Stîvan Îbo: Felsefeya Ocalan mohra xwe li vejandina Ermeniyan da
Ji koordînasyona Meclîsa Jinên Ermen Stîvan Îbo tekez kir ku felsefeya Abdullah Ocalan mohra xwe li vejandina hemû civakan daye di warê bişavtin, qirkirin û koçberiyê de û got: “Bi fikra Ocalan îro civaka Ermen xwe kom dike.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Dema ku em rûpelên dîrokê vedikin, dibînin ku hemû pêkhateyên Ermen, Kurd, Êzidî û Suryanî rastî komkujiyên tirsnak hatine û di nava pêkhateyên cuda de hatine bişaftin. Her wiha em dibînin ku raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîroka wan bûye prensîbek û îradeyek xurt ji bo vejandina zimanê dayîkê û çandên kevnar ava kiriye.
Di 24’ê Nîsana 1915’an de, gelê Ermen ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve rastî komkujiyan hat. Ev komkujî bûn sedema koçberî û kuştina zêdetirî milyonek û nîv Ermeniyan. Ermen ku yek ji gelên dewlemend bûn, ji axa xwe hatin koçberkirin bûn pêkhateyên belavbûyî li seranserê cîhanê. Têkildarî vê mijarê ji koordînasyona Meclîsa Jinên Ermen Stîvan Îbo ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Diyaspora Ermen tu carî dîrokê ji bîr nake’
Stîvan Îbo da zanîn ku li dijî hebûna civaka Ermen gelek polîtîkayên qirêj ên hilandinê hatine meşandin û wiha got: “Di seranserê dîrokê de, Împaratoriya Osmanî li dijî gelê Ermen jenosîdeke mezin kir. Ermeniyên ku sax man, di nava nifûsa cihêreng a herêmê de asîmîle bûn, nasname, ziman, çand û ola xwe winda kirin. Em diyasporaya Ermen tu carî vê dîroka ku armanca wê tunekirin û bişavtina me bû, ji bîr nakin. Li gel van polîtîkayan, em êşa ku Ermeniyan di sedala borî de kişandiye, ji bîr nakin.”
‘Piştî Şoreşa Rojava jinan ji vejandina civakê peywir girtin ser milên xwe’
Stîvan Îbo da zanîn ku jin û zarok ji şer û komkujiyan pir zêde êşan dikşînin û îro, piştî Şoreşa Rojava, dibînin ku xebatên ji bo vejîna di her warî de ji aliyê jinan ve di hemû waran de tên birêvebirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di destpêka şoreşê de li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, di bin Rêveberiya Xweser de, rola civakên curbecur hat aktîfkirin û di sala 2017’an de Meclîsa Civaka Ermen hat damezrandin. Armanca wê ew bû ku dîyasporaya Ermen a di nav civakên cihêreng ên herêmê de asîmîle bûbûn, ji nû ve bicivîne. Ev jî bi hebûna jinên Ermen di hemû qadên jiyanê de pêk hat.”
‘Ocalan dê pêvajoyê ji xeterê ber bi aştî û civaka demokratîk ve bibe’
Stîvan Îbo got ku felsefeya Abdullah Ocalan mohra xwe li vejandina civakan ji bişavtin, qirkirin û koçberiyê daye û wiha got: “Em wekî Ermen ji hêla ramana Ocalan ve ku azadiya gelan, wekhevî û edaletê diparêze, pir bi bandor bûne. Em dibînin ku dem hatiye êdî mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan were pêkanîn da ku vê pêvajoya xeternak ber bi aştî û civaka demokratîk ve bibe.”
‘Pêwîstî bi nivîsandina destûreke bi hebûna pêkhateyên Sûriyeyê heye’
Stîvan Îbo destnîşan kir ku pêwîstiya Sûriyeyê bi aqilê jinan û rengê pêkhateyan heye da ku rê li ber komkujiyan were girtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em hemû dizanin ku herêma me pirreng e, bi giştî Sûriye di warê bawerî, ziman û olên xwe de pirreng e. Em niha di qonaxeke siyasî ya pir hesas de derbas dibin. Di vê qonaxê de divê her pêkhate xwedî mafên rewa û zagonî be da ku wan biparêze û rola wan di pêşeroja Sûrîyeya nû de diyar bike. Ermeniyan gelek êş kişandin, ji gelek tiştan bêpar man. Bi şoreşê re em jî beşdar bûn, me destpêkek xurt kir. Em piştrast dikin ku Sûriyeya nû dê demokratîk be, bi destûrek ku bi beşdariya hemû civakên herêmê, bi hebûn û aqilê jinan hatiye nivîsandin ku dê ev yek Sûriyeyê ronî bike û vejîne.”