Talîban ji bo jin firoşagehên xwe bigrin du rojan dem da

Talîban a ku rêveberiya Afganistanê desteser kir û her roj qedexeyên cûda li ser jinan ferz dike, rê nade ku jin bikevin bazara kar û vê carê jî ji bo jin firoşgehên xwe bigrin du roj dem da wan.

Navenda Nûçeyan - Astengiyên Talîbanê yên li dijî jin û zarokên keç berdewam dike. Talîban yeke din li pêkanînên xwe zêde kir û daxwaz ji jinan kirin ku firoşgehên xwe bigrin û ji bo wan jî du  roj dem dan wan.

Wezareta belavkirina fazîlet û pêşîlêgirtina bêexlaqiyê ya Talîbanê duh li bajarê Belh bi hinceta ‘Jin hicab girê nadin’ dan zanîn ku ji bo firoşgehên xwe bigrin tenê du roj dem dane wan. Di vê demê de meqamên xwecihî ragihandin ku li bazara Mezar-ı Şerif li hemberî xebitîna jinan tu astengî tune ye.

Qedexeyên berê

Talîbanê diyar kiribû ku jinên pêşkêşvanên televîzyonê divê rûyê xwe binixumin, emir kirin ku dewreyên ajotinê û ew dersên ku ji bo jinan tên vekirin û dayîna belgeya jinan were sekinandin. Talîban perwerdeya navîn ya jinan qedexe kir û çûyîna jinan a zanîngehê jî qedexe kir. Di heman demê de ew jinên Afganî yên ku dixwestin geştiyariyên dirêj diviyabû mêrek li gel bûya. Careke din xebitîna jinên rojnamevan hatin qedexekirin. Diviyabû jinên memûrên dewletê bimînin di nava malê de. Wezareta jinan hat girtin û li cihê wê wezareta belavkirina Fazîletê û pêşîlêgirtina bêexlaqiyê ya Talîbanê hat avakirin. Li welat çûyîna jinan a salona werzîşê jî hat qedexekirin.