'Divê jinên Ereb kirasê koletiyê li xwe nekin'

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Til Temirê Sîdar Masûm bi bîr xist ku di demeke ku cîhan tev di xem û xeteriya DAIŞ’ê de bû, şervanên Kurd şerê wan dikir, paytexta wan hilweşand.

Til Temir – Di demek ku destkeftiyên jinan li Rojavayê Kurdistanê di xeteriya naskirin û nenaskirinê de ne, jin têkoşîna xwe didomînin û li hember her cûre êrîşan liber xwe didin.

Heta niha ji bo doza hebûna jinê, rola wê û dê çawa bê entegrekirin, di mijara entegrasyonê de bi fermî nehatiye nîqaşkirin. Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a bajarê Til Temira Kantona Cizîrê Sîdar Masûm, girîngiya rola jinan a di sîstemê de nirxandin.

Hikûmetek yek salî hebûna jinan û na 14 salan napejirîne!

Sîdar Masûm di destpêkê de Şoreşa Rojava bibîr xist û got ku şoreş bi çend şoreşgerên jin û xort destpê kiriye, heta ku îro gihîştiye vê astê û wiha dewam kir: “Hikûmetek nû salek wê çêbûye, hatiye ser desthilatê, hebûna jinan a 14 salan a li Rojava qebûl nake. Lê cîhan tev dizane jinan di pêvajoyên şoreşê de çiqas rol lîst. Şerê li dijî DAIŞ’ê mînakek şênber e ku di demeke dewlet nikarîbûn li dijî çeteyan şer bikin û di nav tirsekê de dijiyan, şervanên jin bi çekên sivik şer kirin û paytetxa wan hilweşandin.”

Wê ti car jina Kurd kirasê koletî û mirinê û jiyana di siya mêrek de nepejirîne

Sîdar got ku jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, azadiya xwe ya bi hezaran sal lê digeriyan dîtine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em jinên Kurd ji xwe re qebûl nakin ku di bin siya mêrekî de bijîn an jî kirasê koletiyê û mirinê li xwe bikin. Çimkî em ji bo nasnameya xwe wekî gelê Kurd bidest bixin, şer dikin. Em li dijî rejîma Baasê û li dijî hikûmeta îro jî heman têkoşînê dimeşînin. Lê em her dibêjin ku em hene û xwedî rol in jî. Çimkî em Kurd in. Dema ku jina Kurd wê çek û rextê li xwe dike, cîhan tev rêz jê re digre.”

Şerê ji bo jiyanê

Sîdar Masûm destnîşan kir ku bi hişmendiya îslama radîkal hewl didin bedewbûna jinan di bin çarçeva reş de veşêrin û wiha pêl da gotina xwe: “Porê şervanên me dibirin û dixwazin me di bin çarçeva reş de bi navê îslama radîkal bifetisînin. Lê pore zarokên me heta dapîrên me, nîşaneya bedewbûna me ye. Ji bo wê ye ku em ji bo jiyanê şerê mirinê dikin.”

Ya ku ew li bendê ne wê nebe

Sîdar bi pirsa ku ew ê çawa çek û rextê xwe deyne û çi ji dayîkên cangoriyan re bêje dirêjî da axaftina xwe û wiha got: “Piştî 14 sal ji şoreşê em ê çawa çek û rextên xwe deynin, em ê çi ji dayîkên xwe re bêjin û em ê çawa bersiva pirsên dayîkên cangoriyan bidin. Bê guman ev ne pêkan e ku bibe, çimkî roja ku me çek û rext hilgirt, me xeta şehîdan girt. Ji bo wê em ê di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de têkoşîna xwe ji bo bidestxistina maf û nasnameya xwe, bidomînin.”

Jinên Ereb rabin ser piyan û wê jinên Kurd çek û rext daneynin

Sîdar Masûm ji bo jinên Ereb yên li Sûriyê peyamek şand û got: “Bikevin ferqa ku hûn tên kolekirin, divê têkoşîna ji bo we tê kirin, hûn li erdê nexin û rabin ser piyan. Divê jinên Ereb yên ku ji bo azadiyê şer kirin, şehîd bûn û heta niha têdikoşin, careke din kirasê koletiyê li xwe nekin. Divê jinên Kurd jî her ji xwe bawer bin, bihêz bin û çi dibe bila bibe em ê çeka xwe daneynin û xeta şehîdan bernedin.”