Têkoşîna edaletê di roja 487’emîn de ye

Emînê Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a 487 rojin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, wiha gotin: “Sibe cejnê, dema lideran peyamên cejnê belav bikin, dê dayik li ber deriyê Edliya ku 487 roj in mala wê ye li benda edaletê be...”

Riha- Têkoşîna Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 487’an de berdewam dike. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Wezareta Dadê, Bekîr Bozdag, hesabê Partiya Akp’ê û Serokomar Erdogan etîket û ev parvekirin kir: “Sibe cejnê, dema lideran peyamên cejnê belav bikin, dê dayik li ber deriyê Edliyeya ku 487 roj in mala wê ye li benda edaletê be... Êşa ku ev 4 sal in kêm nabe, hêsirên ku nawestin...”