ber vê hewldanên çeteyan ên girtina şervanên YPJ`ê bi saxî çêdibûn. Emîra wiha qala vê mijarê dike: "Şervanên YPJ`ê têkoşînek gelek mezin nîşan dan, bedena xwe li ber komên çeteyan bi bombeyan teqandin û xwe li hemberî tangên çeteyan kirin mertal. Çeteyan helwesteke gelek tund li hemberî YPJ`ê nîşan dan. Çeteyan digotin divê em van jinan bi saxî bigrin, her wiha ji bo ku cihê me bibe bihuşt pêwîst e em bi destên jinan neyên kuştin. Israra şervanên YPJ'ê ya di berxwedanî û serkeftinê de hêza çeteyên DAIŞ`ê têk bir û cesareta şervanên YPG`ê xurtir kir. Ji ber vê mirov dikare wiha binirxîne berxwedanî û îsrara jinan a di şer de, serkeftina Kobanê misoger kir."
'Têkoşîna jinan a ji dîrokê ve, li Kobanê gihîşt lûtkeyê'
Hevseroka Komeleya Tîrêj Emîra Elî di dawiya axaftina xwe de Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li jinên cîhanê pîroz kir û wiha axivî: "Bêguman hêza berxwedaniya ku jinan nîşan da koka xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna 40 hezar jinên ji Ewropayê di 1857'an de ku di encamê de 129 jin hatin qetilkirin, jinên Kurd bi berxwedaniya xwe ew ruh di Rojhilata Navîn de misoger û zindî kirin. Her wiha jinên Kurd di tevahî cîhanê de nasnameya jinan a şervan ragihand lewre jina Kurd bû sembol û pêşenga serhildan, têkoşîn û berxwedaniyê. Li ser vê bingehê û bi boneya Roja Jinên Kedkar a cîhanê em dibêjin, şoreşa ku di 8'ê Adarê de li New Yorkê dest pê kir û di 17'ê Cotmehê de li Rusyayê bi ser ket, li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gihîşt lûtkeyê. Ji ber vê ji îro û şûn de em ê ji bo avakirina xweseriya jinan têkoşîna xwe bidomînin. Divê em xwedî li diyariya Rêber Apo jî derkevin û azadiya xwe misoger bikin."