Sozdar Avesta: Em ê bi têkoşînê aştî û demokrasiyê bi dest bixin
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta got: “Tu kes ne demokrasiyê, ne aştiyê, di tepsiyekê de pêşkêşî me nake; em ê bi têkoşînê vê bi dest bixin.”
Navenda Nûçeyan – Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di bernameya taybet a li Stêrk TV hat weşandin de, axivî.
Sozdar Avesta, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrûbeyên demên borî yên agirbestan û got: "Di demên derbasbûyî de tecrûbeyên bi vî rengî yên berbiçav jî hene. Bo nimûne di agirbestên derbasbûyî de gelek provokasyonên ku ji aliyê derdorên berbehs ve hatine kirin, hene. Em vê yekê baş dizanin. Her wiha tê zanîn ku di pêvajoya Osloyê de li herêma Peyanûs a Colemêrgê ji aliyê van hêzên berbehs ve mayin hatin danîn û di encama teqîna wan de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dîsa di pêvajoya sala 2013’yan de li Parîsê damezrînera Tevgera Azadiya Kurdistanê ya PKK’ê rêheval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê hêzên ku em jêre dibêjin derveyî normên dewletê û ji aliyê kesên ku nedixwestin ew pêvajo ser bikeve ve hatin qetilkirin. Pêvajoyên bi vî rengî tim bi provokasyonan re rû bi rû mane. Bi rastî jî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bi biryardarî dixwazin bigihînin armancê û serkeftinê. Ji ber wê yekê li gel erêkirina Rêber Apo pêngaveke bi vî rengî hate avêtin. Her wiha dîsa me di kongreya xwe ya 12’yemîn de ev pêvajo hemû nirxand, weke Tevgera Azadiyê em di tiştên ku dikeve ser milên me, rewşa ku em dikarin çawa destê Rêber Apo xurt bikin û em nehêlin ku pêvajo bi provakasyonan re rû bi rû nemîne de hemfikir û hevbeş bûn."
'Tevgera Azadiyê çima ev pêngav avêt?'
Sozdar Avesta, di axaftina xwe de bal kişand ser derfetên vekişandinê û wiha axivî: “Di encama van hewldanan de ew deverên wisa ku li ser xeterî hebûn, me gerîlayên li wan deveran bi awayekî tenduristî û li gorî derfetên xwe vekişandin. Ev pêngaveke girîng bû. Helbet di daxuyaniyê de jî cih girt ku cih û ceperên li ser sînor jî ên wisa xeterî li ser hene, em li ser wan jî disekinin û em wan jî sererast dikin. Lê belê ev yek girîng bû. Bêguman li ser raya giştî û pêvajoyê bandoreke pir erênî kir. Yanî ev pêngav jî berdewama pêngava 11’ê Tîrmehê ya di pêşengtiya Hevserokatiya Konseya Reveber a KCK’ê de ye. Ya rêheval Besê Hozat, hevalên ji rêveberiya Tevgera Azadiyê û 30 gerîlayan. Wê demê jî bandoreke mezin kir. Li seranserê cîhanê, li herêmê, Tirkiye û Kurdistanê bandoreke mezin kir. Lê belê gelo piştî wê çi hate kirin? Divê em li wê binêrin. Helbet diviya di çarçoveya vê pêvajoyê de hin pêngav bihatana avêtin. Lê belê ev yek pêş neketin. A niha ev yek zêde tê lêpirsîn. Yan jî cihê pirskirinê ye û rê li ber derketina nakokiyan vedike. Tê gotin ku çek jî hatin şewitandin lê belê zêde guherîn çênebû û çima vê carê hêzên xwe vekişandin? Dibêjin ku pêvajo hatibû ber xitimandinekê, sistbûnek têde hebû, bi awayekî negatîf pêş diket, Tevgera Azadiyê tiştek jî bi dest nexistibû û çima ev pêngav avêt? Pirs, rexne û bendewariyên bi vî rengî di nava raya giştî de, li ser çapemeniyê û medyaya dijîtal tên kirin. Di heman demê de ji dost, derdor û gelê me jî pirsên bi vî rengî tên kirin.”
