‘Divê jin li dijî hemû êrişan rêbazên xweparastinê pêş bixin’

Endama desteye Rêveberiya Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistan Ronak Mecîd diyar kir ku divê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî şer, destdirêjî rêbazên xweparastinê bi pêş bixin û bikaribin di hemû qadên jiyanê de cih bigrin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Sistema sermayedar û netewdewlet her dem li gorî berjewendiyên xwe nêzî jinan dibe. Bi navê xweşiktî, namûs û hezkirinê jin tên qetilkirin û di şeran de jî  dibin qurabaniyên sereke yên sîstema sermayedar. Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo pêşxistina rêbazên xweparastinê bang li tevahî jinên cîhanê kir. Ev daxuyanî ji aliyê gelek rêxistin, partî û çalakvanên jin ve hate nîqaşkirin.

Endama desteye Rêveberiya Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistan Ronak Mecîd der barê xweparatina jinan de diyarkir ku sîstema sermayedar a heyî, hemû siyaseta wê li dijî jinan e û weke amûr li jinan dinêre.

‘Jinan ji bo berjewendiyên siyasî bi kar tînin’

Ronak Mecîd da zanîn ku di hemû şeran de jin dibin qurbaniyên destpêkê û wiha got: “Kolekirina civakê, bi kolekirina jinan dest pê dike û sîstemên sermayedar û mêrsalar jinan ji bo berjewendiyên siyaseta sîstema desthilatdar û netew dewletê bi kar tînin. DAIŞ’ê, destpêkê êrişê jinan kir mînaka vê ya herî berbiçav jî jinên Êzidî ne. her wiha di êrişên enfalê de jî gelek jin rastî kiryarên hovane hatibûn.”

 Ronak Mecîd bal kişand ku di şeran de bikaranîna jinan weke namûsê wan hedef dide nîşandan û got: “Me dît di şerê li dijî DAIŞ’ê de, jin bi îradeya xwe ya pêşeng dikaribûn terorîstên herî mezin ku bi temamî Iraq û Sûriyeyê dagir kiribûn têk bibin. Jinên Kurd bûn yek û hatin ba hev ji bo bidestxistina vê destkeftiya mezin. Her wiha di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jî destpêkê êrişî jinan kirin. Heta niha jî êrişên li ser jinan berdewam dikin, jin û zarok di wî şerî de dibin hedef.”

‘Divê jin di hemû qadên jiyanê de cih bigrin’

Ronak Mecîd ji bo xweparastinê îşaret bi girîngiya yekitiya tevgerên jinan kir û wiha got: “Ji bo berxwedana jinan  ya ku di aliyê rêvebirin û siyasetê de tevgerên jinan li Şengal û Rojavayê Kurdistanê mînak in. Li cîhanê tenê jin di siyaseta hevpeymanan de beşdar dibin. Ji ber wê divê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bên gel hev, rêbazên xweparastinê li dijî şer, destdirêjî û dijmin bi pêş bixin. Bi vî awayî dê bikaribin di hemû qadên jiyanê de cih bigrin.”