Suham Şengalî: Gef li ser Şengalê tê xwarin
Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku êrîşa 18’ê Adarê ya li ser şervanên YBŞ’ê û gefa wezîrê dewleta Tirk Hakan Fîdan a 14’ê Nîsanê ya li ser Şengalê ji hev cuda nîn in û got ku YBŞ’ê hêzeke rewa ye gelê Êzidî diparêze.

MEDYA HAWAR
Şengal – Iraqê bi bi provakasyoneke plankirî di 18’ê Adarê de li naverasta bajarê Şengalê kemîn avêtibû pêşiya wesayîdeke şervanên YBŞ’ê û wan gulebaran kiribû. Di encama êrişê de 3 şervan bi birîndarî, bi giştî 5 şervan dîl hatin girt. Li dijî wê êrîşê û girtina şervanên YBŞ’ê civaka Êzidî çalakiyên meş, konê çalakiyê û daxuyaniyan li dar xist. Tevî hemû hewldan û hevdîtinan jî hikumeta Iraq şervanên YBŞ’ê bernedaye. Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi şandeya Iraqê re di 13-14‘ê Adarê de hevdîtin kir û gef li ser Şengalê xwar.
Li dijî neberdana şervanên YBŞ’ê û gefên Hakan Fîdan berdevka Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku Iraq dikare bi awayekî demokratîk mafên her civaka li Iraqê dijî bide. Di heman demê de pêwist e Iraq rê nede hêzên biyanî axa Iraqê dagir bikin.
‘Peyama Rêber Apo hêza perwerdeyê bi me re zêde kir’
Berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî di serî de bal kişand ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk û wiha got: “Em di pêvajoyeke gelekî girîng û bi wate de ne, ev pêvajoyeke wisa ye ku xeterên xwe hene di heman demê de gelek derfetên mezin hene ku mirov bi dest bixe. Mijara herî girîng jî banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk e bandora xwe li seranserê cîhanê bi taybetî li Kurdistanê û li her derê kiriye. Di heman demê de li Şengalê li ser civaka Êzidî ku 10 sal in bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikir. Nameya Rêber Apo bû sebebeke esasî ya ku em xwe di hemû beşên jiyanê de bêhtir perwerde bikin û bi pêş ve biçin. Civaka Êzidî di demeke wisa de ye ku têkoşîna xwe mezintir dike li ser esasê banga Rêbertî bêhtir xwe nas bike ji bo ku bibe beşekî girîng a banga aştî û civaka demokratîk.”
‘Bi plangerî êrîş birin ser şervanên YBŞ ê’
Suham Şengalî bal kişand ser êrîşên dewleta Iraqê yên li dijî şervanên YBŞ’ê û got ku parastvanên rûmet û axa Şengalê şervanên YBŞ’ê ne û wiha domand: “Di vê demê de êrîşa dewleta Iraqê bê plan û jixweber nebû. Bi plangerî êrîş birin ser şervanên YBŞ’ê. Di rojeka wisa de ev êrîş li dijî vê peyamê bû, di vê êrîşê de armancên wan diyar in naxwazin civaka Êzidî xwe perwerde bike û fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civakê de belav bibe. Ji bo wê em dibêjin êrîşekî wisa nemerdana hat ser şervanên me. Her ku dem derbas bû bi êrîşên xwe yên şerê taybet û derbaskirina hêzên xwe yên leşkerî dixwestin civaka me bidin tirsandin. Dewleta Iraqê dizane ku YBŞ’ê di demên herî zehmet de rûmet û kerameta Iraqê parast. YBŞ’ê ev civak ji fermanê parast her wiha dema Iraqê pişta xwe da me YBŞ hat avakirin û parastina vê axê kir.”
‘Di bin navê qanûnê de zihniyeta DAIŞ diparêzin’
Suham Şengalî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Iraq di bin navê qanûn de biryar û planên li gorî xwe pêk tîne û sûcdaran efû dike û wiha got: “Em rastiyeke wisa di Iraqê de dibînin ku her tiştî bi navê qanûn dide pêş, di roja me ya îro de yên ku şerê DAIŞ ê kirine wekî terorîst didin naskirin û yên ku DAIŞ bi xwe ne, mirov qetil kirine bi hezaran Êzidî bi destên wan hetine qetilkirin, keç û dayikên Êzidî revandine, îro serbest tên berdan. Di esas de di bin navê qanûn de zihniyeta DAIŞ‘ê diparêzin dixwazin bi riya qanûnî ku dibêjin YBŞ hêzeke ne qanûnî ye tola DAIŞ ê ji wan kesên ku rê li fermanê girtine bigrin. Her roj dibêjin em ê şervanên we berdin lê hê tu agahî ji şervanên me nîn e û hê jî hêzên leşkerî ji Şengalê nekişandine.”
