Tahanî ya ji Xezayê: Xeyalên zarokên min biçûk bûn lê niha xewnereşkê dijîn
Tahanî El- Bûdî ya Filistînî ji ber ku malbata wê dijî xwe bi siûd dibîne. Tahanî ya ji warê xwe bûye rewşa tê de dijîn wiha pênase dike: “Xeyalên zarokên min biçûk bûn lê niha di nava xewnereşkek de dijîn.”
NAGHAM KARAJEH
Xeza- Îsraîl, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha êrişên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Bi hezaran malbatên li Xezayê, bi hatina zivistanê re, di mercên girnatir de bi baran û sir û seqemê re rûbirû mane. Di konên qetantî yên ne li gorî mercên zivistanê de, ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar dijîn. Her kêliya jiyana jin û zarokan bûye têkoşîna ji bo jiyanê.
Tahanî Al-Budî, yek ji Filistîniyên ku di nava salek de gelek êş kişandine ye. Her carê neçar maye koçber bibe û niha li kampa Cibaliya bi malbata xwe re dimîne. Ji ber ku malbata wê sax maye, li gorî gelek kesan bi siûdtir e. Tahanî El-Bûdî diyar kir ku jiyana wan hemû di nava bêderfetiyan de dibore û got: “Bi zêdebûna êrişên Îsraîlê re, alîkarî bi temamî hatin birîn. Tu derfetên jiyanê tune ne. Em di nava nediyarek de ne û rojan wisa derbas dikin.”
‘Dê heta dawî di bîra min de bimîne’
Tahanî El-Bûdî got ku bi taybetî jin ji koçberiyê ditirsin û diyar kir ku koçberî ji bo wan gelek zor û xirab e. Tahanî El-Bûdî, behsa dema ku hêzên Îsraîlê wê û malbata wê bêyî li pey xwe binêrin ji malên wan derxistiye kir û wiha domand: “Qedexe ye ku dayik zarokên wan ên dikevin erdê rakin û tenê jin dikarin alîkariya wan bikin. Ev dîmen ji bo min pir bi êş bû. Dîmenê jinên ku zarokên xwe û yên din ji erdê radikirin û digirtin hembêza xwe dê heta dawî di bîra min de bimîne.”
‘Jiyan xirabtir dibe’
Tahanî El-Bûdî diyar kir ku heta konek dîtine gelek zehmetiyan kişandine û got ku jiyana li kampan heta tu bibêjî zehmet e û wiha berdewam kir: “Ji ber sir û seqema zivistanê û barana zêde, konên me yên ku av di wan de derbas dibin, êş û zehmetî zêde bûn. Zarokên min li erdê radikevin. Ji ber ku tu sobe ji bo germkirinê tune ye, jiyana me zortir dibe.”
‘Zarok di xewnereşkek ku jê şiyar nabin de ne’
Tahanî El-Bûdî xwest alîkarî ji wan re were kirin û da zanîn ku zêdetir ji bo zarokan vê dixwaze. Tahanî El-Bûdî, gotinên xwe wiha domand: "Di bin van mercan de jin, di navbera xwedîkirina zarokên xwe û karên din de ketine dorpêç û tengasiyê. Êşên ku dikşînin bi derketina bi zorê ya ji cihê xwe zêdetir dibin. Neçar dimînin di konên ku wan havînê ji germê, zivistanê jî ji sermayê biparêzin de bijîn û ji ber kêmbûna mehremiyetê gelek zehmetiyan dikşînin. Ez û cîranên xwe jî di vê rewşê de ne.”
Tahanî El- Bûdî diyar kir ku zarokên wê êdî weke berê nakenin û got: “Xeyalên wan biçûk bûn lê niha di nava xewnereşkek de ne. Ev trajediya nifşeke ku ji warê xwe hatiye derxistin û li kampan di nava tunebûnê dijîn e.”
Tahanî Al-Bûdî, herî dawî got ku ew hê jî hêviya xwe diparêze û bi gotinên; “Ez ê ji bo zarokên xwe têbikoşim” diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê zarokên xwe biparêze.