Li dijî ezmûnên rû bi rû zêdetirî 30 hezar îmze hatin komkirin
Xwepêşandanên xwendekarên zanîngeha Azad ên li dijî ezmûnên nîvsala dawî ya ku bi awayek rû bi rû were kirin didomin, xwepêşandan berfire dibin û zêdetirî 30 hezar îmze hatin komkirin.
Navenda Nûçeyan - Nerazîbûn û xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Azad ên li dijî biryara girtina ezmûnên rû bi rû (fizîkî) her ku diçe berfirehtir dibin. Îro Sêşemê (29’ê Tîrmehê), xwendekarên ji zanîngehên cuda yên welat bi daxwaza betalkirina ezmûnên rû bi rû û destpêkirina ezmûnên onlîne mîtîngeke nerazîbûnê li dar xistin. Her wiha di çarçoveya kampanyayekê de zêdetirî 30 hezar îmze hatin berhevkirin.
Xwepêşandan belavî seranserî welat bûn
Xwepêşandan ewil bi kombûna xwendekarên lîsans û doktorayê li Zanîngeha Azad a Tehranê dest pê kir. Xwepêşanderan biryara zanîngehê ya ji bo çêkirina ezmûnên rû bi rû wek ‘bêmantiq’ bi nav kirin. Piştre ev pêla nerazîbûnê belavî kampusên li bajaran Kerec, Bûşehr, Borûcerd û herî dawî jî Ahwazê bû. Xwendekar diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
‘Astengiyên înternetê û pirsgirêkên aborî rê li ber wekheviyê digirin’
Xwendekarên nerazî balê dikşînin ser vê yekê ku beşek girîng ji dema akademîk bi perwerdeya onlîne derbas bûye. Di vê pêvajoyê de qutbûnên înternetê yên berfireh û bêserûberiya di dersan de bandoreke neyînî li kalîteya perwerdeyê kiriye.
Xwendekar bawer dikin ku îsrarkirina li ser azmûnên rû bi rû – bêyî ku pirsgirêkên aborî, mesrefên veguhastinê û şert û mercên xwendekaran li ber çavan bên girtin – li dijî dadperweriya perwerdehiyê ye û zextek zêde li ser wan diafirîne.
Rayedaran tenê dem paş xistin, xwendekar betalkirinê dixwazin
Xwepêşander tekez dikin ku paşxistina roja ezmûnan daxwazên wan ên bingehîn çareser nake û tenê dema pêkanîna heman biryarê dirêj dike. Xwendekar daxwaza betalkirina herdemî ya ezmûnên rû bi rû û daxwaza ji nû ve nirxandina rêbaza notdayînê dikin.
Tevî ku kampanyaya bi sernavê ‘daxwaza lezgîn ji bo nirxandina biryara lidarxistina ezmûnên rû bi rû’ gihştiye zêdetirî 30 hezar îmzeyan jî, rayedarên Zanîngeha Azad heta niha tenê roja ezmûnan paşxistine û biryara ezmûnên rû bi rû bi fermî betal nekirine. Ev helwesta rêveberiyê bûye sedem ku hêrs û xwepêşandanên xwendekaran bigihîjin asteke nû.