Sûheyla Mihemedî sewqî Girtîgeha Sine kirin

Çalakvana civaka sivîl û çalakvana jîngehparêz Sûheyla Mihemedî, piştî hefteyekê bin çavan de hat girtin, sewqî Girtîgeha Sine kirin.

Navenda Nûçeyan - Çalakvana mafên jinan, çalakvana civaka sivîl û çalakvana jîngehparêz Sûheyla Mihemedî ku 11’ê Cotmehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hat binçavkirin, sewqî girtîgeha Sine hat kirin.

Sûheyla Mihemedî ya çalakvanek mafên jinan, ji ber fealiyetên sivîl û jîngehparêzî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve bi dehan rastî gefan hat û ji aliyê Ofîsa Îstihbaratê ve çend caran hat gazîkirin û jêpirsîn hat kirin.