Talîban dest datîne ser alîkariyên ku diçe Kunarê
Gelê Efganistanê li pey hev bi felaketên xwezayî re rûbirû ma, Talîban û mafyayên axê ji koç û şîna gel sûdê digrin. Bijîşka bi navê Nergîs Welîd ku li cihê bûyerê bû şahida êşên gel, trajediya mirovî ya ji êşên malbatên mane radixe ber çavan.

BEHARÎN LEHÎB
Kunar – Afetên xwezayî yek ji diyardeyên herî bi êş ku civak rastî tê ye. Guherîna avhewayê û bilindbûna germahiyê, dibe sedema bahoz, lehî, erdhej, şewat, hişkesalî û bêaviya welatan.
Lê belê ev êş di welatên xizan de, mînak li Efganistanê girantir e. Di her felaketa xwezayî de bi hezaran mirov dimrin û birîndar dibin, qurbanên herî mezin, jin, zarok û extiyar in.
Ev êş ku Talîban ji firsendan sûd digre û di bin navê alîkariyê de bi milyonan dolar û malzemeyên xwarin û tenduristiyê dixe berîka xwe de hê zêdetir dibe. Ger kesek an jî malbat îtiraz bikin, bêdeng tên tepisandin. Li aliyê din mafyayên xakê û kesên ku xwe weke welatperwer nîşan didin ji rewşa gel û trajediya wê sûdê digre, bi hinceta ji nû ve avakirinê, xak û milkê gel xesp dikin, ji bo xwe sîteyên luks û avahiyên bilind çêdikin.
Ji vê rewşê tenê dayîk û bavên ku ji bo zarokên xwe yên birîndar û di şokê de bidin jiyîn mane. Her çendî hinek sazî û rêxistin hatibin alîkariyê jî piranî di bin navê belavkirina adil de rastî destdanîna ser tên.
‘Jin tevî zextan têdikoşin’
Beriya çend rojan, li wîlayeteke li Rojhilatê Efganistanê bi erdhejekê veguherî xwîn û hilweşînê. Li wîlayeta Kunar ji derveyî windahiyên madî, windahiyek mezin a canî jî hat jiyîn. Ev wîlayet li gorî wîlayetên din ên Efganistanê, bi hewldanên gel û derfetên sînordar dihat îdarekirin. Kunar her çendî yek ji wîlayetên ku herî zêde bûyerên cînayetên namûsê û ji bo çareseriya şerê navxweyî were jiyîn jî li vê derê hejmarek kêm jinên perwerdekirîn hene. Jin tevî zextê Talîban, têkoşînê didomînin.
Êşên dayîkan
Me bi yek ji bîjîşkan Nergîs Welîd re hevdîtin kir. Ew bi tîmeke tendirustiyê re çûbû cihê bûyerê û wiha got: “Dayîk ne tenê bi fizîkî birîndar in, ji dilê xwe jî birîndar bûn. Her yek ji wan sê yan jî çar zarokên xwe winda kiribûn.” Nergîs Velîd serpêhatiya dayîkek wiha vegot: “Dayîkek ku 8 zarokên xwe winda kiribû hat gel min. Di lingê wê de birînek kûr hebû, nêm girtibû. Dema min birîna lingê wê paqij dikir, min got tu êşê hîs dikî, bi kenek tije bi êş îşaret kir û got; ‘êşa lingê min li ba êşa windabûna zarokên min ne tiştek e.’ Zarokê wê yê herî biçûk kurekî yeksalî bû, bi saetan di bin xirbeyan de zindî mabû, bi girîn alîkarî xwestibû lê di encamê de jiyana xwe ji dest dabû. Li herêma em çûnê, em tîma yekem a tenduristiyê yên jin bûn. Ji ber serdestiya mêr û qedexeyên Talîbanê, jin naçin bijîşkên mêr. Ji ber wê bi hatina me kêfxweş bûn.”
Trajediya heyî
Nêrgîs Welîd behsa zarokek keç a 10 salî ya bi navê Hacîre kir û got: “Hacîre, dayîk, bav û xwîşk- bira û malbata xwe winda kiribû. Her dem digiriye digot; ‘min jî bibin gel xwe.’ Bi şev malbata xwe di xewa xwe de didît, ji wan dixwest wê jî rizgar bikin. Di her hejînek de zarok diqîriyan û gelek ditirsiyan.”
Nergîs Welîd serpêhatiyek din jî parve kir û got: “Dayîkek 60 salî hat gel min. Bi zorê diaxivî û dilê xwe îşaret dikir. Ez fikirîm ku nexweşiya wê ya dil heye. Berê dema min pirsî ku pirgsirêkek wiha heye yan ne, qîriya û got: ‘du keçên min, her yek jî bi çar zarokên xwe re, bûka min û du neviyên min mirin. Min hemû li ba kurê xwe spartin axê. Çima ez ewqas êşê dikşînim?”
‘Ez bûm şahida gelek êşan’
Nergîs Welîd wiha domand: “Ez rastî gelek êşan hatim. Ev bi rojan e ez vegeriyame lê belê yek ji wan ji bîr nakim. Mirov di nava sosret û êşê de ne, Talîbanê tenê li alîkariyên ku saziyan anîne dinêriya, bi berîka re elqedar dibû. Min mêrek nas kir, şeva erdhejê, daweta wî hebû, hevjîna wî ya ku bûka nû bû, di bin xirbeyan de mir. Ew mêr bi şev û roj li ser gora hevjîna xwe bû.”
Facîaya Kunar, tenê mînakek a trajediya li Efganistanê ku li pey hev dihat bû. Ji ber karesatên xwezayî, gendelî û rêbazên despotîk, trajedi zêdetir dibû. Gel hewl dida jiyanê ji nû ve ava bike û birînên xwe bipêçe, destavêtina Talîbanê krîzê kûrtir dike. Ruxmê van hemû êşan, têkoşîn û piştevaniya jin û mêrên Efgan, careke din nîşan da ku di vê xakê de hêviya jiyanê careke din zindî ye.