“Tecrîda li ser Rêber Apo hemû gelan û jinan hedef digre"
Gelê Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûnek girseyî ya jinan meşekê girseyî lidarxistin û daxwaza bi dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
SÎLVA ÎBRAHÎM
Minbic- Gelê bajarê Minbicê bi meşekî girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Jinên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mîtînga girseyî de axivî, diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, kurkirina krîz û aloziyên li tevahî Rojhilata Navîn e.
Beşdara meşê Endama Kombûna Jinan a Zenobîa Fatima Bako wiha axivî: “Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tenê kesayeta wî hemû gelan û jinan hedef digre, şermezar dikin. Jinên ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan hildigirin û rêya wî dişopînin tên hedef girtin. Mînaka herî mezin a komployê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Em daxwaza dawî anîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dikin û ji ber ku me fikir û felsefeya wî bi pêşdixin, çi qas komplo li ser me çêbibin jî em nêzîkatiya xwe ya azad bidomînin."
“Fikrê Rêber Apo mifteya çareseriya qeyranên li Rojhilata Navîn e”
Hevseroka Meclisa Xeta Firatê Halîme El-Jumuah jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê mirovahî ye û banga rakirina rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Mûta Mihemed jî wiha got: “Em îro gelê Minbicê û saziyên wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li hev civiyan, ji ber ku em bi fikrî Rêbertiya azad kiriye, em soz didin ku em ê Rêbera bi awayekî fizîkî azad bikin.”
Endama Meclisa Jinan a Zenobîa Sîbal Melli jî balkişand ku ji ber ku fikrê Rêber Apo di nava gelê wî de azad e, komploya ku dixwest fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rake, negihîşt armanca xwe û wiha got: “Ji ber ku zêdetir pêwîstiya me bi fikir û felsefeya wî heye, em daxwaza berdana wî yê ji girtîgeha Îmraliyê dikin."
Her wiha Sîbal Melli da zanîn ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha weke mifteya çareserkirina qeyranên Rojhilata Navîn tê dîtin.