Tehliyeya Rozerîn Kalkan 11 mehan hat taloqkirin

Tehliyeya Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin û dihat payîn ku duh bê berdan, 11 mehan hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Hate hinbûn ku tehliyeya Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve 11 mehan hat taloqkirin.

Rozerîn Kalkan, di 11’ê Tebaxa 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, dihat payin ku duh bê berdan.

Hat zanîn ku tehliyeya Rozerîn Kalkan 11 nehan hatiye taloqkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo hevdîtinê bang li Rozerîn Kalkan kiribû û Kalkanê vê yekê red kiribû. Rozerîn Kalkan, diyar kir ku infaza wê bi hincetên “Di qawişên alîgir de dimîne” û “Di nava rêxistinê de çalak e” hatiye astengkirin. Rozerîn Kalkan da zanîn ku ew ê îtîrazê li biryarê bike.