‘Têkoşîn û berxwedana jinan wê desthiladariyê têk bibe’

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîn-Şehbayê Hêvîn Reşîd bal kişand ku bi têkoşîna jinan biryara darvekririna Şerîfa Muhemedî hatiye betalkirin, got ku ji bo rakirina hemu biryarên darvekirinê têkoşînekê çalak divê.

HESNA MIHEMED

Şehba- Li dijî siyaset û sîstema baviksalarî ya dewleta Îranê ya li ser jinan û piştî qetilkirina Jîna Emînî, jinên Îranê bu du sal in serî hildidin û êdî siyaseta tunekirin û îmhakirinê qebûl nakin. Di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de tev digerin û çalakiyên xwe li dar dixin. Dewleta Îranê gelek hewl da ku bi dîlgirtina jinan û binçavkirina wan dawî li vê şoreşê bîne. Lê kiryarên li dijî jinan, binçavkirin, girt ûn îşkenceya ku li jinan hat kirin nebûn bend li hemberî şoreşa Jin Jiyan Azadî û şaxên xwe li tevahî cîhanê belav kir.

Jinên çalakvan û rojnamevanên ku rastiya dewleta Îranê eşkere dikirin hatin girtin û îşkencekirin û biryarên darvekirinê li wan hatin birîn. Rojnamevan Şerîfa Muhemedî, rojnemevan Pexşan Ezîzî ku di sala 2023'an de bi hincetên cuda hatin dîlgirtin û biryara darvekrinê li wan hatin birîn hin ji wan jinan e.

Di encama têkoşîn û berxwedana jinan de dewleta Îranê di 12'ê Cotmehê de biryara darvekirina Şerîfa Muhemedî betal kir lê hê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî betal nekiriye. Her wiha ji ber kiryar û îşkencekirina jinan û zêdekirina biryara darvekirina wan di zindanên Îranê de siyasetmedara Kurd Warîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçibûnê ya bê dem kir bi armanca bidawîkirina kiryarên li ser jinan û ji bo berdana wan ji zindanan. Bi sedan jinên ku daxwaza azadiya xwe dikirin ji aliyê dewleta Îranê ve li zindanan hatin dîlgirtin.

Der barê şoreşa Jin Jiyan Azadî û biryarên dewleta Îranê yên li dijî jinan de, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Efrîm-Şehbayê Hêvîn Reşîd ji ajansa me re axivî.

'Pêwîstî bi şoreşa Jin Jiyan Azadî hebû'

Hêvîn Reşîd di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser doza jinan li Kurdistanê û girîngiya derketina şoreşa azadiyê û wiha pê da çû: "Li seranserê Kurdistan û cîhanê gelek bûyer li dijî jinan pêk tên. Lê doza ku jin di nava xwe de dihewîne dibe kaniya hemû dozên ku li Rojhilata Navîn de diqewimin. Loma pêwîstiya Rojhilata Navîn hebû ku şoreşek nû bê avakirin û bi şoreşa jin bê pênasekirin û divê ev şoreş bibe şoreşek bikaribe zihniyet û mêjiyê mêr ku desthiladariya xwe ser jinan dida meşandin, biguhere. Siyaset û sîstema ku mefên jin li rojhilatê Kurdistanê diçewisîne ne dûrî siyasetên ku li parçeyên din ên Kurdistanê tên meşandin e. Li ser vê bingehê pêwîstî hebû ku li Rojava şoreşek bê avakirin û di kêliyên destpêkê ji vê şoreşê bi şoreşa jin hate pênasekirin, şoreşa Rojava pira azadiyê ji jinan re vekir û di Rojhilatê Kurdistanê de ev şoreş xwe didomîne."