‘Turkiye dixwaze Iraqê li dijî civaka me bikar bîne’
Suham Şengalî bal kişand ser gefên wezîrê karên derve yê Turkiyeyê yên li ser Şengalê û da zanîn ku êrîşên li ser şervanên YBŞ’ê û tehdîda wan ji hev ne qut e û ev planeke li dijî civaka Êzidî ye û got: “Piştî banga serokatî Turkiyeyê got ku wê aştî û aramiyê çêbibe lê belê li ser ragihandinên xwe her roj Rojava û Şengalê tehdîd dikin. Piştî ku ev êrîş li ser Şengalê û şervanên YBŞ’ê hat kirin wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Piştî ku hevdîtin xilas bû wezîrê karên derve Şengalê tehdît kir û got ku xeteriyên li ser Şengalê ji rayedarên Iraqê re gotine, ew ê di demeke nêz de encaman bibînin. Di vê gotinê de tê xuyakirin ku êrîşa 18‘ê Adarê plana dewleta Tirk û Iraqê bû ji bo ku Iraqê li dijî civaka Êzidî bidin bikaranîn vê yekê di hemû hevdîtinên xwe de didin xuyakirin.”
‘Iraq bêhêz e’
Suham Şengalî diyar kir ku leşkerên Tirkiyeyê bi rehetî li ser axa Iraqê digerin ev lawaziya Iraqê diyar dike û pêwist e Iraq hêzên Iraqê qebûl bike ne kesên biyanî li ser axa wê bin û wiha got: “Her kes dizane hebûna hêzên leşkerî gelekî zêde bûye. Hêzeke weke çete ava kirine bi navê parastina Nînowa. Lê belê ev hêz ji aliyê Tirkiyeyê ve tê perwerdekirin û di nava wan de Tirk jî hene, ev bi awayekî fermî derbasî nava axa Iraqê dibin. Çeteyên ku ji zindanan hatine rizgarkirin di nava vê artêşê de cih digrin. Hêza Iraqê xwedî hêzeke mezin nîn e ku ji vê hêzê re bibêje ji axa min derkeve ji ber ku di encamê de hêzeke dagirker e. Berovajî vê hêzên xwecihî, hêzên ku di fermanê de ava bûne û zarokên herêmê ne, hemwelatiyên Iraqê ne lê Iraq bi gotina ku ew ne fermî ne bi wî awayî wan sûcdar dike. Em gelek baş dizanin ku dewleta Iraqê, PDK û dewleta Tirk bi salan e şerê taybet didin meşandin lê negihîştine armanca xwe. Ji ber ku civaka Êzidî civakekî ku fikrên rêbertî nas kiriye û li ser cewhera xwe bi rêxistin dibe. Di heman demê de civakeke xwedî maf e ji ber vê yekê êrîşan tînin ser civaka Êzidî lê belê wê nikaribin îradeya me bişkînin.”
‘Divê Iraq mafên neteweyan nas bike’
Suham Şengalî ragihand ku divê Iraq bi sîstema demokratîk hemû neteweyên Iraqê qebûl bike, mafên wan bide wan û wiha got: “Heta roja îro dewleta Iraqê tu feyde li dewleta xwe jî nekiriye berovajî wê zirarê dide dewleta xwe. Li şûna ku Iraq rê bide hêz û dewletên din ku bikevin nava axa wê, nikaribe dengê xwe bike divê bi awayekî demokratîk mafên her civaka li Iraqê dijî bide. Bi taybetî jî civaka Êzidî ku ferman dîtiye. Divê mafên wê nas bike lê ji ber ku Iraq ne hêzeke wisa ye her hêza ku dixwaze dikare axa Iraqê dagir bike. Her wiha dikare Iraqê weke amûrekî li dijî civakan bi kar bîne. Me ev tişt di Şengalê de bi çavên xwe dît. Bi awayekî vekiri diyar bû.”
‘Hêza rewa hêza gel e’
Suham Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li Iraqê kir ku şervanên YBŞ’ê berde ji ber ku ew hêzeke rewa ye û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û wiha bi dawî kir: “Em dibêjin divê ku dewleta Iraqê şervanên me berde û bi awayekî derew nebêje ev ne fermî ne kîjan hêz gel diparêze kîjan hêz ji aliyê civakê ve tê hezkirin ew fermî ye. Hêza YBŞ’ê ne li dijî qanûnên Iraqê ye. Ger wisa jî bê gotin em dibêjin ku ev jî dereweke mezin e. Em bang li civaka xwe dikin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û heta dawiyê jî em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin bi êrîşên wisa jî nikarin me tune bikin.”