Banga 27’ê Sibatê
Sozdar Avesta, destnîşan kir ku dipirsin bê ka çi bû û we çima pêngaveke bi vî rengî avêt û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin vê yekê bibêjin ku ev yek girîng e, Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibatê de da diyarkirin ku ev pêvajo ne pêvajoyeke bazirganiyê ye. Ku di çarçoveya vê bide û wê jî bigire de were nirxandin. Her wiha Rêber Apo ev yek di daxuyaniya xwe ya bidîmen de jî anî ziman. Lê belê divê kesên li hemberî me wisa fêm nekin ku ev bazirganiyeke e. Tiştên ku divê werin kirin, hene. Yanî em pêngavan pêş dixin û tiştên ku divê li hemberî wan werin kirin, hene. Divê pêngavên ku ji aliyê dewlet û desthilatdariya heyî ve werin avêtin hene. Pir zêde ne jî. Di serî de diviya çi bihata kirin? Divê piştî 11’ê Tîrmehê û wir ve dewletê ku di daxuyaniya ji aliyê Besê Hozat ve hate xwendin de jî cih digire ku tê gotin ku divê qanûnên azadiyê werin derxistin. Ji bo derbasbûneke bi tendurist pêk were, divê qanûnên wê werin çêkirin. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk werin derxistin. Divê pirsgirêka Kurd bi awayekî qanûnî di nava Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk de were pênasekirin û bicihkirin. Ji ber vê yekê diviya ev pêngav bihatana avêtin. Weke dihat xwestin ev pêngav pêş neketin. Di 5’ê Tebaxê de komîsyonek hate avakirin. Ev komîsyon heta niha jî dixebite. Ev komîsyon ji aliyê Tevgera me ve, ji aliyê rewşenbîr û gelek derdorên ku di vê mijarê de xwedî ezmûn in ve pir bi tundî hate rexnekirin. Me bi xwe jî di bernameya beriya vê de dabû diyarkirin ku komîsyonê bi awayekî şaş dest bi xebatê kir. Diviyabû mijara yekemîn a komîsyonê derxistina van qanûnan bûya û li gorî van qanûnan jî diviya di destpêkê de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bianiya. Nêrîna Rêber Apo bigirta. Ger ev yek bihatana kirin, wê demê pêwîst nedikir ku ev heval bi mehan bimeşin û werin Qendîlê.”
'Bi mehan meşiyan û nehiştin ku pêvajo bikeve xeteriyê'
Sozdar Avesta, wiha bal kişand ser dîroka 26'ê Cotmehê: “Dikarîbûn bi awayekî rasterast li wê derê tevlî pêvajoyê bibim. Ji ber ku pêngav neavêtin, pêvajo dirêj bû û rîska provekirinê hebû. Dîsa rîska têkçûna pêvajoyê hebû. Ji ber vê yekê Tevgera Azadiyê dîsa bi fedekarî, biryardarî, aqilane, berpirsiyartiyeke dîrokî û bi jidiliya Rêber Apo ruhek da vê serdemê. Li ser vî esasî jî ev yek dide diyarkirin ku em weke Tevgera Azadiyê di pêşengtiya Rêber Apo ya fikrî û model de vê pêvajoyê pêş dixînin. Lê belê ev pêvajo bes bi pêngavên ku em diavêjin naçe serî. A niha piştî 26’ê Cotmehê û wir ve ev pirs tên kirin û nîqaş tên kirin. Divê gav werin avêtin. Ger gav neyên avêtin jî êdî ji vê yekê wêdetir tune