Têkoşîna Edaletê 440 roj in bênavber didome

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên têkoşîna edaletê di roja 440’an de didomînin, gotin: “Dibe ku hûn hêza siyasî bi kar bînin û dest deynin ser qeydên kamerayan. Lê belê xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 440’emîn de didome.  Dayik û kurê wê , ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê têkildarî dizîna qeydên kamerayan ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ev parvekirin kir: “Divê hiqûq û edalet nebe qurbaniyên berjewendiyên siyasî. Dibe ku hûn hêza siyasî bi kar bînin û dest deynin ser qeydên kamerayan. Lê belê xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye.”