'Jinên ku banga azadî û demokrasiyê dikin tên binçavkirin'

Di nava gotinên xwe de Hêvîn Reşîd bal kişand ser şoreşa jinan li rojhilatê Kurdistanê kir û têkoşîna wan li hemberî siyasetên dewleta Îranê der heqê jinan de kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Di rojhilatê Kurdistanê de ev zêdetirî du salan e şoreşek dest pê kiriye û bi şoreşa jinan li seranserê cîhanê tê pênasekirin, ji ber ku bi riya van şoreşan de jin ji koletiya dewletan bê rizgarkirin. Di her şoreşê de yên ku herî zêde tên hedefgirtin jin in. Piştî qetilkirina Jîna Emînî agirê şoreşê li Rojhilat geş bû. Di sîstema siyasetên dewleta Îranê de gelek kiryarên hov li ser jinan pêk hatin. Ji dîlgirtin, îşkencekirin, binçavkirinê bigre heta destirêjiyê her cure bêexlaqî li dijî mirovan hat kirin. Jinên rojnamevan û çalakvanên ku ji bo mafên jinan bang dikin û daxwaza azadiyê dikin ji hêla sîstema Îranê ve tên binçavkirin û ceza li wan tên birîn. Di heman demê de biryarên darvekirinê li wan tên birîn. Di kesayeta Şerîfa Muhemedî, Pexşan Ezîzî, Warîşe Mûradî û bi sedan jinên di zindanên dewleta Îranê de biryarên darvekirin û cezayê muebetê tê birîn."

'Têkoşîn û berxwedana jinan wê dawî li desthiladariyê bîne'

Hêvîn Reşîd di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku bi têkoşîna jinan wê dawî li desthiladarî û sîstemên wê bê û ev tişt anî ziman: "Biryara darvekirina her du çalakvan û rojnemevanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî ji aliyê jinan ve li seranserê Kurdistanê û cîhanê jî hat redkirin. Rojane jin li dijî biryarên darvekirina jinan li qadan, çalakiyan li dar dixin û li kolanan in. Her wiha bi saya têkoşîn û berxwedana jinan ji Rojava bigre heta cîhanê giştî ji aliyê dewleta Îranê ve biryara darvekirina Şerîfa Muhemedî hat betalkirin. Ev tê wê wateyê ku ger jin xwedî îrade û hebûn bin her wiha xwedî li felsefeya azadiya xwe derkevin wê helbet bigihîjin armancên xwe. Vê têkoşînê hişt ku zextek li ser dewleta Îranê çêbibe, paşve bigre. Şoreşa Jin Jiyan Azadî ku bingeha wê Rojava bû, piştre gihîşt Rojhilat, niha li seranserê cîhanê belav dibe. Jin di bin vê dirûşmê de li dijî desthiladariyê serî hildidin. Divê em asta têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin ji bo ku dawî li zextên dewletan bînin."

'Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê rizgariya jinan bi xwe re bîne'

Hêvîn Reşîd diyar kir ku ji bo dawî li zextên dewleta Îranê yên li zindanan bîne, Warîşe Mûradî dest bi greva birçibûnê kiriye û wê bi çalakî û bertekên xwe piştevaniya çalakiya Warîşe Mûradî bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li hemberî zihniyeta ku vîna jinan dide çewisandin û naxwaze nêrîna jinên azad bi pêş bikeve. Divê dengê me bilindtir bibe û têkoşîna me mezintir bibe. Li dijî şîdeta dewleta Îranê li zindanan û kiryarên cur bi cur der heqê mafê girtiyên jin de tên meşandin, Warîşe Mûradî dest bi greva birçibûnê kiriye ji bo ku dawî li van zextan bîne û hemû jinan ji zindanan bên serbestkirin. Divê ne tenê jinên li Kurdistanê pêwîst e jinên li seranserê cîhanê dengê xwe bilind bikin û di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de daxwaza azadiya xwe bikin. Di heman demê de bi yekitiya jinan li cîhanê wê dawî li desthiladariyê bîne. Em jî weke jinên Rojava bi çalakî û bertekên xwe piştevaniya çalakiya Warîşe Mûradî dikin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê bibe xelasiya hemû jinên bindest û rizgariya jin pêk bîne."