ye. Yanî ji vê yekê wêdetir çi ye? Yan wê pêş bikeve. Yan jî êdî ku mirov naxwaze wê yekê bifikire jî. Jixwe di daxuyaniyê de jî hatibû gotin ku em bi awayekî erênî bifikirin da ku bi awayekî erênî pêş bikeve. Yanî ji bo vê pêvajoyê mirov dikare van yekan bibêje. Ez dubare tînim ziman ku em weke Tevgera Azadiyê bi baldarî, bi berpirsiyar, bi zanyarî û bi awayekî xwebawer û di vê pêvajoyê de bi hemû hêz û jidiliya xwe pêngavên ku Rêber Apo pêş dixe, dimeşîne û xwedî lê derdikevin. Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve, gelê me, Tevgera me û Rêber Apo gelekî xurt kiriye. Ji bo vê yekê jî ez wan hevalên ku ji Bakurê Kurdistanê bi mehan meşiyan û nehiştin ku pêvajo bikeve xeteriyê û hatin, li ser navê Konseya Rêber Apo wan yek bi yek silav dikim. Ez Biryargeha HPG’ê û YJA Starê jî ji bo ev pêngava dîrokî avêtine û bi awayekî serkeftî anîne heya vê derê jî ez wan pîroz dikim û silav dikim.”
'Pêvajoya heyî salek li dû xwe hişt'
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta, destnîşan kir ku weke tevahiya Tevgera Azadiyê, Gelê Kurdistanê û hemû kesên ku bi salan e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah têdikoşin û li ber xwe didin mijara esas ev e û wiha dirê jî da axaftina xwe: Berê me li wir e û em li serwê yekê radiwestin. Pêvajoya heyî salek li dû xwe hişt. Pêvajoya heyî, bi daxuyaniyeke Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kete rojevê. Rêber Apo bersivek da wê daxuyaniyê û got ku ger pêşiya min vekin û derfetan bidin avakirin, ez ê vê pêvajoyê ji zemîna şer, pevçûn û tundiyê bînim ser zemîna siyasî û hiqûqî. A niha ji Rêber Apo re derfeteke pir biçûk hatiye dayîn. Diviya derfetên baştir bihatana avakirin ku ew mafên hiqûqî û yên normal in. Hevdîtina parêzeran bi salan hate qedexekirin. Çûna parêzeran a ji wir diviya nehate qedexekirin. Jixwe diviya ev yek hebûna. Hevdîtina malbatê, mafekî hiqûqî û qanûnîye, divê were pêkanîn. Di çarçoveya derfetên vê pêvajoyê de bes heyeta DEM Partiyê ye ku hatiye şandin û ew jî derfeteke pir biçûk e. Dikare bes mehê carekê yan jî ji mehekê zêdetir biçe û hevdîtinê pêk bîne. Her wiha heta ew heyet diçe jî gelek şîroveyên cuda tên kirin. Têkoşîneke mezin tê meşandin ku heta ew heyet diçe hevdîtinê. Weke ku Rêber Apo jî di hevdîtina dawîn de aniye ziman em jî weke tevger tim û tim dibêjin ku girêdayî van şert û mercan aşitî, civaka demokratîk, pêşxistina xebatan wê, pêşxistina xwişk-biratiya gelan, demokratîkkirina komarê û pêşxistina demokrasiyê ne pêkan e. Yanî divê ji bo van yekan zemîneke xurttir were avakirin. Zemîna vê yekê çi bû? Bahçelî got ku divê were li Meclîsê biaxive. Got ku bila were Meclîsê û di nava koma DEM Partiyê de biaxive.
