TAJÊ serdana rojnamevanên birîndar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û ragihandina jin a li Şengalê serdana rojnemevana birîndar Medya Hesen kir.

Şengal - Di 8’ê Tîrmehê de erebeya Çira tv û Çira FM ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedef girtin. Di encama êrîşê de 2 rojnemevan tevî welatiyê ajokerê seyarê birîndar bûn. Di heman demê de erebeyekî ku li nêzî ereba ragihandinê bû zerar ji êrîşê dît û 3 kes di nava wê de birîndar bûn yek ji wan zarok bû. Murad Mîrza ku nûçegihanê Çira FM bû piştî çend rojan ji brîndariya xwe li nexweşxana mûsilê jiyana xwe jidest da. Medya Hesen nûçegihana çir FM jî tedawiya xwe hîna dibîne. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û endamên ragihandina jin a li Şengalê serdana Birîndara Çira TV kir.

‘Rojnemevan dengê rasiyê ne’

Endama meclisa jinên Êzidî TAJÊ Neam Xelef ji birîndaran re şîfa û ji malbata rojnamegerê ku jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwest û wiha got: “Em wek endamên TAJÊ di şexsê şehîd Mirad Mîrza de ku di 11’ê Tîrmehê de giha asta şehadetê hemû şehîdan bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin, sersaxiyê ji malbat û karmendên ragihandina azad a Şengalê re dixwazin. Di dunyayê de qedexe ye rojnemevan bêne hedef girtin, bêne binçavkirin û qetil kirin. Ji ber ku rojnemevan dengê rastiyê ne dengê heqîqetê ne.”

‘Dijmin na xwaze Êzidî vegerin Şengalê’

Neam Xelef bal kişand ser hedef girtina rojnemevanan li Şengalê û wiha got: “Ji ber ku salvegera 10’emîn ya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an nêz dibe rojnemevanê me kar û xebatên roja fermanê dikirin. Nêrînên kesên ku ji kempan vegeriyane ser axa xwe digirtin. Di heman demê de nerîna esîran digirtin, ew dengê rastiyê û dengê heqîqetê bûn. Ji ber wê dijmin nedixwest rastî diyar bibe û bi taybet rastiya Şengalê diyar bibe. Ji bo wê jî hatin hedef girtin. Tê zanîn ku mala Barzanî naxwaze ku xelkê me yên ku di kampan de dijîn, vegerin ser axa xwe, destek da Tirkiyê û rojnemevanê me hedef girtin. Tiştê ku me hêrs kirî ewe ku mala Şeşo gotî rojnemevan mediya Hesen ne Êzidî ye. Bila mala Şeşo ji xwe şerm bike çawa ew xwe Êzidî dibînin Medya Hesen jî rojnemevanek Êzidî ye. Vê keça Êzidî dengê civaka xwe di gihande cîhanê. Medya Hesen kemal e ji gundê Til Ezêrê ye.”

‘Yê destek dide Tirkiyê PDK’ê ye’

Neam Xelef bal kişand ser fermanê û kesên ku Êzidî ji fermanê xilas kirin. Di heman demê de bal kişand ser kesên ku destek dan çeteyê DAIŞ û wiha got: “Em her dem spasdarên PKK’ê ne ji ber ku me ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xilas kirin. Divê mala Şeşo şerim bike ji ber ku yê em xistin nav destê DAIŞ û em qetil kirin PDK’e bû. Yê ku em radestî çetan kirin PDK’ê bû. Bila dunya hemû vê ji bîr neke. Dijmin çi bike jî em ê gav paşde navêjin û bijî Serok Apo.”

‘Em bihêz in û hêzê didin zarokên xwe jî’

Endama TAJÊ Emşê Korkorkî jî wiha got: “Weke ku tê zanîn erebeya Çira TV û Çira FM hate hedef girtin ji aliyê dagirkerên Tirk ve û rojnemevanên me birîndar bûn. Me wek TAJÊ îro serdana mala rojnemevan Medya Hesen kir. Me pirsa rewşa wê û tendûristiya wê kir. Rewşa wê jî başe, em jî kêfxweş in. Pir gotin li ser keça me ya Ezidî hatin gotin ku ne Êzidî ye. Lê belê keça me ya me ye. Em wan kesên ku liser rojnemevanên me axivîn û gotin “Rojnemevanên hatine hedef girtin ne Êzidî ne” şermezar dikin û sersaxiyê ji malbata Mirad Mîrza û ragihandinê re dixwazin. Em jî weke jinên Êzidî heya dawiyê zarokên xwe û televizyonyên xwe biparêzin û em ê li ber xwe bidin. Em hêza xwe ji zarokên xwe digrin û hêzê didin wan jî.”

Xalîde Cemal a dayika rojnemevana birîndar Mediya Hesen wiha helwesta xwe nîşan da: “Ez xêrhatina TAJÊ dikim ku li vir amade bûn. Weke tê zanîn liser kaça min hat gotin ku ne Êzidî ye. Lê belê Mediya Hesen keça min e û Êzidî ye. Ev axaftin derew in û bila her kes bizanibe ku em ê dev ji doza xwe bernedin.”