Sûdanî di navbera pevçûn û şewba kolerayê de ne

Neteweyên Yekbûyî, da zanîn ji ber êrîşên li ser kampên koçberan ên li Darfûra Bakur û belavbûna bilez a kolerayê fikarên kûr dijî. Şewba kolareyê bû sedema jiyana bi sedan kesan û rewşa ewlehî û mirovaî roj bi roj xirabtir dibe.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de, li paytext û herêmên din bû sedema pevçûnên tund. Di encama pevçûnan de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan sivîl him li hundir û him jî li derveyî welat neçarî koçberiyê hatin kirin.

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), êrîşa ku duh li dijî kampa Abo Shok hate pêkanîn, şermezar kir. Li kampa ku bi deh hezaran kesên bi birçîbûnê re têdikoşin jiyîn, di rojên dawî de zêdetirê 30 sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 100 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa beriya heftiyek pêkhat de jî, 40 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

OCHA’yê, ragihand ku tenê ji meha Nîsanê vir ve zêdetirî 300 hezar kes ji bo ewlehiyê xwespartin herêma Tawila ya Darfûrê, lê ji sedî 98’ê malbatên koçber nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bicîhbînin. NY’ê, bang li hemû aliyan kir ku xwegihandina bê astengî ya alîkariyên mirovî misoger bikin.

Şewba kolera zêde dibe

Bijîşkên Sînor Nenas, ragihand ku tenê di nava hefteyekî de 40 kes ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane. Tenê li Darfûrê zêdetirî 2 hezar û 300 nexweş hatin dermankirin.

Li gorî Koordînasyona Koçberên Eyaleta Darfûrê, hejmara giştî ya bûyeran bû 4 hzaer û 175 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 73. Di rojên dawî de 77 bûyerên nû hatin tespîtkirin. Şewb, li Tawîla, Cebel Marra, Nyala, Zalîngeî û Shaerîa bi lez belav dibe. Saziyên alîkariyê, ji ber zêdebûna hejmara nexweşan û kêmbûna malzemeyan netêrkêr dimînin.