Pêşengeha Pirtûkan a Tunisê ji bo zarokan deriyek nû vekir

Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Tunisê rojane bala gelek zarok û ciwanan kişand. Perwerdekaran balkişand ser girîngiya pirtûkan a di dûrxistina zarokan a ji telefonên destan û banga bihîstyariyê li malbatan kirin.

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Bêguman di jiyana ciwanan de roleke girîng a pirtûkan heye. Ew ji bo baştirkirina zanînê, pêşxistina jêhatîbûnan û pêşxistina şiyanên rewşenbîrî, amûrek girîng in. Pirtûk, di heman demê de alîkariya zarokan dikin ku ramana rexnegir, refleks, balkişandin û sebrê pêşve bibin, repertuwara wan a zimanî û zanînî dewlemendtir dike. Zarokek ku ji temenê biçûk ve edetê xwendinê bipêş nexe, dibe ku piştre zehmetiyan di bidest xistina van jêhatîbûnan de bikşîne.

Armanca pêşangehê 

Li ser bingeha vê hişmendiyê, hejmarek mamoste, perwerdekar û xwediyên saziyên zarokan, ligel dêûbavan, dixwestin zarokan bibin Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî. Pêşangeha di 23’yê Nîsanê de dest pê kir û heta 3’yê Gulanê berdewam dike, dixwest ku bi rêya têkiliyên bi firoşkaran re û temaşekirina hejmareke mezin a mêvanan, cîhana pirtûkan ji nêz ve biceribînin û nirxa wan ji nêz ve nas bikin.

Fêrbûn û kêfxweşî bi hev re dibin yek

Rêveberiya pêşangehê ji bo zarok û ciwanan cihek berfireh veqetand, ku tê de cûrbecûr pirtûk, çîrok û materyalên referansê, bi taybetî pirtûkên pêvek ên ku ji xwendekaran re hewce ne, hebûn. Organîzatorên şahiyê mîsoger kirin ku lîstikên cûrbecûr pêşkêş bikin ku dihêle zarok ji ezmûnek bi kêfxweşiyê dagirtî bistînin. Her wiha bizanin ku fêrbûn û kêfxweşî bi hev re dibin yek. Pirtûk dibin beşek xwezayî ji jiyana wan a rojane.

Zarokên baxçeya zarokan

Dema ku ew zarok ji pêşangeha pirtûkan derdiketin, kêfxweşî li ser rûyê wan bi zelalî xuya bû. Ew di cîhanek berfireh ji pirtûk, çîrok û pêlîstokan de bûn ku pê keşfxweş bûbûn û wan berê qet xeyal nedikir. Piştî bidestxistina hin ji van pirtûk an pêlîstokan, wan kêfxweşiyek mezin hîs kir û dibe ku cara yekem fêm kirin ku gelek çîrok bi taybetî ji bo wan hatine nivîsandin. Ew çîrok ji çîrokên ku ew bi dayîkên xwe re fêr bûne ku bixwînin wêdetir diçin.

Ezmûnek mîna deriyek nû yê ber bi cîhanek firehtir ve

Her wiha ew ji hebûna lîstokên perwerdeyî yên ku ramanê teşwîq dikin û asoyên xeyalê firehtir dikin, matmayî bûn. Berovajî lîstokên telefonên desta yên ku çavan diwestînin û şiyana balkişandinê qelstir dikin. Ji bo wan, ezmûnek mîna deriyek nû bû ber bi cîhanek firehtir ve, kêf û zanînê bi hev re dikir yek û pirtûk kir hevalek hezkirî û nayê guhertin.

‘Me xwest ku zarok ji biçûktiyê ve fêm bikin ku pirtûkek ji telefonê pir çêtir e’

Endama Akademiya Başûr a Eyn Zaghouan, Samiya Bîn Abdurehman, dema ku rêzên zarokan ji bo amadekariya derketina ji pêşangehê re organîze dikir, ji me re axivî. Samiya diyar kir wan bi zarokên akademiyê re serdana fuara pirtûkan kirine da ku ew bikaribin vê qada çandî ji nêz ve nas bikin û wiha axivî: “Her wiha ji bo ku çîrok û lîstokên rewşenbîrî yên ku li gorî temenê wan in bikirin. Wan ji pêşangehê diyariyên xwe jî wergirtin. Min û hevalên xwe yên mamoste, me dixwest ku zarok ji temenê biçûk ve fêm bikin ku pirtûkek ji telefonê pir çêtir û girîngtir e. Bi hezkirina xwendinê ew ê mezin bibin.”

Samiya tekez kir ku zarok ji vê serdanê pir kêfxweş bûn û da zanîn ku firoşkaran destûr dan wan ku li wêne û pirtûkan binêrin, tevî deng û tevliheviyek sivik ku wan di rêzkirina pirtûkan de çêkir.”

Serdanên wiha hê jî derfeteke girîng in

Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ji bo xwendekarên dibistana navîn jî derfeteke hêja bû ku serdana wê bikin. Bi taybetî temen û asta wan a perwerdehiyê dihêle ku ew cureyên cuda yên pirtûkan bi gelek zimanan hilbijêrin û bixwînin. Bo nimûne, wekî çîrokên kurt, roman û referansên zanistî. Lê belê, hewesa telefona destan gelek ji wan ji kêfa vê dewlemendiya zanînê û sûdwergirtina ji kêfa xwendinê û berfirehkirina asoyên wan bêpar hiştiye. Serdanên wiha hê jî derfeteke girîng in ji bo ji nû ve girêdana ciwanan bi pirtûkan re û vejandina têkiliyek dibe di bin serdestiya ekranan de di jiyana wan a rojane de winda bûbe.

