Ji bo Alieh Azîzî ya li Afganistanê winda bû banga edaletê

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ji bo Alieh Azîzî ku piştî Talîbanê rêveberiya Afganistanê xist bin kontorola xwe winda bû bang kir.

Navenda Nûçeyan - Alieh Azîzî yek ji wan jinên ku piştî Talîbanê rêveberiya welat xistin bin kontrola xwe hat winda kirin û heta niha jî tu agahî jê tune ye. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ya di daxuyaniya ku li ser mijarê parvekir de bang “li Talîbanê kir ku ji rewşa Alieh Azîzî berpirsyar be.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan dest nîşan kir ku Alieh Azîzî bi darê zorê hatiye windakirin û tê bi bîr xistin ku malbata wê ji gelek saziyên berpirsyar û bi taybetî ji walîtiyê alîkariyê xwestiye, lê ji bo dîtina wê tu xebat nehatine meşandin.

“Bila kesên berpirsyar radestî edaletê bê kirin”

Rêxistinê wiha got: “Divê li şûna înkar kirina xemsariyên bi vî rengî pêkhatine, pêwîst e pêşî li xemsariyên hêzên ewlehiyê bê girtin û ji bo vê jî gav bên avêtin. Divê bi lêpirsînek bêalî û teqîbatêk bi şert û mercên guncav rte bersiv ji malbatê re bê dayîn. Em bang li rayedarên Talîbanê dikin ku dawî li van kiryaran bînin û berpirsyaran radestî edaletê bikin."

Meh derbas bûn

Ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan lêkolînera Afganî Fereshteh Abbasî wiha got: "Li ser windabûna Alia Azîzî zêdetirî şeş meh dem derbas bû û berpirsyarên Talîbanê heta hîna jî lêkolînek pêbawer nemeşandin."

Çi qewimî bû?

Alieh Azîzî berê bi statûya rêvebera Girtîgeha Jinan a Heratê erk kiriye û piştî ku Talîbanê rêveberiya welat xist bin kontrola xwe, weke her jinekê çûndina wê karê xwe hat asteng kirin. Di meha Çile de rojek bi telefonê ji bo cihê kar bang lê kirine û carekdin nekariyê vegerê mala xwe. Hîn jî tu agahî ji Alieh Azîzî nay girtin.