Talîban li 5 eyaletan înterneta fîber birî

Birandina înterta fîber, ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye destpêkirin, ji eyaleta Belhê dest pê kir, gihîşt Qendeher, Uruzgan, Helmand û Nimrozê. Her wiha li eyaletên Baglan, Gaznî, Parwan, Nangarhar û Heratê jî înternet hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Bi fermana lîderê Talîbanê Heybetullah Ahundzade, li pênc eyaletean înterneta fîber hat girtin. 14’ê Îlonê roja Duşemê Talîbanê li Belhê dest bi birandina înterneta fîber kir, li Qendeher, Uruzgan, Helmand û Nimrozê jî berdewam kir. Li eyaletên Baglan, Gaznî, Parwan, Nangarhar û Heratê jî înternet hat birîn.

Li gorî fermana hatiye dayîn, di du rojên dawî de li hinek herêmên Efganistanê, înterneta fîber hat birîn. Vê rewşê bû sedem ku bi deh hezaran kes nikaribin bi kar bînin û rê li fikarên mezin vekir.

Li eyaleta Belhê ya li bakurê welat înterneta fîber bi temamî hat qedexekirin. Berpirsê Belhê yê Talîbanê Ataullah Zayed got: “Ev tedbîr ji bo kontrola exlaqî hatiye girtin û dê li hemû cihên welat alternatîf werin dîtin, bi wê yekê dê pêdiviya înternetê were bicihanîn.”

Tenê înterneta mobîl heye

Li Belhê înterneta mobîl tenê li ser torên mobîl heye û li ser hemû operatoran astengiyên mezin hene. Li eyaletên bakur Badahşan û Takharê û li Qendeher, Helmand ve Uruzgan ên başûr înterneta fîber bi temamî hatiye birîn.

Talîban ji bo polîtîkayên wê neyên zanîn serî li vê rêbazê dide

Birandina înternetê bû sedema rexneyên girîng û hinek çavdêr diyar dikin ku Talîban bi vê yekê hewl dide Efganistanê îzole bike û armanca wê ew e zirarê bide pêşketina welat.

Bikarhênerên medyaya dîjîtal, diyar dikin ku Talîban vê yekê, ji bo astengkirina belavkirina polîtîkayên Talîbanê dike û hewl dide bi vê yekê rastiya siyaseta xwe veşêre.