‘Em bikaribin di wan de hezkirina xwendin û nivîsandinê bihêztir bikin’

Emîra Bişînî ku li dibistana amadehî mamosteya zimanê Erebî ye, diyar kir ku xwestine  xwendekarên beşdarî atolyeyên huner û wêjeyê dibin, bibin Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî û wiha got: “Ji bo ku bikaribin vê qada çandî kifş bikin û hewes û hezkirina xwendinê di xwe de bipêş bixin. Me xwest ku ew dest bidin pirtûkan, çîrok û referansên ku li gorî wan in bikirin û cîhana xwendinê bi çav û hestên xwe biceribînin. Bi rêya vê serdanê,  armanca me ew e ku em bikaribin di wan de hezkirina xwendin û nivîsandinê bihêztir bikin û biçînin, wan teşwîq bikin ku hindek din jî ji bikaranîna telefona destan dûr bikevin.”

‘Em hewl didin ku wan nêzî pirtûkan bikin’

Mamoste Emîra destnîşan kir ku perwerdekar, bi taybetî di vê serdema ku teknolojî xwendekar ji her alî ve dorpêç dike û ji pirtûkê dûr dixe de, zarok perwerde dike, fêr dike û rêberiyê dike. Ji ber vê yekê, rola me di ji nû ve girêdana wî bi xwendinê re dibe duqat e. Mamoste Emîra armanca wan bi van gotinan anî ziman; “Em hewl didin ku wan nêzî pirtûkan bikin û wan bi malbatên xwe re jî ji nû ve girêbidin, da ku ew bikaribin bi wan re li ser girîngiya xwendinê nîqaş bikin û wê bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane.”

Eymen El-Becawî ku xwendekareke pola 8’emîn e, armanca hatina xwe ya pêşangehê wiha vegot: “Em îro hatin serdana pêşangeha pirtûkan da ku em li ser cûreyên cûda yên pirtûkan fêr bibin û wan bikirin, zanîn û jêhatiyên nû jî kifş bikin. Ez şîretan li hevalên xwe yên xwendekar dikim ku pirtûkên wêjeyî û çandî bixwînin. Ji ber ku ew repertuwara zimanî dewlemend dikin, zanînê pêş dixin û di fêrbûna ziman û jêhatiyên nû de dibin alîkar.”

‘Ji xwendekaran dixwazim ku telefonên xwe yên destan zêde bikar neynin’

Derbarê tercîhên xwe yên xwendinê de, Eymen da zanîn ku çîrokên zanistî tercîh dike û wiha pê de çû: “Ji ber ku ew ji bo min herî girîng û bikêr in. Ez ji xwendekaran dixwazim ku telefonên xwe yên destan zêde bikar neynin. Ew dikarin sepanên ku dema karanîna wan sînordar dikin bikar bînin. Her wiha ji bilî xwendina pirtûk û romanên wêjeyî, bala xwe bidin ser karên xwe yên malê û amadekariyên azmûnan.”

‘Bi saya xwendinê, min dest bi nivîsandina helbest û ramanan kir’

Xwendekara dibistana navîn Newres Hamidî destnîşan kir ku ew bi mamosteyê xwe re hatiye pêşangeha pirtûkan da ku vê qada çandî kifş bikin û wiha domand: “Ji bo ku pirtûkên nû yên ku me berê nizanibû fêr bibin. Xwendin pir girîng e, ji ber ku ew dema vala ji me re dadigre û dibe alîkar ku em jêhatiyên xwe yên nivîsandinê pêş ve bibin. Bi saya xwendinê, min dest bi nivîsandina helbest û ramanan kir û xwişka min alîkariya min dike ku tiştên ku ez dinvîsim baştir bikim û her gav min teşwîq dike ku berdewam bikim.”

Dayîk roleke girîng dilîzin

Dayîka keçikek biçûk Sewsen Sefer ku amadekariya qeydkirina dibistanê dike, bal kişand ser girîngiya malbatan a di xwendina zarokan de û wiha axivî: “Malbat roleke mezin di handana zarokan bo xwendinê de dilîze. Bi taybetî dayîk, ku di vî warî de modela yekem e. Pêşangeha pirtûkan derfeteke girîng e ji bo dîtina sernavên cûrbecûr, nemaze pirtûkên paralel. Ji ber ku hemû weşanxane tê de dicivin, ku dihêle dê û bav tiştê ku ji zarokên wan re guncaw e hilbijêrin.”

Hêviya weşangeran: Pêş de bila zêdetir zarok û dê û bav werin

Berpirsa bazarê di Dar El-Marêf  ya Sose de Karîma El-Sahlî diyar kir ku beşdarbûna pirtûk û çîrokên zarokan di vê rûniştinê de li gorî rûniştinên berê di asta navînî de bûye. Kerîma,  hêviya xwe anî ziman ku di rojên pêş de bêtir zarok û dê û bav werin û wiha got: “Telefon û tablet bûne sedema kêmbûna daxwaza pirtûkên kaxezî. Hê jî pirtûk wek xwe ye. Gelek dê û bav ji xetereyên bikaranîna zêde ya têlefonê, nemaze di nav zarokên di navbera 3-6 salî de, bêtir haydar bûne.”