Tehliyeya girtiya 30 salan hate taloqkirin

Tehliyeya Ardil Çeşme ya girtiya 30 salan ji aliyê ÎGK ve 6 mehan hate taloqkirin.

AXÎN BAHAR

Amed- Ardil Çeşme ku li girtîgeha Erzincan tê girtin. Di meha Mijdara sala 1994’an de hate binçavkirin. Piştî pêvajoya 1 mehî ya binçavkirinê Ardil Çeşme di Dadgeha Ewlehiya Dewletê de hate darizandin, 36 sal cezayê mihebetê lê hate birîn. Ardil Çeşme divê pêvajoyê de bi rêzê ve li girtîgehên Amed, Uşak, Muş, Çewlik, Gebze, Tarsus’ê ma. Ardil Çeşme herî dawî 6 meh mayî ji tehliyeya wê re sûrgunî girtîgeha Erzîncanê hate kirin. 

Ardil Çeşme ku ev 6 mehe li girtîgeha Erzincanê tê girtin û divê were tehliyekirin, tehliyeya wê 6 mehên din hate taloqkirin.

Tehliyeya wê hate taloqkirin

Di dîroka 7’ê mijdarê de Ardil Çeşme derxistin Lêjneya Çavdêriyê û lêjneyê biryara, ‘Têkiliya wê bi rêxistinê re berdewam dike’ da. Li gel biryarê, înfaza girtiyê 6 mehan hate taloqkirin.

Xwîşka Ardil Çeşme, Asiye Çeşme got ku biryara hatî dayîn bi riya parêzeran ji malbatê re hatiye gotin û got: “Beriya hefteyekê di hevdîtina telefonê de, gotibû wê di 12’ê Mijdarê de biçe desteyê û biryarê jêre eşkere bike. Di 7’ Mijdarê de girtin hevdîtinê û biryar jêre ragihand. Agahiya me û parêz ji biryarê hate astengkirin. Di roja hevdîtina telefonê de, yanî duh me zanî ku wê tehliyaye wê heta Gulana 2025’an pêkneyê û hatiye taloqkirin.”

‘Taloqkirina tehliyeyê binpêkirina mafan e’

Asiye Çeşme da zanîn ku di lêjneya çavdêrî û îdare de tenê du deqeyan hevdîtin pê re kirine û bi van gotinan bertek nîşan da: “Hinceta hatî pêşkêşkirin ji ber ‘têkiliya wê bi rêxistinê re didome’ ye. Em vê pêkanîna kêfî qebûl nakin. Tevî ku cezayê wê bi dawî bûye û der barê wê de tu biryarek ya disiplînê nîne, bi hincetek bê maf girtin, binpêkirina mafan ne. Xwîşka min bi ‘endamtiya rêxistinê’ ceza girt. Em jî divê pêvajoyê de ji ber li xizmên xwe xwedî derketin ma em ê weke ‘endamtiya rêxistinê’ bên darizandin?”

Asiye Çeşme da zanîn ku wê biryarê itiraz bikin û got: “Em weke malbat vê biryarê bê hiqûq dibînin û em ê bibin şopdarê pêvajoyê.”