TAJÊ: Em ê serî li ber êrîşên dagirkeriyê netewînin

TAJÊ bi daxwiyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî pilangeriyên vê dawiyê li ser civaka wan tê meşandin nîşan da û got: “Kesên ku ji wan re dibêjin terorîstin zarokên min û yên van dayikanin bila hedê xwe bizanin.”

Şengal - Hikumeta Iraqê ya bi êrîşan nekarî civaka Êzidî teslîm bigire û vê carê jî pêşeng û Fermandarên wan weke terorist binava dike. li bermberî van lîstokên qirêj Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) helwest nîşan da. Li Sinûnê dayik kombûn û li ser navê wan Kinê Xidir axivî.

Kinê Xidir pilan û êrişên bi destê Hikumeta Iraqê li ser civaka Êzidî tê meşandin şermezarkir û wiha agot: “Artêşa Iraqê û PDK bi her awayî êrişî gelê Şengalê dike, naxwazin ku civaka Êzidî rêxistinbuna xwe ava bike û parastina xwe ji bo wê jî bi her awayî êrişê me dike. Rexê bi dehan pilan û êrişên heyî lê carek din bi vîna civakê nekarîn û bibin ketin. Vê carê jî Hikumeta Iraqê destê xwe kiriye destê PDK’ê û weke ku yên suçdarên fermanê ne ewin, bi rihetî li ser navê civaka me biryaran digirin û her cure êrişan pêktînin. Vê carê jî berê xwe dane pêşeng û fermandarên me û dibêjin ‘li gor zagonên me ew terorîstin.’ Artêşa Iraqê ger wiha bi zagon û pîvanên Hikumeta xwe ve girêdayî ye bila wan DAIŞ’î yên nava xwe darizînin. Em dizanin wan DAIŞ’î anîn û hîna jî li Bexda, Musul, Kerkuk, Zaxo, Hewlêrê ne û di nava parlemenên wan dene van DAIŞ’î yan xwedî dikin ji bo ku ser gelên belengaz de bişînin, bila rast nêz bibin û wan darizînin.  Ger li gorî zagonên xwe tevdigerin bila mafê Êzidiyan bide, zarokê me yên ku namusa Iraqê rizgar kirî wek terorîst bi nav bike. Yên terorîst mala Barzanî û Hukumeta Kazimi ye. Bila despêkê xwe safî bikin li du wê bila bela xwe bi me bidin. Ger neyên Şengalê, Şengal arame yên Şengalê ne aram dikin ew bixwene.

Bi balefiran êrişê me kirin zarokê me qetil kirin, ew jî têr nekir peymanek li ser me îmza kirin, ji roja îmza kirî heya niha her roj li Şengalê dixwazin aloziyan derxin, nava gundan tev kirine ceşên xwe, ev yek ne ji bo ewlehiya me ye bervajî ji bo têk birina ewlehiya me ye, ji bo ku carekedin fermanê li ser me de bînin. Jiya wane ger êrişî me kirin emê bêdeng bibin, ew wê ticarî vê yekê nebinin, ji ber em weke civaka Êzidî me xwe naskir, em îro ji bo Şengaleke xweser a ku di zagonên Hikumeta Iraqê de jî heye yanî em mafê xwe yê rewa dixwazin û emê ji bo bi dest xistin wê hertiştî bikin. Em weke dayikên Şengalê weke jinên Êzidî em hertim bi zarokên xwe re ne em wê tucaran serê xwe li ber êrişên wan netewînin. Em ne civakek şer xwazin lê ger werin malê me û bixwazin me tune bikin wê demê tirsa me ji tu kesekê nîne em ê heya dawiyê şerê xwe bikin. Dijminên me dinêre kijan kesayet ji bo civaka xwe kedkare û kijan kes parêzvanê baweriya Êzdiyatiya xwe ye wan armanc digire û şehîd dixe yan jî ji gel re dibêjin ev kes terorîstin cihê wan ji me re bêjin. Kesên ku ji wan re dibêjin terorîstin zarokên min û yên van dayikanin bila hedê xwe bizanin em wê tucaran van kiryarên li dijî civaka xwe êrişên li ser zarokên xwe nepejirînin û em ê heya dawiyê ji bo mafê xwe yê rewa têbikoşin em ê bi hêza xwe vîna xwe û bi qaweta Tawisê Melek bi ser bikevin.”