Li Hewremanê hevdîtinekê çandî: Mihrîcana Hinaran
Mihrîcana Hinaran a Hewreman destpê kir ku ji bilî pêşandana berhemên xwemalî, firsenda nasandina jiyan û berxwedana jinên li herêmê pêşkêş dike. Jin çanda qedim a Hewreman bi geştiyaran didin nasîn.

ESRA EZÎZÎ
Hewreman – Çalakî û mihrîcanên cure bi cure yên li Kurdistan û Hewremanê, ev bi salane ne tenê ji bo nasandina berhemên xwemalî, di heman demê de derfeta nasîna çanda qedîm a vê herêmê û erdnîgariya wê pêşkêş dike û ji aliyê geştiyaran ve bi eleqeyek mezin tê pêşwazîkirin. Îsal mihrîcana Hinaran ku di 2’ê Cotmeha 2024’an de li gundên Belber, Jiwar û Selîn ên Hewremanê tê li dar xistin, bi awayekî cuda ye. Mihrîcan wê ne rojekê, şeş hefteyan her roja pêncşemê bidome.
Taybetmendiya vê mihrîcanê ew e ku pêşî li qerebalixiya li gundekê kom bibin digire û ziyana ku digihîje hawirdorê kêm dike, bandorên wek texrîbata nebatan, qirêjiya qerebalixiyê, ne aramkirina piran bi vî awayî kêm dike. Di heman demê de zêdebûna trafîkê jî nayê jiyîn. Bi vî awayî hem geştiyar hem jî gelê herêmê ceribandineke dilxweş dijîn.
Taybetmendiyeke din a mihrîcanê, geştiyar rasterast bi hilberîner û cotyaran re têkilî danîne. Geştiyar dikarin berhemên bi kalîte û bi nirxek baş rasterast ji xwediyên baxçeyan bigirin, li baxçeyan bigerin û ceribandina komkirina fêkiyan dijîn. Ev ceribandin ji bo serdanvanên ji çar aliyê dinyayê tên Îranê balkêş e. Ji ber wê bi baldarî dîrokên mihrîcanan dişopînin û bi merq li bendê dimînin.
Rahele Edvaî ya 21 salî ji gundê Selîn ê Hewremanê beşdarî mihrîcana hinaran bûye, têkildarî mihrîcanê ji ajansa me re axivî û got: “Ez ji gundê Selînim. Min perwerdeya xwe di qada zanistî de ye û ez nû beşdarî ezmûnên zanîngehê bûm, ez li benda encamê me. Îro roja yekem a mihrîcana hinaran e.”
Rahela Edvaî têkoşîna jinên Hewremanê bi erdnîgariya herêmê ve girê dide û wiha dibêje: “Ger ez behsa rola jinan bikim, jin ji ber qedexeyên erdnîgarî û zoriyan, her tim aktîv û jîr bûne.”
‘Di werza payîzê de em hemû berhemên hinaran çêdikin’
Rahela Edvaî wiha domand: “Berhemên bingehîn ên gundê me hinar û hejîr in. Berhevkirin û hişkkirina hejîran di mehên havînê de dest pê dike û dişînin bazarên Kurdistanê û çar aliyên Îranê. Li gel werza payîzê berhevkirina hinaran û reçela hinaran dest pê dike. Amadekarina berhemên hinaran zehmetiyek mezin dixwaze, lê belê em jin li gel mêran di baxçeyan de dixebitin. Heta bi dawîbûna payîzê em baxçeyan paqij û rêk û pêk dikin.”
‘Em berhem û çanda xwe didin nasîn’
Rahele Edvaî wiha behsa hatina geştiyaran kir û got: “Dema em hinar difiroşin, qonaxên berhevkirinê, cureyên rengên wan, awa û tama wan em ji kiriyar û geştiyaran re dibêjin û em bi wan re dibin alîkar. Em jin ne tenê berheman difiroşin, em bi cil û aksesuarên xwe yên gelerî beşdar dibin. Em hunera destê xwe jî bi kartînin. Bi vî awayî hem em berhemên xwe difiroşin û hem jî em beşek ji çand û nasnameya xwe bi cîhanê didin nasîn.”
‘Jin û mêr wekhev dixebitin’
Li gundên Hewremanê gelek jin, bi tena serê xwe debara malbatê pêk tînin. Bi tena serê xwe baxçeyê xwe çêdikin, bi giştî hemû qonaxên ku keda gelek kesan jê re hewce ye, bi tena serê xwe dikin. Mêrek ji gund wiha dibêje: “Xwişka min tevî ku hevjînê wê wefat kiriye, zarokên xwe bi tena serê xwe xwedî dike û baxçeyê xwe bi tenê rêve dibe. Baxçeyê av dide, gubre dike, karkeran digire û bi xwe jî dixebitî. Ew jinek bi rûmet e. Li vir jin û mêr wekhev in. Çawa ku mêrên jîr û bi rûmet hene, bi heman awayî jinên jîr û bi rûmet jî hene.”
Dema geştiyar tên Hewremanê ji bilî ku berhemên xwezayî dibînin û dikirin, vê herêmê bi baldarî û sebir lêkolîn dikin. Jiyana jin û mêrên Hewremanê bi taybetî fêmkirina jinê ku sembola îrade û têkoşînê ye, lênêrîneke kûr dide serdanvanan. Ev jin çi dibe bila bibe wate didin jiyanê, bi xwe xweşiktir, kêrhatîtir û serbixwetir in. Ev xweşiktî û hêza wan tenê di jiyana rojane de û bi lênêrîneke bi baldar were fêmkirin.