Em tim vê yekê dibêjin û heya ku pêk tê jî em ê vê yekê bibêjin. Her wiha Devlet Bahçelî ev çend car in ku herî dawiyê jî hefteya borî di nava koma partiya xwe de ji bo Rêber Apo dibêje ku rêberê damezrînerê PKK’ê û dibêje ku Rêber Apo erkê xwe pêk aniye. Dibêje ku Tevgera Azadiyê jî erkê xwe bi cih aniye. Serokkomar jî van yekan dibêje. Lê belê madem hûn dizanin ku van aliyan erkên xwe pêk anîne, hûn li benda çi ne? Çi astengî hene? Berê digotin ku astengî û dijber hene. Ji bilî hin rêxistinên marjînal civak jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Di nava raya giştî de piştgiriyeke xurt heye. Yanî di vê qonaxê de heya niha çênekirina qanûnan û pêkneanîna ‘Mafê Hêviyê’ ya ji bo Rêber Apo wext dirêj dikin. Em jî dixwazin vê yekê fêm bikin ku li benda çi ne. Ev yek gumanan bi me re çêdike. Her wiha em mafdar in jî ku ev guman li me peyda bibin."
'Pêngav çima hatin xirabkirin?'
Sozdar Avesta, destnîşan kir ku pêşketinên li herêmê, pêşketinên li Tirkiyeyê yên cuda yan jî beriya niha çend pêngavên cuda hatin pêşxistin û wiha axivî: “Bo nimûne yên di sala 1999, 2013’yan de. Ev pêngav çima hatin xirabkirin? Wan bi xwe xirab kirin. Ji ber ku di çarçoveya berjewendiyên xwe yên biçûk de nêzîk bûn. Ji bo hilbijartin û desthilatdariya xwe nêzîk bûn. Madem navê vê pêvajoyê ne pêvajoyeke wisa ye û ku navê komîsyona hatiye avakirin jî Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ye, li gorî vê yekê çawa tevdigere? Di vî warî de divê mirov van yekan bibîne û bi tundî bi ser de jî biçe. Ji ber vê yekê neçûna Komîsyonê ya heya niha ya li cem Rêbertî û nestandina fikrên Rêbertî bes ne kêmasiyek e, di heman demê de pêkneanîna erk e. Ev Komîsyon jî girêdayî desthilatdariyê ye. Bo nimûne hin endamên Komîsyonê çûn Îrlanda û Dublinê hin hevdîtin pêk anîn. Dibêjin ku ev modela Rêber Apo ye. Rast e ev modela Rêber Apo û li gel Rêber Apo ye. Çimkî fikra vê paradîgmayê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Rêber Apo dibêje ku bila werin li cem min, çareseriyê ez peyda dikim. Ew ê jî ji min pirs bikin û ez ê jî ji wan pirs bikim. Me beriya niha jî ev yek diyar kir. Rêber Apo vê yekê bi awayekî pir eşkere dibêje. Dibêje ku pir zelal e bê ka me çima dest bi vê têkoşînê kiriye. Di hevdîtina dawîn de jî daye diyarkirin û dibêje ku tevî şert û mercên sînordar jî em têdikoşin, ji bo ku em vê meseleya mezin ya sed salan ya pirsgirêka Kurd girêdayî komara demokratîk çareser bikin û wê bi cih bikin. Dibêje ji bo ku em bi rêya diyalog û hevdîtinan çareser bikim.
Divê ‘Mafê Hêviyê’ were pêkanîn
Rêber Apo dixwaze hemû pirsgirêkên civakî bi rêya diyalogê çareser bike. Bo nimûne beriya niha jî da diyarkirin û got ku divê pirsgirêkên di nava malbatekê de ya di navbera hevjînan de bi rêya diyalog, danûstandin, fikir û nîqaşan were çareserkirin. Divê aliyê dewletê hîn zêdetir wisa werin çareserkin. Pirsa Kurd înkar kirin. Ku we jî anî ziman heta niha çima dirêj dike? Ji ber ku hîna jî navê rast li pirsgirêkê nekiriye. Heya niha jî weke terorê bi nav dikin. Ji ber vê yekê madem weke terorê dibîne, wê demê wê baweriyê nade. Li gel van yekan em ê çawa bibêjin ku wê pêngavên mezin pêş bixîne. Ev rewşeke seqet e. Ji ber vê yekê tişta ku divê were kirin, azadkirina Rêber Apo ya bi awayekî fîzîkî ye. Em vê yekê bi awayekî eşkere dibêjin. Qanûnên vê yekê jî hene. Her wiha Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryar dane ku divê ‘Mafê Hêviyê’ were pêkanîn. Her wiha divê bi hezaran kes ji ‘Mafê Hêviyê’ sûd werbigire. Lê belê ev maf di şexsê Rêber Apo de hatiye xitimandin. Ji bo ku ev yek bikeve meriyetê divê qanûn werin derxistin. Divê ev yek jî demildest werin kirin û dereng nekeve. Em vê yekê gelekî girîng dibînin."
