Têkoşîna "edaletê" di roja 310’an de ne

Têkoşîna "Edaletê" ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 310'an de berdewam dike.

Riha- Nobeta “edalet”’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 310’an de berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nekarî were ber Edliyeya Rihayê û li mala xwe ya navçeya Pirsûsê çalakiya nobetê berdewam kir. Ferît Şenyaşar ê ku bi dayika xwe re bê navber Nobeda Edaletê dewam dikir, serê sibê hat li ber edliyeyê qada ku weke "quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin û dest bi nobetê kir.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “We êşa herî mezin ya mirinê bi serê malbata me ve anî. Ji walîtî heta Wezareta Edaletê her kes ji ber vê zilma ku didome xemgîn in. Lê xemgînî tiştek naguherîne. Me serî ji zilmê re netewand û em ê netewînin. Em ê baweriya xwe ji bo edaletê biparêzin.”