Têkoşîna “edaletê” di roja 241’an de ye

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 251’an de dewam dike.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 251’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ku ji ber dawiya heftê ye çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyameke parve kir.
“Bila zilma li ber edliyeyê bi dawî bibe”
Malbat, di parvekirina xwe de daxuyaniya Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba a di televîyoneke herêmî ya Rihayê de gotibû:“Ji ber ku min wê demê got 'terorîst' şerm kir. Xwedê sebrê bide Emîne Şenyaşar. Dilê min dişewite" bi bîr xist û ev tişt got: "Rastî bi derewam nayê veşartin. Rojên ku wê rastî derkevin holê nêz in. Piştî waliyê Rihayê wezîrê demê jî piştî 3 salan axivî. Di dorê de Serokkomar heye. Bila bibêje hatiye xapandin û ji gelê Rihayê û malbatê lêborîn bixwaze. Bila zilma li ber edliyeyê bi dawî bibe” par kir.
Tê payîn ku malbata ku li navçeya Pirsûsê nobeda xwe didomîne, ji bo ku bi Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Wekîlê Hatayê Bariş Atay re hevdîtin bike saet di 17.00’an de bên ber edliyeyê.