Çalakiyên 25'ê Mijdarê
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta, axaftina xwe de bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê û got: “Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, vê rojê bi taybetî hîn demek dirêj jê re mayî li her qadê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Ev sal jî dîsa li tevahiya Kurdistanê, li Bakur, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ewropa, Başûr, Şengal, dîsa li derveyî welat, Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn. 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, rojekî sembolîk e. Ji ber ku di vê rojê de li Komara Domînikê sê xwişk têne qetilkirin, dibêjin xwişkên Mîrabel. Li ser bîranîna wan wekî roja têkoşîna li dijî tundiyê hatiye pênasekirin. Lê em baş dizanin û jiyan dikin li tevahiya cîhanê rojane bi sedan, bi hezar bûyerên qetilkirin, destdirêjiyê heye, bi hemû cureyan tundiyê li jinan dikin, ev yek pir zêde ne. Ji ber ku jin vê tundiya ku li ser jinê tê meşandin li hemû qadan dibînin, her salê têkoşîna xwe bi watetir dikin, hin mezintir dikin. Niha em wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, vê têkoşînê bi rastî jî ji hemû rojên din hê zêdetir girseyî, zanebûn û ruhê têkoşînê pêş dixînin. Ev têkoşîna jinên Kurdistanê û dîsa tevahî jinên Kurd ku pê re diyalogê dike, têkoşîna hevbeş dide meşandin pir zêde ji vê têkoşînê bandor dibin û ji xwe re dikin bingeh ku ezmûna wê ji xwe re esas digirin.”
'Li dijî zihniyeta kastîk katîl têkoşînên mezin meşandin'
Sozdar Avesta, diyar kir ku weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan meha Mijdarê, 25’ê Cotmehê ji bo me rojeke têkoşînê ya mezin e û wiha daxuyand: “Me 25’ê Cotmehê derbas kir, ku roja şehadeta Rêheval Gulnaz Karataş fermandara me ya artêşa jin e. Weke artêşa jin li çiyayên azad me 32 sal derbas kir. Li cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Vê artêşê bi keda Rêber Apo şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirand. Di bingehê vê de fikrayata mezin a Rêber Apo heye. Artêşa ku bi vê ferasetê pêş ket, li hemberî hemû zihniyeta kastîk katîl têkoşînên mezin meşand. Her wiha 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Çawa ew bû Roja Kobanê ya Cîhanê, kê pêşengî jê re kir? Jinê kir. Gerîlayên azadiyê pêşengî kirin. Mesele, Arîn Mîrkan bû sembola berxwedana Kobanê. Hebûn Dêrik, Gulan Batman, Viyan Rojhilat, Destîna Başûr, ji her beşê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bi Gelhatan re têkoşiyan. Her kesê ev yek dît. YPJ îro bûye hêviya tevahî jinan. Çawa bû hêviya tevahî jinan? Li ser vê kevneşopiyê xwe rêxistin kir. Eger îro li Rojhilata Navîn jin YPJ’ê ji bo xwe hêz û parastin dibînin, ev yek bi saya vê fikriyatê di xeta azadiya jin de pêş ketiye. Heman tişt li hemberî zihniyeta kastîk katîl li Şengalê pêş xistin. Yekîneya Jinên Şengalê li ser vê esasê pêş ket. Her wiha YJA Star ji bo parastina Şengalê bi rola dîrokî rabû.
