Têkoşîna edaletê di roja 429’an de ye

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevser û 2 kurên wê hatin qetilkirin û kurêk wê jî hat girtin û kûrê wî Ferît Şenyaşar bi birîndarî ji êrişê rizgar bûbû, 429 roj in berdewam dike.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja xwe ya 429’an de didome. Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibê ji mala xwe ya li Pirsûsê ku 42 kîlometreyan dûrî Rihayê ye hatin ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe dan destpêkirin.

Malbata Şenyaşar di nava saetên mesaiye de ji parêzer û welatiyên berê wan dikeve edliyeyê têkoşîna xwe ya edaletê vegotin.

“Em sekna xwe li hemberî bêhiqûqiyan didomînin”

Malbatê li ser hesabên xwe yê medya mecazî ev parvekirin kir: “Em sekna xwe li hemberî bêhiqûqiyan didomînin. Darizandina rojên kesên ku xwe wek "Serwer" dibînin jî nêzîk e. Em ê bi hev re edaletê jî nûve bînin.”