Hemû jiyana me têkoşîn e
Ez dixwazim vê bêjim, yanî ne tenê rojekê em li hemberî vê zihniyetê têdikoşin. Hemû jiyana me têkoşîn e. Dema me biryara vê yekê jî da, ti zanebûna me ya wisa jî nebû. Ya ku ‘hemû jiyana min şer bû’ da diyarkirin jî, damezrînera Tevgera Azadiya Kurdistanê, pêşenga me ya têkoşînê rêheval Sakîne Cansiz wê çaxê bi derfetên pir sînordar li zindana Amedê berxwedan pêş xist. Heval Azîme, Mihrîban, Sarayan di salên 80’î de pêşengî ji gerîlayan re kirin. Evane girîng bûn. Heval Hozan Mizgîn li Ewropa di hêla çand, huner û her awayî de, ji bo rêxistinkirina civakê tevgera jin saz dikir. Ev salvegera 38’an a Tevgera Azadiya Jin e. 38 sal in ev tevger xwedî rêxistineke xweser e. 32 sal in jî xwedî artêş e. Ev girîng e. Em xwedî daneheveke wisa ne. Me pêvajoyek wisa derbas kiriye. Niha jî li Kurdistanê û tevahî cîhanê, hîna jî ev zihniyet bi hemû awayî di dewrê de ye. Sala borî zaroka 9 salî Narîn Guran hate qetilkirin. Her wiha xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş, rexmê ku li ser bedena wê DNA’ya kastîk katîlan hatiye dîtin jî, nayên cezakirin.”
'Divê em xwe rêxistin bikin'
Sozdar Avesta, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rêxistinbûna jinan: “Weke jin ne tenê heya 25’ê Mijdarê, divê rojan xwe rêxistin bikin. Divê em hemû rojên xwe bi zanebûn derbas bikin. Divê em hemû rojên xwe bi têkoşîn û hevgirtinê derbas bikin. Divê em parastina xwe ya cewherî ava bikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hene ku eger QSD ket nava entegrasyonê YPJ wê çi bike? Fermandarên YPJ’ê axivîn, bersiv dan. Gotin eger ne ji ber YPJ’ê be, em dizanin wê çi bi serê jinan were. Heya niha çend jin hatine qetilkirin. Her wiha çi bi serê jinên Elewî û Durzî anîn. Ev zihniyet li her derê aktîf e. Lewma divê her jin li her derê xwedî li maf û hebûna xwe derkeve. Li dijî tundiyê, li dijî îdaman, li dijî destdirêjiyê, li dijî fûhûşê, li dijî hemû cûrên zihniyeta kastîk katîl îradeyeke siyasî, polîtîk, îdeolojîk û rêxistinkirî raber bike. Ez bang li tevahî jinan dikim, ji niha heya 25’ê Mijdarê çalakî û hevgirtinan pêş bixin, hatina gel hevdû pêş bixin û têkoşîna xwe mayînde bikin. Dem dema jinan e. Bi taybetî li Kurdistanê li ser esasê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, cewherê civaka demokratîk jin e. Ji bo xwe rêxistinkirin, civak rêxistinkirin, xwe zanekirin, têkoşîna xwe bilindkirin wezîfeyên girîng dikeve ser milê jinan.
Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn. Bername çêdibin. Di hemû şert û mercan de em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Têkoşîna me hîna nû destpê dike. Têkoşîna me li dijî zihniyeta kastîk katîl wê li hemû qadan, bi şîara Jin Jiyan Azadî têkoşîna şoreşa jinê were pêşxistin û li ser vê esasê banga min ji bo hemû jinan e ku beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
'Ev roj ji bo me cejna gelan e'
Sozdar Avesta bal kişand ser dîrok 27'ê Mijdarê û got: “PKK ji partiyekê wêdetir e. PKK tenê wisa li ser maseyekî û li welatekî ku em bêjin tenê mafên mirovan têde kêm bû û tenê ji bo bidestxistina hinek tiştan, çênebû. PKK li welatekî wisa ava bû ku heya niha jî navê wê nehatiye qebûlkirin. 52 sal têkoşîn dide meşandin. Nasnameya wê tune ye, ziman qedexe ye, her tişt bi rengekî neyînî ye. Bi gotina Rêber Apo jî, her kes jê direviya.
Lewma ev roj ji bo me cejnek e, cejna gelan e. Dibe PKK’ê xwe fesix kiribe, lê dîsa jî cejna gelê Kurd e, cejna azadiyê ye, cejna jinan e, cejna ciwanan e, cejna berxwedanê ye, cejna xwenaskirinê ye, cejna hebûnê ye. Di dîroka hemû gelan de rojên wisa bi wate hene. 15’ê Tebaxê jî cejn e, 14’ê Tîrmehê jî têkoşîna berxwedanê ye. Her wiha meha Gulanê meha şehîdan e. Her wiha 25’ê Cotmehê, roja heval Bêrîtan e. Lewma weke PKK em kombûna van hemûyan digrin dest. Lewma pir bi qîmet û wate ye ku gelê me bi rastî jî vê pêvajoyê, vê cejnê bi ruhê berxwedan, têkoşîn, rêxistinkirina civakê, komunal, aştî ya li ser esasê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe rêxistin bike. Divê bi vê zanebûn û ruhê em vê cejnê bi coş, moral, motîvasyon pêşwazî bikin. Li ser vî esasî ez ji niha ve vê cejna bi wate di serî de li ruh, mejî, afirênerê vê jiyan û rêxistinê Rêber Apo pîroz dikim, li hemû berxwedêrên zindanan, milîtanên azadiyê, gerîlayên azadiyê û gelê me yê berxwedêr ê ku tim digot, ‘PKK gel e, gel li vir e’, dostên gelê Kurd, enternasyonal, tevahî hêzên şoreşger, demokrat, yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide pîroz dikim. Ez bang li gelê me dikim ku vê rojê bi cejna azadiyê pêşwazî bike û bi moral û motîvasyon pîroz bike.”
'Ev çalakî startek e"
Sozdar Avesta behsa meşa Kolnê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di çapemeniyê de dişopînin ev bi rojane amadekariya meşa 8’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê tê kirin. Sazî û rêxistinên demokratîk, dostên gelê Kurd, enternasyonal, çepgir, yên ku bi rastî jî ji bo herêmê aramiyê dixwazin, dizanin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Ev meş ji meş û mîtîngên salên berê, hîn wêdetir e. Ji ber ku bi rastî jî pir girîng e. Yanî vaye dide diyarkirin. Divê bi sed hezaran kes beşdar bibin û bikarin peyam bidin her derî. Yanî êdî saetekê jî divê Rêber Apo li wir neyê ragirtin. Konseya Ewropa divê demildest ji bo mafê hêviyê, vê pêvajoyê bişopîne û bikeve nava liv û tevgerê. Lewma bandora vê meşê heye. Xebatên gelê me ya ji bo amadekariya meşê, êdî ber bi dawî ve hatiye. Ez jî dixwazim vê bêjim, ev çalakî startek e. Divê em li dijî komployan, teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û bi vê bîr û baweriyê bikevin nava liv û tevgerê. Li ser vê esasê ez bi bawer im. Ez bang li tevahî gelê me, bi taybetî jî yê li Elmanya, Hollanda û yên welatên derdor dikim ku bi hemû pêkhateyan, baweriyan, gelên din re roja 8’ê Mijdarê beşdarî vê meşê bibin. Ez her ji niha ve hemû beşdarên meşê silav û pîroz dikim.”